KJAR: Em ji bo jina azad, Îrana demokratîk têdikoşin

  • jin
  • 09:01 3 Tîrmeh 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rûken Nexede ya KJAR'î ku got jinên li Îranê bi felsefeya "Jin Jiyan Azadî" xwe ji bo têkoşîna azadiyê amade dikin, got ku ji ber ku ew Îraneke azad û demokratîk diparêzin û ji bo wê têdikoşin, ew ji aliyê rejîmê ve tên hedefgirtin.

Her çiqas zext û binpêkirina mafên jinan ên sîstematîk li Îranê kûrtir dibin jî, jin bi daxwazên xwe yên ji bo azadiyê berxwedaneke mezin nîşan didin. Her çend rejîm hewl dide ku daxwazên rêxistinî û civakî yên jinan bi darê zorê bitepisîne jî, tevgerên jinan bi dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" têkoşîna ji bo civakeke demokratîk xurt dikin. Ji aliyê din ve, şerê ku di navbera Îsraîl û Îranê de di 13'ê Hezîranê de dest pê kir, di demeke kurt de bi agirbesteke bi dawî bû. Vê rewşê hawîrdoreke krîzê ya tevlihev afirand ku bandoreke kûr hem li gelê Îranê û hem jî li jiyana jinan kir.
 
Endama Desteya Rêveber a Civaka Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Rûken Nexede, li ser şerê di navbera Îsraîl û Îranê, zexta navxweyî ya rejîmê û têkoşîna jinan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
 
ŞERÊ CÎHANÊ YÊ SÊYEMÎN
 
Rûken Nexedeyê got ku şerê li herêmê bi dawî nebûye, lê ketiye qonaxekee nû û di vê pêvajoyê de gel êşek kûr dikişîne. Rûken Nexedeyê destnîşan kir ku projeya veguherîna herêmî ya hêzên hegemonîk guhertinên mezin li Îranê jî pêwîst kiriye û got: "Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ku bi êrişên li ser Komara Îslamî dest pê kir, ketiye qonaxeke nû. Wêranî û êşa ku ji ber şer di civak û xwezayê de çêbûye hîn bi tevahî nehatiye dîtin. Şer ji hêla gelek aliyan ve tê birêvebirin û bi rêbazên cuda berdewam dike. Ji aliyekî ve, ew şereke germ ê teknolojîk e û ji aliyê din ve, ew bi rêbazên şerê taybet hestên herî kûr ên gel hedef digire. Hin alî dixwazin vî şerî bi teslîmbûna dewletê biqedînin, hinên din hewl didin ku gel bikişînin aliyê xwe. Lêbelê, dema ku gel nikaribe tiştekî bike, ev hewldan bê encam dimîne."
 
HÊRSA GEL
 
Rûken Nexedeyê diyar kir ku şer rasterast zirarê dide jiyana mirovan û hin ji wan bi tundî li dijî van mercan bûne.Rûkene Nexedeyê got: "Zilmên rejîmê yên wekî îşkence, xizanî, darvekirin, kuştina kolber û qaçaxçiyan, di mirovan de nefreteke kûr çêkiriye. Dema ku em behsa bandorên vî şerî dikin, divê em hemî aliyên ku gel pê re rû bi rû maye li ber çavan bigirin. Gel demeke dirêj e di şer de ye û bi taybetî bi wêraniyeke giran a aborî re rû bi rû ye. Îro, ev wêranî hîn kûrtir bûye." 
 
JINA AZAD, ÎRANA DEMOKRATÎK 
 
Rûken Nexedeyê got: "Gel ji bo avakirina hêza xwe ya biryardanê hewlên mezin dide. Dema ku dewlet peyama 'em hîn jî bihêz in, em têk neçûne' dide, ew hewl dide ku bi zêdekirina zexta navxweyî gel bitirsîne. Derdora ku herî zêde ji hêla van peyaman ve tê hedefgirtin tevgerên kurd in." Rûken Nexedeyê bi bîr xist ku PJAK 21 sal in li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji bo civakeke demokratîk têdikoşe, lê dewlet ji îradeya gel a bi serokatiya PJAK'ê ditirse û bi her awayî hewl dide ku vê îradeyê bitepisîne. Rûken Nexedeyê got ku KJAR jî 21 sal in nûnera jin û civakê ye û ew ji hêla rejîmê ve tê hedefgirtin ji ber ku ew jinên azad û Îraneke demokratîk diparêzin û ji bo wê têdikoşin. 
 
