Mele Reşît Irgat jiyana xwe ji dest da

  • rojane
  • 16:24 30 Cotmeh 2024
  • |
img
ÎZMÎR - Mele Mihemed Reşît Irgat ê ku tevî îşkence û zextên lê hatin kirin jî ji bo têkoşîna azadiya kurdan têkoşiya, koça dawî kir. 
 
Mele Mihemed Reşît Irgat (74) ê li Îzmîrê dijiya, wefat kir. Irgat nêzî 20 rojan bû li nexweşxaneyek taybet ji ber nexweşîna penceşêrê dihat tedawîkirin. Irgat îro jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Irgat wê roja înê bi balafirê bişînin Wanê û ji wir jî wê bibin navçeya Tetwana Bedlîsê. Hat zanîn ku wê cenaze li Goristana Tetwanê bê veşartin. 
 
MELE REŞÎT KÎ YE? 
 
Mele Mihemed Reşît Irgat li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê ji dayik bûye. Wî temenê xwe diyarî têkoşîna azadiya gelê kurd kir û ji ber vê yekê jî bênavber bi zextên dewletê re rû bi rû ma. Mele Reşît di darbeya 12’ê Îlona 1980’î de gelek caran tê binçavkirin û bi îşkenceyan re rû bi rû dimîne. Lê tevî vê yekê jî dest ji têkoşîna nasnameya xwe û azadiya kurd û Kurdistanê berneda. Ji ber zextên dewletê di sala 1993'yan de neçar me koçî Îzmîrê bike. Mele Reşît li Îzmîrê jî ji bo daw û doza kurdan têkoşiya. 
 
Her wiha Mele Reşît, bi nimêjkirin ango bi rakirina merasîma cenazeyê endama PKK’ê Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) ku di 11’ê Gulana 1992’yan de li navçeya Tetwanê di şerekî de jiyana xwe ji dest dabû, tê zanîn û naskirin.