Ji bo Rojîn Kabaîşê serî li Wezareta Dadê hat dayîn

  • rojane
  • 10:02 20 Îlon 2025
  • |
 
 
ENQERE- Bavê Rojin Kabaîşê Nizamettin Kabaîş, serî li Wezareta Dadê da û xwest ku agahiyên kêm ên di dosyeya dozê de bên çareserkirin. Kabaîş got: "Divê agahiyên kêm bên çareserkirin û kujer bên dîtin."
 
Mirina biguman a xwendekara pola yekê ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê Rojîn Kabaîş (21), hê jî di rojevê de ye. Bav Nîzamettîn Kabaîş, hewldanên xwe yên ji bo ronîkirina bûyerê didomîne. Kabaîş duh serî li Wezareta Dadê da û xwest ku agahiyên kên yên di dosyeya dozê de bên çareserkirin.
 
'KÊMASÎ HENE'
 
Bav Kabaîş der barê serlêdanê de got: "Li Saziya Tiba Edlî hin kêmasî hene; beşek ji dosyayê nayê. Parêzerên me dipirsin lê bersivekê nagirin. Me der barê vê yekê de serî li Wezareta Dadê daye." Kabaîş destnîşan kir ku ew ê tim bipirsin, "Çi bi serê Rojînê hat?" û got: "Niha şopa tiliyan heye, lê girtin tune. DNA'ya du mêran heye û wan berê digot ev ji ber vegirtinê bûye. Lê dîtin ku tiştek wisa tune. Divê dosyeyên kêm werin temamkirin û kujer bên dîtin. Salek derbas bû, lê xebat baş nayên kirin."
 
'KEÇA MIN HAT QETILKIRIN'
 
Bav Kabaîş got ku ew salek e ji bo ronîkirina bûyerê ji Amedê ber bi Wanê ve diçe, 13-14 caran bi dozger re hevdîtin kiriye, lê hîn jî encamek bi dest nexistiye. Kabaîş got: "Heta niha kesek jî nehatiye binçavkirin. Li dijî kesên ku erkên xwe paşguh kirine tu tedbîr nehatine girtin. Li zanîngeh û wargehê kesên berpirsiyar hene. Dema ku xwendekarek bi şev venegeriya wargehê, diviyabû saet di 11:00'aê şevê de dengdana navan bihata kirin. Lê ev nehat kirin. Qereqola polîsan jî dereng hat agahdarkirin. Ev hemû îhmal e. Keça min ji ber vê îhmalê hat kuştin."
 
'EM EDALETÊ DIXWAZIN'
 
Kabaîş destnîşan kir ku ew ê dest ji vê bûyerê bernedin û got: "Çi bi serê Rojînê hat? Em nikarin bersiva vê pirsê bistînin. Bi vê teknolojiyê, kamerayan û telefona Rojînê... Li Beşa Tiba Edlî pirsgirêkek heye. Der barê dosyeya kêm de agahî nayên." Kabaîş daxwaz kir ku li dijî kesên ku erkên xwe paşguh kirine, tedbîrên qanûnî bên girtin û got: "Keça min ji ber xemsariya wan hat kuştin û winda bû. Ez ji bo vê yekê hem ji zanîngehê hem jî ji wargehê bi gazind im." 
 
Kabaîş got: "Di çapemeniyê de têra xwe cih negirt û li meclisê jî nehat nîqaşkirin. Ez bang li Serokkomar, Wezareta Dadê û Serdozgeriya Komarê ya Wanê dikim: Tiştên kêm temam bikin û vê dozê ronî bikin. Em tenê edaletê dixwazin."