DEM Partiyê ji bo betalkirina biryara qeyûman serî li dadgehê da

  • rojane
  • 11:21 9 Mijdar 2024
  • |
img

ENQERE - DEM Partiyê bi daxwaza rêvebirina tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê bê rawestandin, serlêdan kir. 

 
Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê bi daxwaza rêveberina tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên Mêrdînê, Êlih û Xelfetiyê bê rawestandin, serî li dadgehên îdare yên her sê bajaran da. 
 
DEM Partiyê di serlêdanan de bal kişand ser darbeya 4’ê mijdarê û hat bibîrxistin ku partiya wan li her sê bajarên navborî bi tercîha gel û serkeftinek mezin şaredarî bi dest xistiye. Di serlêdana de hat diyarkirin ku piştî tayînkirina qeyûman avahiyên şaredariyan veguherîne qereqolan, ji ber vê yekê gel nikare xizmetê werbigire û hat xwestin demildest dawî li pêkanîna qeyûman bê anîn.