Endama MYK’a SODAP’ê Înce: Divê gel li dijî qeyûm bikeve nava tevgerê

  • rojane
  • 09:02 11 Mijdar 2024
  • |
img

STENBOL - Endama MYK’a SODAP’ê Fatma Înce tayînkirina qeyûman weke xespkirina îradeyê pênase kir û wiha got: “Divê gel li dijî vê bikeve nava tevgerê. Ji ber ku qeyûm, dikare bi yekitiya muxalafeta civakî were têkbirin.” 

Îktîdara AKP-MHP’ê li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û şaredariyên Êlih, Xelfetî ya Rihayê û Esenyurt a Stenbolê qeyûm tayîn kir. 
 
 
Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) Fatma Înce têkildarî tayînkirina qeyûman axivî û weke xespkirina îradeya gel nirxand. Înce, wiha got: “Balkêş e ku di demeke qala çareserî û asayîbûnê dikirin de qeyûm tayîn kirin. Êrişeke li dijî îradeya gel û hêzên muxalîf e. Tu aliyeke rewa yê vê êrişê nîne.” 
 
'DIVÊ GEL BIKEVE NAVA TEVGERÊ’
 
Înce, diyar kir ku muxalefeta civakî dikare li kolanê were birêxistinkirin û wiha pê de çû: “Divê gel di çarçoveya daxwazên xwe de bikeve nava tevgerê. Ji ber ku qeyûm dikare bi yekitiya muxalefeta civakî were têkbirin. Qeyûm, derbeyeke siyasî ye. Daraz jî li gorî daxwazên îktîdarê biryaran dide. Divê têkoşîna gelê kurd û ya kedkarên Tirkiyeyê bibe yek.” 
 
 
‘HEKE BERTEKEKE XURT LI DIJÎ QEYÛMÊN LI KURDISTANÊ HEB^YA...’ 
 
Hevserokê Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) Şafî Erol jî tayînkirina qeyûman weke pirsgirêka hiqûqê ya welêt nirxand û ev tişt anî ziman: “Divê muxalîfên Tirkiyeyê baş bibînin ka qeyûm çi ye. Heke bi destên hev negirin dê sibe li şaredariyên wan jî qeyûm bên tayînkirin. Esenyurt şaredariyeke girîng bû û qeyûm lê hat tayînkirin. Ahmet Ozer namzetê hevpar bû û wisa bi ser ket. Xwedîderketina li Ozer, berpirsyartiya her kesî ye. Heke bi rastî jî heke hizra xwe baş li ser qeyûmên li Kurdistanê kiribûna û bertekeke cidî nîşan dabûna dê li Esenyûrtê qeyûm nehata tayînkirin.”
 
'GEL HILDIBIJÊRE LÊ HIN KES NAXWAZIN’ 
 
Erol, axaftina xwe wiha qedand: “Qeyûman ji bilî diziyê tu tiştek nekirin. Zirareke mezin digihije hiqûqa Tirkiyeyê jî. Baweriya tu kesî bi dozger û dadgeran nayê. Bifikirin ku gel şaredarê xwe hildibijêre lê ji ber ku hin kes naxwazin qeyûm tayîn dikin. Berpirsyartî dikeve ser milê CHP’ê û partiyên din. Divê em li dijî tayînkirina qeyûman derkevin. Îktîdar li dijî gelê xwe şer dike. ya ku tê kirin rejîma zextê ye. Qeyûm, heqareteke li dijî gel e. Lewma divê her kes û hemû partiyên siyasî li dijî wê derkevin. Em dixwazin van qeyûman paşve bikişînin û hevşaredar dîsa li peywirên xwe vegerin.”
 
MA / Omer Îbrahîmoglû