NAVENDA NÛÇEYAN - Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ku li Parîsê hatibûn qetilkirin, dê di 23’yê Kanûnê de bi girseyî bên bibîranîn. Amadekariyên ji bo bîranînê didomin.
Amadekariyên ji bo bîranîna şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9’ê Çileya 2013’an de û Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ên di 23’yê Kanûna 2022’yan de li paytexta Fransayê Parîsê hatin qetilkirin, didomin.
Amadekariyên li herêmên Villiers Le Bel û Drancy ên Parîsê berdewam in. Di çarçoveya amadekariyan de li herdu herêman serdana mal û dikandaran hate kirin, li dawet û çalakiyên bi heman rengî yên civakî ji bo tevlibûna li bîranînê bang hate kirin.
Amadekariyên ji bo bîranîna 23'yê Kanûnê bi pêşengiya meclisên jinan û meclisên herêman ve têne kirin. Ji bo çalakiya bîranînê ku wê di 23'yê Kanûnê saet di 19:00 de li eywana Espace Venus a li Ssarcellesê bê lidarxistin, hate ragihandin ku heta roja bîranînê wê amadekarî dewam bikin.
