TJA'yê serdana malbata Rojîn Kabaîşê kir

  • jin
  • 20:19 5 Îlon 2025
  • |
img
AMED - Bi pêşengiya TJA’yê malbata Rojîn Kabaîş ya li Wanê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da, hat ziyaretkirin. 
 
Mirina biguman a xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê Rojîn Kabaîş ku piştî winda bû bi 18 rojan cenazeye wê hat dîtin, hê nehatiye ronîkirin. Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA)'yê bi beşdariya gelek rêxistinên jinan, parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya, Hevseroka DAD’ê Kadriye Dogan, Hevşaredara Sûrê Gulan Onkol serdana malbata Rojîn Kabaîşê hat kirin. 
 
Adalet Kayayê ku di serdanê de axivî got ku ew dozê ji nêz ve dişopînin û da zanîn ku wê şopdarê dozê bin û wê gumanbaran derxinîn holê. Adalet Kayayê di berdewamiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Salek derbas bû, lê yek saziyek dewletê bersiva vê pirsê neda. Gumanbarên vê meseleyê çima tên parastin. Ronîkirina dosyeyê tê wateya ku xwendekarên din yên diçin wargehan di ewlehiyê de bin.”
 
Dayika Rojîn Kabaîşê, Aygul Kabaîşê jî da zanîn ku wan giliyê wargehê kiriye û got ku ser bûyerê tê girtin. Aygul Kabaîşê da zanîn ku daxwaza wan darizandina gumanbaran e. 
 
Di serdanê de hat gotin ku dê di salvegera windabûna Rojîn Kabaîşê de meşeke girseyî bêlidarxistin.