TJA'yê li Amedê çalakiyên 25’ê Mijdarê li dar xist

  • jin
  • 16:06 19 Mijdar 2024
  • |
img

AMED  - TJA’yê li Amedê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de bi jinan re hevdîtin kir. 

 
Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan de li Taxa Ben û Sen a navçeya Bajarê Nû ya Amedê atolye li dar xist. Di atolyeyê de hemû cureyên tundiyê yên li dijî jinan hatin nîqaşkirin. Di atolyeyê de jin li gorî paradîgmaya “Jina Azad” a Rêberê PKK’ê Abdullah de hatin agahdarkirin û hate gotin ku divê jin li dijî hemû cureyên tundiyê dengê xwe bilind bikin û piştevaniya hev bikin. 
 
Di atolyeyê de cihêkarî, tundî û mobbînga jin li malê, li kolanan û li kargehan tê kirin hate vegotin û hat destnîşankirin ku bi saya têkoşîna Tevgera Jinên Kurd mezin kirî zanyar bûne û li ser vê bingehê xweparastina xwe pêş xistine. 
 
XANA AXPAR 
 
TJA’yê li gundê Mela Eliyê Jêr ê navçeya Xana Axparê ya Amedê jî bi jinan re hevdîtin kir. Gelek jin tev li hevdîtinê bûn. Psîkolog Dîlan Kanat Ulkegen li ser bandora psîkolojîk a tundiyê sekinî.