Hevjîna dozgerê Ozer girtî tayînî SPK’ê hate kirin

  • rojane
  • 10:30 11 Mijdar 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevjîna serdozger Akin Gurlek ê lêpirsîna rê li ber tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Esenyurtê vekir dimeşîne Elîf Gulşah Gurlek weke endama SPK’ê hate tayînkirin. 

Li gorî biryarên tayînkirinê yên bi îmzeya serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di Rojnameya Fermî de hate weşandin, Mahmût Sutçu bû serokê duyemîn ê Lijneya Piyasaya Sermayeyê (SPK) û Mutlu Akin û Elîf Gulşah Gurlek jî ji bo endamtiya wê hatin tayînkirin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku Gurlek hevjîna Serdozgerê Komarê yê Stenbolê Akin Gurlek e ku lêpirsîna rê li ber tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Esenyurtê vekirî dimeşîne. 
 
 Serokwekîlê Koma CHP’ê Mahîr Başarir li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal peyamek parve kir û bi vê gotinê bertek nîşan da: “Xelata operasyona siyasî wergirt.”