Nobetên li dijî xespkirina îradeyê yên li Êlih û Xelfetiyê didomin

  • rojane
  • 15:37 12 Mijdar 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiyên nobetê yên li Êlih û Xelfetiyê li dijî tayînkirina qeyûman hatine destpêkirin di roja 9’emîn de berdewam kirin. 

Çalakiyên protestoyî yên li dijî tayînkirina qeyûman a li şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetî ya Rihayê hatine destpêkirin berdewam in. Xelkê Êlihê di roja 9’emîn a protestoyan de dîsa daketin qadan û li Xaçerêya Basinê hatin gel hev. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek welatî tev li bûn. Girseyê li ber stranên kurdî govend gerand. 
 
Di çalakiyê de welatiyan dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Nobeta welatiyan a li Xaçerêya Basinê berdewam e. 
 
XELFETΠ
 
Çalakiya nobetê ya li Xelfetiyê hatiye destpêkirin jî bi serdanan didome. Çalakiya li pêşiya avahiya şaredariyê ya dorpêçkirî hatiye destpêkirin di roja 9’an de didome. Nûnerên rêxistinên DEM Partiyê yên Semsûrê û navçeyên wê, Şaxa Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) a Semsûrê û gelek welatî hatin serdanê. 
 
Hevserokê DEM Partiyê Huseyîn Coşkun di nobetê de axivî got ku ji bo piştevaniyê hatine. Coşkun, wiha got: “Xelfetiyê di 31’ê adarê de îradeya xwe nîşan da û hevşaredarên xwe hilbijart. Em qeyûman qebûl nakin. Qeyûm, pirsgirêkeke demokrasiyê ye. Heta ku qeyûman paşve dikişînin dê berxwedana me bidome. Em qebûl nakin ku mafê bijartin û hilbijartinê yê gelê kurd were desteserkirin. Heta qeyûm diçe dê piştevaniya me ya bi gelên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê re bidome.” 
 
Şandeyê heta demekê bi girseyê re nobet girt û piştre çû. Nobeta li pêşiya şaredariyê didome.