'Divê Komkujiya Garê ji hêla hiqûqî û siyasî ve were ronîkirin’

  • rojane
  • 15:25 10 Cotmeh 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Kesên di Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Garê de hatin qetilkirin, di salvegera 10’emîn de li gelek bajaran hatin bibîranîn. Di bîranînan de hate xwestin ku komkujî ji hêla hiqûqî û siyasî ve bê ronîkirin û faîl bên darizandin. 

Di 10’ê Cotmeha 2015’an de DAIŞ’ê êrişî Mitînga Ked, Demokrasî û Aştiyê ya li Gara Trenê ya Enqereyê kir. Di êrişê de 104 kes hatin qetilkirin. Bi boneya salvegera 10’emîn a Komkujiya Garê, li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin. Bîranîn, bi pêşengtiya Platforma Ked û Demokrasiyê hatin lidarxistin û hat xwestin ku faîlên wê û hêzên tiliya wan tê de heye bên aşkerakirin û darizandin. Di bîranînan de wêneyên kesên hatine qetilkirin hatin hilgirtin û bal kişandin ser rola îktîdarê ya di kirina komkujiyê de. Malbatên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane, kesên di komkujiyê de bi birîndarî filîtin, rêxistinên civaka sivîl, nûnerên partiyên siyasî, hevşaredar û gelek welatî tev li bûn. 
 
ÎZMÎR
 
Li Îzmîrê li pêşiya Bîrdariya Komkujiya 10’ê Cotmehê bîranîn hat lidarxistin. Di bîranînê de dovîzên “Soza me ya ji bo wan aştî ye”, “Em ê nebin welatê komkujiyan” û “10’ê Cotmehê ji bîr neke û nede jibîrkirin” hatin hilgirtin. Girseyê gelek caran dirûşmên “Şehîdên aştiyê nemirin”, “Amed, Pirsûs, Enqere tu yek ji wan nayê jibîrkirin” û “Kujer DAIŞ hevkar AKP” berz kirin. Bîranîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Mûstafa Bozdag ê di komkujiyê de bi birîndarî rizgar bûbû axivî û got: “Bi ser komkujiyê re gelek dem derbas bû lê lêgerînên ked, demokrasî, azadî û aştiyê didomin.” 
 
Evrîm Mak ku hevjînê wê Mesût Mak di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabû jî bal kişand ser bêtevdiriya dewletê û pêvajoya darazê ya piştî komkujiyê. Evrîm Makê got ku ew ê ji bîr nekin û ev tişt anî ziman: “Ew bombe ji ber xwe ve nehatin wê derê. Em dizanin ka kê çavên xwe ji vê re girtin. Em dizanin ku gaz avêtin ser birîndar û miriyên me. Me tiştên wan kirine ji bîr nekirine û bila ew jî me ji bîr nekin. Ew edaleta ku we îro nedaye me hûn ê sibê muhtacî wê bibin. Em ê ji bîr nekin û efû nekin.” 
 
Piştî axaftinan, girseyê bi dirûşman ber bi Meydana Gundogduyê ve meş li dar xist. Herî dawî jî beşdaran ji bo bîranîna kesên hatine qetilkirin qurnefîl avêtin behrê. 
 
 
EDENE
 
Bîranîna li Edeneyê jî li Gara Edeneyê hat lidarxistin. Berdevkê Demê yê KESK’ê û Serokê Şaxa Tarim Orkam-Sen’ê yê Edeneyê Eser Demîrçîn di bîranînê de got ku divê aliyê siyasî û hiqûqî yê komkujiyê bê ronîkirin, berpirsyarên rasteqîn ên komkujiyê bên aşkerakirin û darizandin. Demîrçîn, anî ziman ku heta hesabê komkujiyê tê dayin, sûcdarên rasteqîn tên girtin û darizandin dê têkoşîna wan bidome. 
 
Çalakvanan, wêneyên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane hilgirtin û heta Bîrdariya Aştiyê ya li Navenda Çandê ya yaşar Kemal a Şaredariya Seyhanê meşa “bêdeng” li dar xist. Beşdaran, li vir qurnefîl danîn ser wêneyên kesên hatine qetilkirin. 
 
 
ANTALYA
 
Li Antalyayê jî bîranîn li pêşiya Bîrdariya Attalosê hate lidarxistin. Bîranîn, bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî beşdaran qurnefîl danîn pêşiya bîrdariyê. Berdevka Demê ya Platforman Şaxan a Antalyayê ya KESK’ê Devrîm Mol axivî û got hêj êşa wan wekî xwe ye û ev tişt anî ziman: “Tevî vê deryaya xwînê, zext û zordestiyê jî hêvî geş e. Silav ji wan kesên di 10’ê Cotmehê û piştre de li ber xwe dane. Em ê berxwedan û têkoşînê mezin bikin, vê tarîtiyê têk bibin, aştiyê bînin vî welatî.” 
 
 
AMED
 
Li Amedê jî li ser gorên Feyat Denîz û Abdullah Erol ên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn, merasîma bîranînê hat lidarxistin. Bîranîn, li ser gora Erol a li Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezanê ya Amedê û li ser gora Denîz a li Goristana Şehîtlîkê ya li navçeya Bajarê nû hate lidarxistin. Di bîranînê de hate destnîşankirin ku ew ê têkoşîna Denîz û Erol bidomînin. 
 
Di bîranînan de herî dawî beşdaran qurnefîl danîn ser gorên Erol û Denîz. 
 
 
ÊLIH
 
Li Êlihê jî gorên Aycan Kaya û Meryem Bulut ên li Goristana Asrî ya li Êlihê ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn, hatin ziyaretkirin. Piştre jî li Parka Yilmaz Guney daxuyanî hatin dayin. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ê 10’ê Cotmehê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin" hate hilgirtin. Wekîla DEM Partiyê Zeynep Oduncu Kutevî di daxuyaniyê de got ku dîroka Tirkiyeyê tije êş, komkujî û wêraniyan e û her roj bi boneya bîranînên cuda tên gel hev. Zeynep Oduncu Kutevî da zanîn ku tevî bi ser komkujiyê re 10 sal derbas bûne jî kujer ji ber polîtîkayên necezakirinê bi rehetî digerin. 
 
Hevserokê Şaxa ÎHD’ê Ahmet Şîray jî got Komkujiya Garê yek ji komkujiyên herî mezin bû. 
 
Bîranîn, piştî daxuyaniyê bi dawî bû.