DEM Partî li Meclisê nelirêtiyên qeyûman teşhîr dikin

  • rojane
  • 14:26 5 Kanûn 2024
  • |
img

ENQERE - Parlamenterên DEM Partiyê li Meclisê pêşangeheke deyn û nelirêtiyên qeyûman teşhîr dikin vekirin. 

Serokwekîlên Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî û gelek parlamenteran, têkildarî deyn û nelirêtiyên qeyûman li Meclisê pêşangeh vekirin û ev sûc teşhîr kirin. 
 
Di pêşangehê de wêneyên hevşaredarên jin ên ji peywirê hatine girtin û deyn û nelirêtiyên qeyûman hatin pêşandan. Li gel vê, dovîzên têkildarî rakirina tabelayên bi kurdî û dovîzên berxwedana gel a li dijî tayînkirina qeyûman vedibêjin hatin bicihkirin. 
 
Dovîzên weke “Hevserokatî xeta me ya binevş e”, “Na ji qeyûm re” û “Qeyûm derbe ye” li pêşangehê danîn. Parlamenteran gelek caran dirûşmên “Jin jiyan azadî” û “Na ji şer re, em mecbûrî qeyûman nînin” berz kirin. 
 
HIQÛQA ÎSTÎSNAÎ
 
Gulistan Kiliç Koçyîgît li vir axivî û got ku bi tayînkirina qeyûman re Destûra Bingehîn hatiye binpêkirin û wiha pê de çû: “Bîra me nîşanî me dide ku ji dîrokê ve ye li dijî kurdan hiqûqeke îstîsnaî di meriyetê de ye. Em dewlet û îktîdareke ku hemwelatiya kurdan û mafên wan ên bijartin û hilbijartinê tune dihesibîne re rû bi rû ne.” 
 
‘REWA NÎNE’
 
Gulistan Kiliç Koçyîgît, bal kişand ser nelirêtiyên qeyûman û wiha got: “Qeyûm rewa nînin û derbe ye, bêhiqûqtî ye, xespkirina îradeyê ye. Niyeta AKP’ê heye ku li bajarên din jî qeyûman tayîn bike. Em ê heta dawiyê xwedî li deng û îradeya gelê xwe derkevin, qeyûman li her derê teşhîr bikin.” 
 
BANG LI SEROKÊ MECLISÊ KIR
 
Gulistan Kiliç Koçyîgît, bal kişand ser pêşniyarqanûna 10 partiyên siyasî ya ji bo pêşîlêgirtina tayînkirina qeyûman û bang li AKP-MHP’ê kir ku bikevin nava tevgerê. Gulistan Kiliç Koçyîgît her wiha bang li Serokê Meclisê Nûman Kurtulmş kir ku di çarçoveya pêşniyarqanûnê de bikeve nava hewldanan.