Ji bo 5 bajaran hişyariya bi koda zer

  • rojane
  • 10:11 13 Kanûn 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN- Meteorolojiyê, ji bo gelek bajaran hişyariya baran û bayekî bişid kir. 
 
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, rapora xwe ya rewşa hewayê ya roja 13'ê Kanûnê roja Şemiyê, weşand. Li gor raporê; tê texmînkirin ku li rojhilatê Marmarayê û Behra Reş û Sêwaz, Bedlîs, Erdexan, Wan û Colemêrgê û derdora wan şilî bibare. 
 
HIŞYARIYA BI KODA ZER
 
Ji bo Artvin, Erdexan, Rîze, Giresun û Trabzonê hişyariya bi koda zer hat kirin. 
 
Tê payin ku germahiya hewayê li seranserê welêt li gor asayîbûna demsalan bidome. 
 
HIŞYARIYA BAYEKÎ BIŞID
 
Tê payin ku şilî li peravên Behra Reş û derdora Erdexanê dijwar be û ligel vê hişyariya baldarbûnê hat kirin. 
 
Her wiha hişyarî hat kirin ku ba li peravên Behra Reş bi şid bigobile û ji bo vê îşaret bi baldarbûnê hat kirin. 
 
HIŞYARIYA BI KODA ZER ÇI YE?
 
Zer, îşaret bi "rewşa talûke ya gengaz" a hewayê dike.