Îzmîriyan bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan: Em ê qebûl nekin û wan bişînin

  • rojane
  • 09:03 11 Mijdar 2024
  • |

ÎZMÎR - Welatiyên Îzmîrê bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan û wiha gotin: “Qeyûm, di serî de hedefgirtina destkeftiyên jinan e. Em ê rê nedin qeyûman û bi têkoşîna xwe wan bişînin.” 

Îktîdara AKP-MHP’ê li şaredariyên Colemêrg, Esenyurt a Stenbolê, Bajarê Mezin a Mêrdînê, Êlih û Xelfetî ya Rihayê kir. Bertek, çalakî û protestoyên li dijî qeyûman jî berdewam in. Her wiha gelek derdorên cuda bibertek in. Welatiyên Îzmîrê jî diyar kirin kul sepana qeyûm dij-demokratîk e û xwestin ev sepan were bidawîkirin. 
 
Welatiya bi navê Hîlal Susuz bal kişand ser nîqaşên têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd û wiha got: “Mekanîzmaya dewletê li rexekî gotinên aştiyê dike li rexa din jî çoyê qeyûman di destê xwe de digire. Herî zêde jî jin ji tayînkirina qeyûman bibandor dibin. Gulistan Sonuk li dijî HUDA PAR’ê bi ferqekî mezin bi ser ket. Ev ji bo jinan serkeftineke mezin bû. Qeyûman weke karê ewil êrişî destkeftiyên jinan kirin. Lê em dizanin ku ew ê êdî nekarin qeyûman tayîn bikin. Em ê bi têkoşîna xwe wan bişînin.” 
 
'XELK XWEDÎ LI ÎRADEYA XWE DERDIKEVE’
 
Ji welatiyan Ahmet Çahan jî bertek nîşanî qeyûman da û got ku baweriya wî qet bi gotina “destê aştiyê” ya Bahçelî nayê. Çahan, ev tişt anî ziman: “Jixwe piştî vê axaftinê qeyûm tayîn kirin. Em qeyûman qebûl nakin. Sedema tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Esenyurtê kurdbûna Ozer bû. Her wiha peyamek dan bajarên rojava. CHP û DEM Partî car bi car bi hev re tevdigerin. Xwestin pêşiya vê bigirin. Dixwazin CHP’ê dabeş bikin û pêşiya DEM Partiyê bigirin. Bertekên li dijî qeyûman baş in û gel xwedî li îradeya xwe derdikeve.” 
 
'ALIYEKÊ WERE QEBÛLKIRIN TUNE YE’
 
Ji welatiyan Hasan Şahîn jî destnîşan kir ku bangawaziya Bahçelî bes nake û banga hatiye kirin jî yekalî û statukoperestî ye. Şahîn, wiha domand: “Jixwe li pey wê qeyûm tayîn kirin û îradeya gel tune hesibandin. Gel têdikoş e û pergal naxwaze ev pêş bikeve û demokratîk bibe. Anku naxwazin gel xwe bi xwe birêve bibe. Em vê qebûl nakin û aliyekê wê yê were qebûlkirin jî tune ye.” 
 
'XELK XWEDÎ TECRUBEYEKE DÎROKÎ YE’
 
Gunselî Suna Kaya jî wiha got: “Qeyûm tê wateya binpêkirina mafê bijartin û hilbijartinê. Mafên kesên hatin hilbijartin ji hêla kesên tayînkirî ve tên xespkirin. Ev ne sepanên demokratîk in. Qeyûm, li dijî mafê bijartin û hilbijartinê ye. Bi tayînkirina qeyûm a li navçeya herî mezin, gefê li îradeya gel a li bajarên din jî dixwin. Gel dê heta dawiyê destûrê nede vê. Ji ber ku xwedî tecrûbeyeke dîrokî ye. Hevşaredar Gulistan Sonuk serkeftinên mezin bi dest xist. Di rêveberiyên herêmî de ji bo jinan bû mînakeke girîng.” 
 
'EM QEBÛL NAKIN’
 
Nufûsa Ataç jî got ku heta qeyûm paşve tên kişandin dê têbikoşin. Ataç, axaftina xwe wiha qedand: “Bila bi qanûnan bikin û îradeya me xesp nekin. Kurd êdî ne kurdên berê ne. Em zilmê qebûl nakin û serî natewînin. Heta ku dilopek xwînê di laşê me de hebe em ê destkeftiyên xwe biparêzin. Em ê ji têkoşîna xwe paşvegavê neavêjin. Divê her kurdekî birûmet li qadan be û xwedî li vîna xwe derkeve.”