AMED - MKG'ê bi boneya duyemîn salvegera qetilkirina rojnameger û akademîsyen Nagihan Akarselê daxuyanî da û got: “Em ê pênûsa Nagihanê her tim zindî bihêlin. Têkoşîna wê dê li her derê olan bide.”
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) bi boneya 2'yemîn salvegera qetilkirina rojnameger, akademîsyen û endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarselê daxuyaniya nivîskî weşand.
Daxuyaniya MKG’ê wiha ye: “Nagihan Akarsel heta dawiya emrê xwe bû yek ji pêşenga têkoşîna jinan û kedkara çapemeniya azad. Jiyana wê di 24’ê hezîrana 1977'an de li Golyaziyê dest pê kir. Rojnameger, akademîsyen û nivîskar bû. Bi van aliyên xwe û bi têkoşîna xwe ji xwe re rêyeke bi hêz xêz kir. Her çiqas ev rê bi demên zor, bi dîwarên girtîgehê dorpêçkirî be jî Nagihan Akarsel di her gava xwe de ji bo azadiya jinan û ji bo wekheviya zayenda civakî têkoşîneke mezin da û fêdeyeke wê ye mezin gihişt van qadan.
FERRUHZAD BANDOR LÊ KIR
Dema li dibistana amadehiyê ya Konyayê dixwend lêgerîna wê ya azadiyê dest pê kir. Vê lêgerînê ew bir Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Gazî ya Enqereyê. Nagihanê di 1993'yan de gav avêtibû jiyana zanîngehê lê belê ji ber zextên siyasî perwedeya wê nîvcoyî ma. Lê belê ev yek ji têkoşîna wê re nebû asteng. Dema di 2001'ê de hat girtin wê dev ji azadiyê berneda. Zextên li girtîgehê lê hat kirin ew têk nebir. Ew hîn bi hêz bû. Wekî hevalên wê jî anîne ziman, helbestên Furug Ferruhzad û pirtûka ‘Jinên bi Guran re Direvin’ jiyana wê ronî kirin.
DI TÊKOŞÎNA JINAN DE ROLEKE GIRÎNG LÎST
Piştî di 2007'an de ji girtîgehê tehliye bû dîsa beşa xwe ya rojnamegeriyê dewam kir, jiyana xwe ya ji bo têkoşîna jinan hîn bêhtir kûr kir. Li Zangîngeha Hacettepeyê li ser xebatên jinan xebatên akademîk meşand. Vê yekê jî biryara wê ya li ser azadiya jinan nîşan dida. Di 2008'an de li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) dest bi rojnamegeriyê kir, ji bo pêşketina nûçegihantiya jinan ew bû xaleke girîng. Heta 2014'an de bi xebatên xwe yên di vê qadê de dengê jinan da bihîstin û ji bo têkoşîna jinan bê xuyakirin roleke girîng lîst.
Yek ji xebatên girîng ên Nagihanê Jineolojî bû. Nagihanê li Rojava, li Silêmaniyeyê xebatên girîng kir. Wê ji bo Pirtûkxaneya Jinan a Kurdistanê ya li Silêmaniyeyê xebateke girîng kir.
JI BO CEZAKIRINA HEVKARÊN SÛC GAV NEHATIN AVÊTIN
Mixabin di 4’ê cotmeha 2022'yan de Nagihan bi êrişeke çekdarî li Silêmaniyeyê hate qetilkirin. Lê belê fikr, xebat û têkoşîna wê her tim zindî ma û wê her tim bijî. Welatiyê Tirkiyeyê Îsmaîl Rasim Rifat Peker ê êrişa çekdarî pêk anî her çiqas di 24’ê kanûna 2023'yan de hatibe girtin û cezayê mirinê lê hatibe birîn jî malbata Nagihanê û raya giştî têra xwe têkildarî pêvajoyê nehatin agahdarkirin. Hevkarên sûc ên dinê ji bo bên darizandin hîn tu gav nehatiye avêtin.
EM Ê XWEDÎ LI MÎRATEYA AKARSEL DERKEVIN
Di duyemîn salvegera qetilkirina Nagihanê de em li têkoşîn û mîrateya wê xwedî derdikevin. Em ê wekî Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê bîranîna Nagihanê her tim zindî bihêlin. Em ê meşa di rêya wê de bidomînin. Em ê bibin dengê jinan, em ê têkoşîna azadiyê bidomînin, em ê Jineolojiyê bidin jiyîn û em ê li ser navê Nagihanê daxwaza edaletê bidomînin. Ev berpirsiyariya me ya mezin e. Nagihan Akarsel, ew ê têkoşîna te li her derê olan bide û di dilê me de bijî.”