Parêzerên Demîrtaş ji bo tehliyeyê serlêdan kir

  • rojane
  • 12:23 4 Mijdar 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzerên Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş, ji bo tehliyeyê serlêdan kirin. 
 
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), têkildarî Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş ku ji sala 2016’an heta niha girtî ye, bi boneya ku bi sedemên siyasî girtî ye 2 caran biryara binpêkirina maf da. Piştî teqeqzbûna biryarê, parêzerên Demîrtaş ji bo tehliyeyê serlêdan kirin. 
 
Tirkiyeyê, mehek berê rojek ji bo tehliyeya Demîrtaş mabû ku li dijî biryarê îtîraz kiribû. DMME’yê duh jî îtîraza Tirkiyeyê red kir û biryara wê teqez bû.