Rapor nedan girtiyê ji hêla gardiyanan ve hatiye derbkirin

  • rojane
  • 11:15 13 Mijdar 2024
  • |
img

ENQERE - Girtî Mehmet Faruk Engîn li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê tê ragirtin. Engîn, ji ber ku ferzkirina lêgerîna tazî qebûl nekir ji hêla gardiyanan ve hate derbkirin. Rapora derbkirinê nedan Engîn. 

Mehmet Faruk Engîn di sala 2016’an di dema “qedexeya derketina kolanan” de li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê hate binçavkirin û piştre hate girtin. Di dozê de cezayê muebbeta girankirî dan Engîn. Engîn, ji Mêrdînê sewqî Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a Osmaniyeyê hate kirin. Ji ber ku li Osmaniyeyê nehate tedawîkirin, masûlkeyên wî kurt bûn û demek piştre êdî dema dimeşe dileng e. Di heman demê de li Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyeyê tedawiya bi kelemçeyê li Engîn hate ferzkirin. 
 
TEDAWIYA WÎ HATE ASTENGKIRIN
 
Engîn, derheqê bijîşk û xebatkarên cemaweriyê yên dema li Osmaniyeyê mafê wî yê tedawiyê asteng kirin gilî kir. Tu bersiv ji giliyê Engîn re nehatin dayin. Demek piştre jî heman bijîşkî got; “Ji ber ku te giliyê min kiriye ez te tedawî nakim.” Bi vê yekê re mafê tedawiyê yê Engîn asteng kir. 
 
FERZKIRINA LÊGERÎNA TAZÎ
 
Piştî van binpêkirinan jî Engîn bêyî daxwazeke wî hebe sewqî Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê hate kirin. Li vir 8 mehan di hucreyekê de hate ragirtin. Hefteyek berê girtiyek ji hêla gardiyanan ve hate derbkirin. Engîn ji bo protestokirina vê rewşê tevî girtiyên din dest bi greva birçîbûnê kir. Bi vê hincetê, Engîn di 5’ê mijdarê de bi darê zorê sewqî Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê hate kirin. 
 
Engîn li vir lêgerîna tazî li Engîn hate ferzkirin û ji ber ku bertek nîşan da, ji hêla 10 gardiyanan ve hate derbkirin. Engîn rakirin revîrê û rapora derbkirinê jî nehate dayin. Her wiha daxwaza wî ya çûna nexweşxaneyê jî nehat qebûlkirin. 
 
SERLÊDAN KIR
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altin rewşa Engîn xist rojeva Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK). Di serlêdanê de hat xwestin ku ÎHÎK tavilê bicive û biçe serdana Engîn. 
 
‘GELO ÎŞKENCE HATE PIRSÎN?’ 
 
Altin, di heman demê de bi daxwaza ku Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç bibersivîne, pêşnûmepirs da Meclisê. Guneş, ji wezaretê pirsî bê ka gardiyanên îşkence li Engîn kirin hatine tespîtkirin û derheqê wan de tu lêpirsîn hatiye destpêkirin an na.