Texsîvanê êrişî wî hat kirin jiyana xwe ji dest da

  • rojane
  • 10:10 20 Îlon 2025
  • |
img
STENBOL - Texsîvan Alî Sancarê ku li Beyoglûyê êrişî wî hat kirin û hat xespkirin, jiyana xwe ji dest da. 
 
Texsîvan Alî Sancar (53), li Taxa Yenişehir a navçeya Beyoglû ya Stenbolê ji aliyê kesê li texsiya wî siwar bû ve bi êrişa çekdarî re rû bi rû ma. Sancar ê ji serê xwe bi giranî birîndar bû, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Di bûyerê de ku saet li dor 00.00'ê pêk hat, Sancar ji aliyê mişteriyê ku li wesayîta xwe ya bi plakeya 34 TJZ 47 kir, bi êrişa çekdarî re rû bi rû ma. Sancar ji serê xwe bi giranî birîndar bû û êrişkar jî reviya. Piştî hay pê hat xistin, polis û tîmên tenduristiyê hatin cihê bûyer. 
 
Tîmên tenduristiyê, mudaxileya ewil kirin û Sancar rakirin nexweşxaneyê. Sancar, tevî hemû mudaxileyan jî jiyana xwe ji dest da.