ROJEVA 21’Ê MIJDARA 2024’AN

  • rojane
  • 09:00 21 Mijdar 2024
  • |
img
* Jinan ji bo meşa 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinê ku dê li Wanê bê lidarxistin, banga tevlibûnê kirin û diyar kirin ku ew ê li qadan li dijî feraseta mêr-dewletê daxwazên xwe biqîrin.
 
* Zanyarê Siyasetê Sînan Onal diyar kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump pêşbînî dike ku di serdema nû de nakokiyên di polîtîkayên li dijî kurdan de dubare nebin.
 
* Di hinceta cezayê ku li Hevserokê berê yê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyyub Subaşi bi îdiaya "endamtiya rêxistinö" hat birîn de, hevdîtina bi rêya telefonê ya bi kesên xwestine kurdî hîn bibin, sûc hatiye hesibandin.
 
* Li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê li 5 girtiyan cezayê qedexeya hevdîtinê ya ji bo mehekê hate birîn. Parêzer Fadil Tay diyar kir ku axaftina bi kurdî li girtiyan tê qedexekirin û tirkî lê tê ferzkirin. 
 
* Cezayê hefsê yê li Hevşaredarê Dêrsimê Cevdet Konak hatiye birîn dê li pêşiya şaredariyê bê protestokirin. (10.00)
 
* Çalakiya nobetê ya li dijî tayînkirina qeyûm li Xelfetî ya Rihayê hatiye destpêkirin di roja 18’emîn de didome. (10.00)
 
* TUAY-DER dê ji bo girtiyan kampanyaya şandina pereyan bide destpêkirin. (11.00)
 
* Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî dê li gelek bajaran çalakî bên lidarxistin. (11.00-20.00) 
 
* Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan dê biçin serdana Partiya Yenîden Refahê. (13.00)
 
* ugur Kaymaz û bavê wî Ahmet Kaymaz dê di 20’emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gorên xwe yên li navçeya Qoser a Mêrdînê bên bibîranîn. (14.00)