Ozturk: Ji bo aştiyeke birûmet em di 17’ê mijdarê de li qadê bin
Uçar: Tekane hêviya welêt pêşniyarên çareseriyê yên Ocalan in

  • rojane
  • 13:34 11 Mijdar 2024
  • |
img

ÊLIH - Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk got; “Ji bo aştiyeke birûmet em li qada mitîngê ya 17’ê mijdarê bin.” Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî wiha got: “Tekane hêviya welêt pêşniyarên çareseriyê yên Ocalan in.” 

Platforma Saziyên Demokratîk dê di 17’ê mijdarê de li Xaçerêya Basinê ya Êlihê mitînga “Demorasî û Azadiyê” li dar bixe. Deklarasyona mitîngê îro li avahiya Sendîkaya Petrol Îşê hate eşkerekirin. 
 
OZTURK: HELWESTEKE DIJMINANE YA ÎKTÎDARÊ HEYE 
 
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk piştî deklarasyonê axivî û wiha got: “Gelê kurd li hemberî polîtîkayên qirkirinê yên îktîdarê li ber xwe dide.” Ozturk, bal kişand ser tayînkirina qeyûman û wiha got: “Îktîdar li dijî kurdan xwedî helwesteke dijminane ye. Îktîdara ku gelê kurd weke îrade qebûl nake û cara 3’yemîn qeyûman tayîn dike, gefa êrişkirinê li gelê kurd dixwe. Qeyûman tayînî şûna îradeya gelê kurd hilbijartiye. Dibêje ku îradeya gelê kurd nas nake. Ji xeynî vê, gefa êrişkirinê li gelê kurd dixwe. Gelê kurd vê zextê qebûl nake û li her derê li ber xwe dide. Yek ji navendên berxwedanê jî Êlih e û bi rojaye li ber xwe dide. Li dijî koletiyê, ji bo avakirina aştiyeke birûmet em tevek di 17’ê mijdarê de li qada mitîngê bin.” 
 
UÇAR: JI BO AZADIYÊ EM VEDIXWÎNIN QADÊ 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar jî bal kişand ser daxuyaniyên “asayîbûnê” yên Tifaqa Cumhurê û ev tişt anî ziman: “Ev yek, hewldana dîzaynkirina siyaseta navxweyî ye. Daxuyaniyên piştî civîna qebîneyê hatin kirin, daxuyaniyên qirkirinê ne. Heqareta ‘kesên kes nizane bê kî ne’ li hevşaredarên me hate kirin û em vê heqaretê li wan vedigerînin. Êlih, yek ji navendên têkoşîna demokrasiya gelê kurd e. Hewl didin destkeftiyên gelê kurd ên li Êlihê hatine bidestxistin pêşkeşî Hîzbullahê bikin. Berxwedana gel a li dijî vê jî berdewam e. Têkoşîna me ji bo mezinkirina siyaseta demokratîk e. Tişta ku em niha lê rû bi rû mane, asayîbûn nîne. Îktîdarek heye ku bi êrişkirina destkeftiyên gelê kurd hewl dide xwe li ser pêyan bigire. Fikrên birêz Ocalan li gelek deverên cîhanê jîn dan. Hêviya vî welatî, pêşniyarên çareseriyê yên birêz Ocalan in. Divê îktîdar vê bibîne û li gorî vê gavan biavêje. Em ji bo azadiya birêz Ocalan û aştiyeke birûmet, hemû kesan vedixwînin qadê. Werin em rengê berxwedana xwe bidin qadê. Ev îktîdar hewl dide pirsgirêkan bi rêya tundiyê çareser bike. Em ê li dijî qeyûm mitîngeke mezin li dar bixin. Em ê mitîngeke kul dê felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ pêşengtiyê jê re bike li dar bixin.”