Ahmet Turk ji Erdogan re got: Kesên kes nizane bê kî ne îradeya gel xesp dikin

  • rojane
  • 12:36 11 Mijdar 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk bertek nîşanî gotina Erdogan a “Kes nizane bê kî ne” da û wiha got: “Kesên kes nizane bê kî ne ev 3 serdemin îradeya gel xesp dikin.” 

Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan têkildarî qeyûman axivî bû û ji bo hevşaredarên DEM Partiyî pênaseya “Kesên kez nizane bê kî ne” bi kar anîbû. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin, bersiv da gotinên Erdogan. 
 
'ÎRADEYA GEL TÊ XESPKIRIN’
 
Turk, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ev bersiv da: “Li şaredariyên me tu caran ‘kesên kes nizane bê kî ne’ nebûn û dê nebin jî. Lê belê kesên kes nizane bê kî ne ev 3 serdem in îradeya gel xesp dikin. Ev gotinên li dijî kesekê ev 50 sal in siyaseta demokratîk dike, cihê şermezariyê ye û van tawanbariyan ez weke tengazeriyê dibînim.”