Jinan ji bo 'Sala Malbatê' got: Ka berpirsiyariya bav?

  • jin
  • 09:08 11 Sibat 2025
  • |
img
ENQERE - Jinên ku me “Sala Malbatê” ya ku AKP’ê li Enqereyê îlan kir ji wan pirsîn gotin: “Dixwazin bi polîtîkayên dayika cîran, xebata barsivik û zayinê jinan hepsî malê bikin. Di mezinkirina zarok de tenê ne dê, divê berpirsiyariya dê jî hebe." 
 
Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan sala 2025'an wekî "Sala Malbatê" îlan kir. Di nava gavên ku hatine avêtin de erka "dayikbûnê" ji jinan re, modelên xebata sist û kêmbûna welidandina bi rêya sezeryanê teşwqî kirin. Me ev yek ji jinên Enqereyê pirs kir. 
 
‘ARMANC JINAN HEPSÎ MALÊ BIKIN' 
 
Ûmûgûlsûm Kuyubaşiyê diyar kir ku ew baş li "Sala Malbatê" nanêre û "Sala Teqawidan" ya ku par hat îlankirin bi bîr xist û got: "Rewşa kesên teqawîtbûyî diyar e. Modela xebatê ya nerm tê wateya îstîsmarê. Jinan wekî hêza kar a erzan dibînin. Bi xebatê jî dixwazin jinan hepsî malê bikin." 
 
Huzûn Gokçeyê jî bal kişand ser zehmetiyên ku dayikên karker dijîn. Huzûn Gokçeyê anî ziman ku piştgiriya ji bo zexîreyê zarokan pir kêm e û got: "Mezinkirina zarokan divê tenê ne berprisiyariya dê be, divê bav jî daxilî vê pêvajoyê bê kirin." 
 
Bahar Aslan Çetînê anî ziman ku divê di serî de dewlet destekê bide zarokên nû ji dayik bûne û wiha dewam kir: "Ji bo jinên ku dixwazin bixebitin divê desteka kreşê bê dayîn. Beriya her tiştî divê dewlet berpirsyariya xwe bi cih bîne. Li şûna modela xebatê ya sist, divê jin û mêr di nava şert û mercên wekhev de beşdarî jiyana karsaziyê bibin.
 
Rûmeysa Yildizê anî ziman ku li welêt tu jin ne ewle ye û wiha got: “Her roj em rastî nûçeyên kuştina jin an zarokek tên. Dema ku ez zarokê xwe dixim cihê wan diêşim. Ez xwe ewle nabînim ku li kolanan bimeşim, dê zarok çawa bên parastin? Mesrefa pitikekê mehê ji 5 hezar lîreyî derbas dibe. Dema ku lêçûnên kreşê lê zêde bibin, herî kêm 15 hezar lîre hewce dike. Pakêteke potik û mam heya hezra û 500 lîreyî diçe. Piştgiriya ku ji hêla dewletê ve tê dayîn têra mesrefên hefteykê jî nake. Di warê mezin kirina zarokan de divê berpirsiyarî ya bav jî be. Modela dayika cîrantî ne ewle ye."