Li Wanê bi ser malan de hate girtin

  • rojane
  • 13:30 13 Mijdar 2024
  • |
img
WAN - Polîsên dewleta tirk li Wanê bi ser malan de girtin û zarok jî di nav de gelek kes binçav kirin. 
 
Polîsên dewleta tirk li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinên malan de gelek kes hatin binçavkirin. Di serdegirtinên malan ên li Taxa Xaçortê de zarokê bi navê B.A. yê 16 salî jî hate binçavkirin. Hat zanîn ku di serdegirtinê de deriyên malan hatin şikandin û alav û amûr hatin belavkirin. 
 
Sedema binçavkirinan nehat zanîn.