Danişîna doza qetilkirina Tevrîz Dorayê hat taloqkirin

  • rojane
  • 13:42 20 Sibat 2025
  • |
img

EDENE - Di danişîna doza qetilkirina zaroka bi navê Tevrîz Dora ya de ku 3 polîs weke bersûc tên darizandin, biryar hate dayin ku xwe li benda rapora pisporan bigirin.

Di 11’ê Cotmeha 2015’an de li navçeya Seyhan a Edeneyê bi boneya salvegera Komkujiya Gara Enqereyê çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyan de zaroka bi navê Tevrîz Dora ya 3 sal û nîvî ku di hembêza dayika xwe Kamîle Dorayê de bû, bi guleyekê hate qetilkirin. Têkildarî qetilkirina Tevrîz Dorayê de doz hate vekirin. Polîsên bi navên A.U., O.G. û S.T. di dozê de ji ber sûcên “Biqesdî kes kuştiye” û “birîndarkirinê” tên darizandin. Her sê bersûc jî negirtî tên darizandin. Danişîna 6’emîn a dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê hat lidarxistin. Dayik Kamîle Dora û bav Azem Dora tev li danişînê bûn. Her wiha parêzerên aliyan di danişînê de amade bûn. 
 
Di danişînê de weke şahid li polîs A.K. hate guhdarîkirin. A.K., ji bo pirsên parêzer Yasemîn Dora Şekerê yên têkildarî awayê rûdanê bûyerê wiha bersivand: “A.U. li ser wesayîtê gule berda hewayê lê min nedît ka çi çek di destê wî de hebû. Ji ber ku wesayît mezin bû, me nedikariya bikevin kolanê. Gelemperî lembeyên kolanan di roja bûyeran de tên teqandin û wê rojê jî hatibûn teqandin. Tarî bû.”
 
Şandeya dadgehê xwest ku dîmenên têkildarî bûyerê ji hêla kesên pispor ve bên lêkolînkirin û raporek were amadekirin. Dadgehê, danişîn taloqî 16’ê Îlonê kir.