Ji bo Herêma Serhedê hişyariya berfê

  • rojane
  • 08:32 22 Cotmeh 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo gelek herêman hişyariya barîna zêde û bagerê kir. 

 
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê (MGM) rapora xwe ya rewşa hewayî ya 22’yê cotmehê eşkere kir. Li gorî raporê; dê li bajarên Sêrt, Êlih, Bolu, Duzce, Sînop, Zonguldak, Amasya, Artvîn, Samsun û Trabzonê barîneke zêde bibare. Bi domdarî hate gotin ku li rojavayê Herêma Serhedê, başûrê rojavayê Marmarayê, qeraxên başûrê Egeyê, Devera Toroslarê ya Behra Spî, başûr û rojhilatê Anatoliyaya Navîn û li qeraxên navîn û rojhilat ên Behra Reş bager rabe. 
 
Di heman demê de ji bo bakur û rojhilatê Serhedê û deverên bilind ên rojhilatê Behra Reş şilope û berf bibare.