KURD Û BELUC DI HEDEFÊ DE NE
 
Rûken Nexedeyê ku got hedefa din a rejîmê gelê Beluc bûye û ew wan wekî hêzeke muxalif dibînin, bi bîr xist ku gelek ciwanên Beluc hatine îdamkirin. Rûken Nexedeyê diyar kir ku rejîmê polîtîkayên xwe yên gefxwarin û çavtirsandinê li dijî Kurdan û gelên din berdewam kiriye û got: "Girtin bûne rehînên siyasî. Rejîm hewl dide ku bi rêbazên klasîk gel bitirsîne, lê wan fêm kiriye ku êdî bi van rêbazan nikarin gel bêdeng bikin. Ew di nava xwe de jî ketine dubarebûnê."
 
JIN LI BER XWE DIDIN
 
Rûken Nexedeyê diyar kir ku jin piştgirîya şer nakin lê li hember êrişên rejîmê jî li ber xwe didin û got ku jin 3 sal in bi dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" li dijî dewleta Îranê helwesteke zelal nîşan didin. Rûken Nexedeyê got: "Jinan her cure rîsk girtine û ji bo pêşeroja zarokên xwe xwe kirine mertal. Jin ji bo jiyaneke azad li ber xwe didin. Têkoşîna jinên kurd li Îranê di hemû jinan de hişmendî çêkiriye. Jinên kurd li dijî rejîmê xwe birêxistin kirine û di bin pêşengiya KJAR'ê de pergala xwe ava kirine. Li Îran û Rojhilatê bi hişmendiyeke azadîxwaz xwe parastine. Destkeftiyên girîng bi dest xistine."
 
KJAR Û AZADIYA JINÊ
 
Rûken Nexedeyê da zanîn ku KJAR xwe bi jiyana komunal pênase dike û hilgirê civakê ye. Rûken Nexedeyê da zanîn ku "Jinên kurd bi raman û zanîna xwe şikil dane cîhana. Ev ji bo desthilatê çavkaniyek mezin a tirsê ye. Ji ber ku pergal dixwaze jinan wekî guhdar bibîne. Îdeolojiyên olî, zanistî, neteweperest û baviksalarî jinan paşguh kirine. Ji aliyê din ve, KJAR bi bingehgirtina jîneolojiyê ku zanista jinan e, jinan ji bo têkoşîna azadiyê amade kiriye. Paradîgmaya Rêber Apo ya felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' li ser 3 rêgezên bingehîn hatiye avakirin. Ev 3 rêgezên bingehîn azadiya jinan, demokratîkkirina civakê û ekolojî ne. Ger jin azad bibin, kesên azad dê bigihên, ger yekitiya jin û mêran were avakirin, dê civakeke demokratîk û xwezayî were avakirin."
 
BANDORA 'JIN JIYAN AZADÎ'
 
Rûken Nexedeyê destnîşan kir ku gelê Îranê jî hewl dide bi jinên kurd re jiyaneke azad bi hev re bihûne û got: "Her kesî dîtiye ku Jin Jiyan Azadî ne tenê dirûşmeyek e, lê çavkaniya veguherîn, berxwedan û baweriyê ye. Bi vê felsefeyê jin û mêr xwe nas dikin, rast û xelet ji hev têne veqetandin, têkilî zelal dibin û ji bo jiyaneke azad têkoşînek tê dayîn."
 
ÇARESERÎ FELSEFEYA OCALAN E
 
Rûken Nexedeyê diyar kir ku divê her kes bêyî ku wê paşguh bike li kêleka pergala ku jinan ava kiriye raweste û got: "Çareseriya rastîn fikir û felsefeya Rêber Apo ye. Her kesê ku li dora ramana azad bicive dikare serkeftinê bi dest bixe. Wêrekî, îrade û şehrezayiya jinan dê civakê bi pêş ve bibe. Şoreşa 'Jin Jiyan Azadî' şoreşa hemû jiyanê ye. Jin rastiya xwe dibînin, hemû mirovahî rastiya xwe dibîne. Her jinek ku xwe birêxistin dike pêşenga civakeke demokratîk e. Jin hêza çareseriyê ne, li hember parçebûn, tenêtî, xizanî û krîzan. Çareseriya rastîn di fikir û felsefeya Rêber Apo de ye, her kesê ku li dora ramana azad bicive dê serkeftinê bi dest bixe."
 
MA / Zeynep Dûrgût