Di lehî û hezaz a li Hindistanê de: 69 mirî 110 birîndar

  • rojane
  • 15:13 4 Tîrmeh 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Li Hindistanê di encama lehî û hezaz a ku ji ber barana mûsonê çêbûbû de 69 kes mirin û 110 kes jî birîndar bûn.  
 
Li bakurê Hindistanê ji ber baranê mûsonê lehî û hezaz çêbûn. Li gorî rapora ku ji aliyê rayedarên herêmî hatiye weşandin di 15 rojên dawî de 69 kesan jiyana xwe ji dest dane û 110 kes jî birîndar bûne. 
 
Barana mûsonê ku ji Hezîranê hata Îlonê didomin, şiliya li Başûrê Asyayê dora sedî 70-80’ê pêk tîne. Baranên mûsonê ji bo çandiniya vê herêma ku xwediyê 2 milyar nifûs e pir girîng e.