Lêkolîna qadê: Hilbijêrên kurd qeyûm naxwazin

  • rojane
  • 13:33 13 Mijdar 2024
  • |
img

STENBOL - Spectrum House bi hilbijêrên kurd re lêkolîna qadê kir û ji beşdaran ji sedî 74,2’yan tayînkirina qeyûman “xelet” nirxandin. Beşdaran gotin ku divê muxalefet li dijî qeyûman bi hev re têbikoşe. 

 
Navenda Raman û Lêkolînê ya Spectrum Houseyê ji bo lêkolînkirina helwest û bendewariyên hilbijêrên kurd ên li dijî tayînkirina qeyûman, di navbera 15-28’ê cotmehê de li qadê ankete çêkir û encamên wê eşkere kir. Lêkolîna qadê li bajarên Agirî, Dîlok, Êlih, Çewlig, Amed, Colemêrg, Mêrdîn, Şirnex, Wan, Stenbol, Enqere û Mêrsînê hate kirin. Anket, bi kesên kurd ên temenê wan 18 û bi ser vî temenî re hatiye kirin. Ji sedî 51,4’ê beşdaran zilam û ji sedî 48,6 jî jin in. 
 
Ji sedî 40,4’ê beşdarên lêkolînê ji bo pirsa “We di hilbijartinên giştî yên parlamenteriyê yên 2023’yan de dengê xwe da kê?” gotin DEM Partî, ji sedî 22,3’yan got AKP û ji sedî 10’an jî gotin dengê xwe dane CHP’ê. Ji sedî 22,1’an jî gotin dengê xwe nedane. 
‘HÛN JI TAYÎNKIRINA QEYÛMAN ÇIQAS AGAHDAR IN?’ 
 
Di lêkolînê de pirsa “Hûn têkildarî tayînkirina qeyûman çiqas agahdar in?” hate kirin. Ji sedî 64,8’î beşdaran gotin “Ez agahdar im”, ji sedî 23,2’yan gotin “Ez ne agahdar im ne jî ne agahdar im” û ji sedî 12’yan jî gotin agahdar nînin. 
 
 
HERÎ ZÊDE HILBIJÊRÊN MHP’Ê JI QEYÛMAN AGAHDAR IN 
 
Balkêş e ku ji sedî 40’ê beşdarên digotin “Ez gelek agahdar im” hilbijêrên MHP’ê ne. Ji sedî 37,3’yê hilbijêrên DEM Partiyê gotin “Ez gelek agahdar im” û ji sedî 43,1’ê jî gotin; “Hindik agahdar im.” 
 
 
Di lêkolînê de pirsa “Hûn tayînkirina qeyûman çawa dinirxînin?” jî hate kirin. Ji sedî 83,9’ê beşdarên digotin “Ez agahdarim” gotin “Tayînkirina qeyûman xelet e”, ji sedî 10,5’an jî gotin “Ez rast dibînim.” 
 
 
TAYÎNKIRINA QEYÛMAN XELET TÊ DÎTIN 
 
Ji beşdaran ji sedî 74,2’yan ji bo pirsa “Hûn tayînkirina qeyûman çawa dinirxînin?” gotin “Ez xelet dibînim”, ji sedî 14’an gotin “Ne rast dibînim ne jî xelet” û ji sedî 11,8’an jî got; “Ez rast dibînim. 
 
 
Ji bo pirsa “Li gorî we qeyûm çima tên tayînkirin?” ji sedî 61,5’ê beşdaran gotin “Ji bo tunehesibandina îradeya gelê kurd.” Di beşda behsa xeberê de tenê ji sedî 5,7’ê beşdaran gotin; “Ewlehî û têkoşîna li dijî terorê.” 
 
 
'QEYÛM ÇARESERIYÊ ZEHMET DIXIN’
 
Bi domdarî di lêkolînê de pirsa “Bandora tayînkirina qeyûman a li ser çareseriya meseleya kurd çawa ye?” hate kirin. Ji beşdaran ji sedî 79,1'an gotin “Meseleya kurd zehmettir dike.” Ji sedî 13,7’î beşdaran gotin bêbiryar in û ji sedî 7,2’yan jî gotin “dê çareseriyê hêsantir bike.” 
 
 
GELO DÊ TAYÎNKIRINA QEYÛMAN BIDOME?
 
Ji bo pirsa “Li gorî we dê hikûmet tayînkirina qeyûman bidomîne?”, ji sedî 66,4’î beşdaran gotin “erê”, ji sedî 18,3’yan gotin “na” û ji sedî 15,2’yan jî gotin “Bêbiryar im.” 
 
 
GELO HELWESTA DEM PARTIYÊ TÊR DIKE? 
 
Ji sedî 24,6’ê beşdaran ji bo pirsa “Hûn helwesta DEM Partiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman çawa dibînin?” gotin “Ez têr nabînim”, ji sedî 23,7’an gotin “Ez têr dibînim”. Di heman beşê de helwesta DEM Partiyê ya li herêmê tê dîtin jî hate pirsîn. Hat gotin ku hejmara kesên li “bajarên tirkan” helwesta DEM Partiyê têr dibînin, ji ya kesên li “bajarên kurdan” dijîn zêdetir e. 
 
 
HELWESTA CHP’Ê YA LI DIJÎ QEYÛMAN KÊM TÊ DÎTIN 
 
Li gel helwesta DEM Partiyê, her wiha helwesta CHP’ê ya li dijî qeyûman jî ji beşdaran hate kirin. Ji sedî 36,1’ê beşdaran ji bo pirsa “Gelo hûn helwesta CHP’ê ya li dijî qeyûman çawa dibînin?” gotin “Ez têr nabînim”, ji sedî 15,8’an jî gotin “Ez têr dibînim.” 
 
 
TÊKOŞÎNA HEVPAR DERKET PÊŞ
 
Ji bo pirsa “Ji bo pêşîlêgirtina tayînkirina qeyûman divê çi were kirin?” ji sedî 36,5’ê beşdaran gotin “Divê partiyên muxalefetê bi hev re tevbigerin”, ji sedî 19,9’ê beşdaran gotin “Divê DEM Partî têkoşîneke xurtir bimeşîne”, ji sedî 13,3'yê beşdaran gotin “Divê hilbijartina pêşwext were kirin”, ji sedî 5,3’yan gotin “Divê protestoyên sivîl bên kirin”, ji sedî 4,5’an gotin “Divê zextên nvaneteweyî bên zêdekirin” û ji sedî 2,3’yan jî gotin “Divê boykot pêş bikeve, kes neçe ser sindoqê.” 
 
 
QEYÛMÊ DIXWESTIN TAYÎNÎ WANÊ BIKIN ÇIMA PAŞVE KIŞANDIN? 
 
Yek ji pirsên balkêş jî pirsa “Li gorî we çima qeyûmê dixwestin tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê were kirin paşve hate kişandin?” bû. Ji sedî 53’yê beşdaran gotin “Kurd xwedî li îradeya xwe derketin, protesto û çalakiyên sivîl pêş xistin”, ji sedî 11,5’an gotin “Ji ber ku muxalefeta civakî li dijî vê sepanê derket”, ji sedî 5,4’an gotin “Sepaneke derhiqûqî bû lewma”, ji sedî 4,5’an gotin “Demekî kin piştî hilbijartinan bû, ji hêla dem ve xeletî bû” , ji sedî 3,9’an gotin “Ji ber zextên navneteweyî” û ji sedî 3,8’an jî gotin “Fikrên cuda yên di nava hikûmetê de.”