Jiyana di konteynerê de jî ji bo mexdûrên erdjehê zêde dîtin!

  • jin
  • 10:09 5 Îlon 2025
  • |
img
SEMSÛR - Tê xwestin ku mexdûrên erdhejê yên li Semsûrê di konteyneran de dijîn, hêj xanî temam nebûyîn derxînin derveyî bajar. Jinên ku ev 3 sal in mexdûr in, bertek nîşanî vê hewldanê dan. 
 
Di erdhejên 6’ê Sibatê yên navenda wan Mereşê de yek ji bajarên herî zêde hilweşîn lê çêbûyî jî Semsûr bû. Li Semsûrê hêj xaniyên erdhejê nehatine temamkirin lê ji mexdûrên erdhejê yên li navenda bajar di konteyneran de dimînin tê xwestin ku derbasî qada konteyneran a K-2B’ê ya li derveyî bajar bibin. Waliyê Semsûrê Osman Varol, ragihand ku ji 1’ê Îlonê ve dê xebatkarên cemaweriyê yên di konteyneran de dimînin veguhêzin derveyî bajar. Xebatkarên şîrketa Hevkariya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) jî gotin ku heta xanî neyên temamkirin dê ji konteyneran dernekevin. Piştî nerazîbûna xebatkarên cemaweriyê, der heqê xebatkarên TPAO’yê de lêpirsîn hate destpêkirin. 
 
Demekî kin piştî daxuyaniya walîtiyê, hat xwestin ku tevahiya qadên konteyneran bên valakirin û welatî derbasî Konteynerên K-2B ên Nexweşxaneya Bajar a Îpekliyê bibin. Her çend welatî naxwazin konteyneran bala bikin jî, xetên ceyranê bi tevlibûna polîsan hatin birîn. 
 
'EM BI KU DE BIÇIN?’
 
Jinên ku li konteynerên K-15’ê dimînin û jê tê xwestin di nava hefteyekê de ji wir derkevin jî gotin ku heta xanî jê re neyên çêkirin naxwazin derbasî konteynerên li derveyî bajar bibin. Jinan, diyar kirin ku hewl didin tevî malbatên xwe di konteynerên 21 metrekareyan de bijîn û heman ode hem ji bo mitbaxê hem jî weke cihê razanê tê bikaranîn. Jinan, gotin ku şert û mercên wan ên jiyanê, bandoreke neyînî li ser tenduristiya wan kiriye. Ji mexdûrên erdhejê Zena Ugur ku li konteynera K-15’ê dimîne, got ku hevjînê wê nexweşê penceşêrê ye lewma mehê carekê diçin Enqereyê û tên. Zena Ugurê got: “Lêçûnên nexweşxaneyê jî li ser vê zehmetiya me ya aborî zêde bûn. Piştî erdhejê ev der dane me. Niha jî hewl didin me ji vir derxînin. Cihekî em biçinê tune ye, xanî hêj nehatine çêkirin, ma em bi ku de biçin? Em di kirê de bûn û piştî erdhejê xwediyê malê em ji malê derxist. Heke hinek demê bidin belkî avahî bên çêkirin û em jî bo xwe cihekî bibînin. Niha bihosteke axê ya ku em bikarin li ser konê xwe vegirin jî tune ye.” 
 
CEYRAN HATIN BIRÎN
 
Di berdewamê de Zena Ugurê da zanîn ku kirêyên xaniyan ji 15 hezar lîreyan dest pê dikin û got: “Em debara xwe bi mûçeyê teqawidiyê diin. Ku ew jî 16 hezar lîre ye. Heke em bi 16 hezar lîreyan xanî peyda bikin jî, gelo piştre em ê çawa bijîn? Dibêjin TOKÎ hatine çêkirin lê hêj nehatine çêkirin. Avahiyên kirê jî tune ne. Ji me re gotin ku heke hûn heta 8’ê mehê dernekevin em ê ceyran û ava we bibirin. Ceyrana konteynerên K-8’ê hatin birîn.” 
 
EV 3 SAL IN TU GAV NEHATINE AVÊTIN 
 
Ayşe Çekîm ku beriya erdhejê di kirêgir bû, di erdhejê de xaniyê wan hilweşiya û niha di konteynirê de dijî jî got: “Ez nexweş im û hevjînê min jî girtî ye. Ev jî pirsgirêkên me yên debarê zêdetir dikin. Mala me hilweşiya û em anîn vê derê. Niha jî dixwazin me derxin. Em bi ku de biçin? Bila heqê kirêya vir, yê ceyran û avê bistînin lê bila me dernexînin. Heke TOKÎ biqediyan dê me bo xwe çareseriyek peyda bikira. Lê nizanin dê niha çi bikin. Bila dewlet rêyekê ji bo me peyda bike. Bû sê sal hêj dewletê tu tiştek nekiriye.” 
 
‘HER ROJ LI BER DERIYEKE CUDA ME’ 
 
Bacîme Nenî ku li Semsûrê bi tena serê xwe dijî û gelek nexweşiyên wê hene jî, got ku bi hinceta ku wesayîtek li ser navê kurê wê heye, piştî erdhejê konteyner nedane wê. Bacîme Neniyê, anî ziman ku niha li konteynerê li cem xwîşka xwe bicih bûye û wiha domand: “Ji ber ku wesayîta kurê min heye, konteyner nedan min. Ma ez ê di wesayîtê de bijîm? Malê kirêkirî jî nînin. Di vî emrê xwe de ez her roj li ber deriyekê kesekê cuda me. Heke konteynera min hebûya dê maleke min stara xwe tê de bikira jî hebûya. Gelek nexweşiyên min hene. Heta demekî kin berê xwîn çû ser mejiyê min. Nikarim rabim ser pêyan jî, nikarim sexbêra xwe bikim. Cihekî lê bimînim tune ye.” 
 
LI QADEKE 21 METREKAREYÊ DE 7 KES DIJÎN
 
Gafîre Nenî ku ev saleke tevî 6 endamên malbata xwe di konteynerê de dijî jî got bi darê zorê hewl didin wan veguhêzin qada konteyneran a K - 2’yê. Gafîre Neniyê, bi domdarî got: “Di wan konteyneran de pac jî nînin. Ew der pir biçûk e, em 6 kes dê li wir çawa bicih bibin? Biqasî nîviya van konteyneran jî nînin. Ne mitbaxa wê heye ne jî ji bo cilşûştinê cihek. Xwişka min nexweş e û bi me re dijî. Em 7 kes dê di wî cihê biçûk de çawa bijîn? Heke cih û warê min li gund hebûya dê biçûma gund. Ji bo derketina me hefteyek dem dane. Ma em ê bi ku de biçin? Kirê pir biha ne, hêza me têr nake. Mûçeyê min jî tune ye. Û ser re jî nexweş im. Heke ji mecbûriyê nebûya em di konteynerê de nediman. Jixwe binê vê konteynerê jî nehat çêkirin. Her cara em dimeşin dibêjî qey erdhej çêdibe ewqas diheje. Şofben dane me lê naxebite. Zarok ji neçarî li erdê serê xwe dişon. Bila hinek jî me bifikirin, bila me neêxin rewşeke zehmet. Em 7 kes dê çawa di wan konteyneran de bijîn? Wezîr tê j me re dibêje me karê xwe qedand. Wisa nîne, me di rewşeke zehmet de dihêlin.” 
 
MA / Sema Bîngol