Li baregehek Heşdî Şeebî teqînek çêbû

  • rojane
  • 18:40 4 Mijdar 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li baregehek Heşdî Şeebî ya li Bexdayê teqînek çêbû. 

Li baregehek Heşdî Şeebî ya li Bexdayê teqînek çêbû. Tê gotin çekdarek miriye, 2 jî birîndar bûne.
 
Li gorî nûçeya Rojnewsê; medya Iraqê ragihandiye ku berî niha bi demek kurt, li nav baregehek Heşdî Şeebî ya li nav bajarê Bexdayê teqînek çêbûye.
 
Heman çavkaniyê ragihand ku Rêveberiya Heşdî Şeebî ragihandiye ku teqîn ji ber sedemek teknîkî rûdaye û di encamê de endamek hêzên wan miriye û 2 jî birîndar bûne.