Kaplan ê ku emeliyat bû bi îşkenceyê hat binçavkirin

  • rojane
  • 18:20 30 Cotmeh 2024
  • |
img

ŞIRNEX - Fetûllah Yûsûf Kaplan ê li navçeya Cizîrê di serdegirtina malan de bi 4 kesan re li Dîlokê ku lê dihat dermankirin hat binçavkirin, tevî ku nû emelîyet bûbû jî bi îşkenceyê hat binçavkirin.

 
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê danê sibehê di serdegirtina malan de Abdûlkerîm Ûzen, Welat Karagoz, Rênas Duymak û kesekî ku navê wî nehate zanîn hatin binçavkirin. Yûsûf Kaplan ê li Dîlokê nexweşxaneyê dihat derman kirin jî hat binçav kirin. Hat hîn bûn ku tevî Kaplan dûh ameliyat bû ye û destê wî di alçiyê de yê jî bi ledanê hatiyê binçavkirin. Malbata Kaplan diyar kirin ku zarokê wan di dema binçavkirinê de rastî işkenceyê hatiye. 
 
Kaplan ku destê wî di alçiyê de ye ji nexweşxaneyê hate derxistin û anînê Mudiriyeta Polîsan a Şirnexê.
 
Birayê Kaplan Musa Kaplan jî ku çûye qereqolê bertek nîşanî binçavkirina bi îşkenceyê dayî jî hate binçavkirin.