Nobeta li Xelfetiyê di roja 8’an de ye: Ji bo mitînga 17’ê mijdarê bang kirin

  • rojane
  • 13:41 11 Mijdar 2024
  • |
img

RIHA - Parlamenterê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar di çalakiya nobetê ya li dijî tayînkirina qeyûm a li Xelfetiyê de axivî. Şenyaşar, banga tevlibûna mitînga 17’ê mijdarê kir ku dê li Êlihê li dijî qeyûm were lidarxistin. 

Çalakiya nobetê ya li navçeya Xelfetî ya Rihayê li dijî tayînkirina qeyûm hatiye destpêkirin di roja 8’emîn de didome. Hevşaredarên Xelfetiyê Saniye Bayram û Mehmet Karayilan, Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Rihayê Ferît Şenyaşar û gelek partiyî tev li çalakiya îro bûn. Partiyiyên di saetên zû yên serê sibehê de hatin ber avahiya şaredariyê ya dorpêçkirî, li qada pankarta “Ne qeyûm demokrasî” lê hatiye daliqandin dest bi nobetê kirin. 
 
HER KES VEXWEND MITÎNGA 17’Ê MIJDARÊ
 
Parlamenter Şenyaşar di nobetê de axivî û wiha got: “Ev derbe ne tenê li dijî gelê kurd hatiye kirin, li dijî her kesên ji xwe re dibêjin ‘ez insan im’ hatiye kirin. Şaredariya me ev 8 roj in li gel hatiye girtin. Kolana şaredariyê bi temamî bi bariyeran hatiye girtin. Esnafên wê kolanê ev 8 roj in nikarin bixebitin. Hêzên ewlekariyê li vir sûc dike.”  
 
Şenyaşar, diyar kir ku dê têkoşîna wan bidome û her kes vexwend mitînga 17’ê mijarê ku dê li dijî qeyûm li Êlihê were lidarxistin. Şenyaşar, axaftina xwe wiha qedand: “Berxwedana gelê me ya li her 3 bajaran didome. Em banga tevlibûnê li gelê xwe dikin.”