Edîp Solmaz hat bibîranîn: Ruhê berxwedanê li qadan e

  • rojane
  • 19:26 12 Mijdar 2024
  • |
img

ÊLIH – Şaredarê Êlihê Edîp Solmaz ê ku gava li ser karê xwe bû hat qetilkirin, li ser gora xw ehat bibîranîn. Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir, anî ziman ku kevneşopiya berxwedanê ya Solmaz 9 roj in li dijî xespa qeyûm didome. 

Şaredarê Êlihê Edîp Solmaz ê ku di 12'ê Mijdara 1979'an de hat qetilkirin, li ser gora xwe hat bibîranîn. Malbata Solmaz, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir, Parlamenterên DEM Partiyê, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên MEBYA-DER'ê jî di nav de gelek kes beşdarî çalakiya bîranînê ya li Goristana Çamlicayê bûn. 
 
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir ê ku li vir axivî, pêşî Solmaz bibîr anî. Bayindir bibîr xist ku 45 sal di ser mirina Solmaz re derbas bûne û got ku 45 sal in jî ew aqilê înkarker û komkujer ê dewletê yê wê demê didome. Bayindir got: "Niha jî hevalên me tên binçavkirin, girtin û qeyûm tayinî şûna wan tên kirin. Pêvajoya 45 salan, pêvajoya zilmê ye. Bila baş zanibin ku ruhê berxwedanê yê wê demê hê jî li qadan li ber xwe dide. Ruhê Solmaz 9 roj in li qada Êlihê rê nade van zilimkaran. Peyrewên wî hevşaredar li meydanan li ber xwe didin û xespkirina vînê qebûl nakin."
 
Bayindir destnîşan kir ku Êlih tu carî paş de gav neavêtiye û wê neavêje û got: Kesî serî netewand û wê netewîne." 
 
Piştî axaftinan kesên beşdarî bîranînê bûn qurnefîl danîn ser gora Solmaz.