Zhiyan Yaseen: Iraq bi qanûna rewşa kesane re îstîsmara zarokan rewa dike

  • jin
  • 09:09 11 Sibat 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Aktivîsta Mafên Jinan Zhiyan Yaseen diyar kir ku li Iraqê bi "Qanûna Rewşa Kesane" re dê di nava civakê de tundî belav bibe û got: “Ev qanûn qanûneke ku îstîsmara zayendî ya li ser zarokan rewa dike.”

Hin aliyên Şîe yên di Parlamentoya Iraqê de cih digirin bi navê "Zagona Rewşa Kesayetî" zagona ku wesayetê ji dayikê digire û rê li ber zewaca di 9 saliyê de vedike pêşkêşî parlamentoyê kirin. Piştî 3'yemîn rûniştina qanûnê, qanûn ji aliyê parlamentoyê ve hat qebûlkirin. Li gorî vê qanûnê, mezheba jinan li gorî mezheba mêran tê diyarkirin. Û guhertineke din a girîng di qanûnê de ew e ku zewac bi temen ve neyê girêdan. Sînorê temen ji bo keçan 9 û ji bo kuran 15 sal e. Di qanûna heyî de sînorê zewacê 18 sal e. 
 
Pêşnûmeya sererastkirina Qanûna Rewşa Kesî yekem car ji aliyê parlementerê serbixwe Raîd Malikî ve hat pêşkêşkirin û komên Şîe jî piştgirî dan wan. Bertekên li dijî qebûlkirina qanûnê berdewam dikin. Aktîvîsta Mafên Jinan a li Herêma Federal a Kurdistan Zhiyan Yaseen der barê qanûnê de nirxandin kir. 
 
'KESÊN PIŞTGIRIYÊ DIDIN QANÛNÊ XWEDÎ HIŞMENDIYA DAIŞ'Ê NE'
 
Aktivîsta Mafên Jinan Zhiyan Yasîn erêkirina qanûnê weke şerm nirxand û diyar kir ku qanûn bi hişmendiya DAIŞ'ê hatiye çêkirin û got: “Parlamento cewherê exlaqê civakê ye, lê bi van qanûnan hundirê wê tê valakirin û civakeke bêexlaq dipijirîne.  Dema ku em behsa mafên jinan dikin, di eslê xwe de mebesta me mafên mirovan e. Lê mixabin di vê civakê de an jî li vî welatê baviksalarî, ne pêkan e ku niha li ser qanûnên jinan û mafê jinan. Keseke heta 18 saliya xwe zarok tê hesibandin û heta ku mafê dengdanê jî nîne. Yên ku ev qanûn erê kirin û heta bi mejiyê xwe yê mêranî ev pêşnûme pêşkêşî parlamentoyê kirin, bi DAIŞ'ê re xwedî heman hişmendiyê ne. Ev qanûn ji bo Iraqê cihê şermê ye. Ev qanûn rê li ber zilam vedike ku carek duduyan yan jî çend caran bizewice ku bi rastî ev bêhurmetiya herî mezin e li hemberî jinan. Ev qanûn ji bo mafên zarok û jinan metirsiyeke mezin çêdike." 
 
'PEYWIRA PARLAMENTOYÊ ÇÊKIRINA QANÛNÊN DEMOKRATÎK E' 
 
Zhiyan Yaseen,  diyar kir ku divê qanûna ku ji aliyê parlamentoyê ve were qebûlkirin, bibe qanûnek ku mafên jinan xurtir bike û pêşî li tundiya civakî bigire û wiha domand: "Berpirsiyariya Parlamentoyê ew e ku bi rêgirtina li tundî û aloziyê bigire û aştiya civakî pêk bîne. Lê di vê qonaxê de Parlamentoya Iraqê nekariye vê erkê bi cih bîne û bi vê qanûnê mafên heyî yên jinan û zarokan binpê kiriye. Mafên zarokan û jinan hatine binpêkirin. Ne pêkanîna van qanûnên hişk, divê qanûnên piralî, demokratîk û mafên mirovan diparêze çêbike. Zewaca zaroka 9 salî wek guncaw dibînin. Ev jî bêwijdaniya wan careke din îsbat dike.”
 
'EV ZAGON NE ÇARESERÎ PIRSGIRÊK E'
 
Zhiyan Yaseen, bal kişand ser wê yekê ku qanûna ku li parlamentoyê de hatiye erêkirin tu feydeyê nade civakê û ev tişt got: "Ev qanûn dibe ku Îran û Erebîstana Siûdî jî bandor bike. Ji ber ku her du welat jî ji mezhebên Sunî û Şîe ne. Ev qanûn dê rêjeya binpêkirina mafan û tundiyê zêde bike û nabe çareserî ji tu pirsgirêkê re.  Zewaca bi zarokekî 9 salî re tevahiya cîhanê de qedexe ye. Lêbelê Iraq qebûl dike. Her wiha madeyeke din jî ew e ku mafê mêr heye ku bi jineke duyemîn yan jî zêdetir re bizewice, ev jî bêhurmetî ye li hember maf û nirxên jinan e." 
 
'EV QANÛN REWAKIRINA ÎSTÎSMARA ZAROKAN E' 
 
Zhiyan Yaseen, da zanîn ku ji bo ku qanûn were paş ve bê kişandin divê di asta navnetewî de bertek zêdetir bin û axaftina xwe wiha qedand: “Helbet ev qanûn dê di warê tenduristî, perwerde, civakî, yasayî û di her warî de bibe sedema gelek pirsgirêkan. Ji ber ku dê zarok ji dibistanan bên derxistin û bi ser nabê zewacê malê heps bikin. Ev jî dê bibe sedem ku enduristiya wan xirab bibe û dê rastî pêvajoyek tundûtûjiyê were ku dê bibe pirsgirêkek mezin a civakî. Iraqê peymanên mafê mirovan îmzekirine. Lê ev qanûn wê peymanê jî tune dihesibîne. Ev qanûn karesatek e. Her kesê mafên mirovan diparêze û ji bo wê têdikoşe divê li dijî vê yekê derkeve û bertekên xwe xurtir bike û xwe birêxistin bike. Ji ber ku ev qanûn qanûnek e ku bi rewakirina îstîsmara zayendî ya li ser zarokan mafên zarokan binpê dike ye.Ev qanûn wê Iraqê bixe nava krîzeke civakî. Divê her kes li dijî vê yasayê dengê xwe bilind bike."
 
MA / Zeynep Durgut