Demîr piştî 30 salan hate berdan

  • rojane
  • 14:27 12 Mijdar 2024
  • |
img

AMED - Abdullah Demîr ku 30 salan di girtîgehê de bû, ji Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Dumlu ya Erziromê hate berdan. 

Abdullah Demîr ê 30 salan di girtîgehê de bû û tehliyeya wî ji bo 3 mehan hatibû taloqkirin, ji Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Dumlu ya Erziromê hate berdan. Demîr, duh tehliye bû û ji hêla malbat û hezkiriyên xwe ve hate pêşwazîkirin. Demîr, piştre jî hate bajarê xwe navçeya Lice ya Amedê.  
 
Demîr, ji ewil çû serdana gora birayê xwe Cengîz Demîr, xaleta xwe Raziye Zugurlî û kurmetê xwe Alaaddîn Zugurlî yên li goristana Fîsê. 
 
Demîr piştre jî çû cem malbata xwe ya li Liceyê. Demîr, bi maşeleyan hate pêşwazîkirin. Demîr, piyên dayika xwe Hayriyeyê ku ber wî ve hatibû maç kir. 
 
DERHEQÊ DEMÎR DE
 
Abdullah Demîr, di 1994’an de hate gortin û Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebbetê lê birî. Diviya Demîr di tebaxê de bihata berdan lê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê tehliyeya wî ji bo 3 mehan taloq kir. Demîr, di dema girtîbûna xwe de li girtîgehên Edene, Konya, Aydin, Elbistan û Erziromê hate ragirtin.