WAN - Ji Kovara Jineolojiyê Rojda Yildiz diyar kir ku îktîdar ji hêla bîrdoziyê ve herî zêde êrişî jinan dike û got ku wan di komxebata xwe de li ser rêbazên têkoşîna hevpar nîqaş kirine.
Kovara Jineolojiyê di 21-22’yê îlonê de li Wanê komxebata “Di Sedsala 21’emîn de Polîtîka û Rêbazên Têkoşînê ya li Dijî Pergala Mêrê Serdest” li dar xist. Komxebat du rojan domiya û ji Kurdistan û Tirkiyeyê gelek jin tev li bûn. Di komxebatê de bi sernavên cuda gelek rûniştin hatin pêşkeşkirin.
Endama Lijneya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Rojda Yildiz têkildarî komxebatê û girîngiya jineolojiyê axivî.
LI ROJHILATA NAVÎN MÎRATEYA JINAN
Yildiz, diyar kir ku Jineolojî piştî parastinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bûye rojev û wiha got: “Jinan jî xebat meşand û pêş xist. Di 2015’an de Kovara Jineolojiyê derçû. Di vê pêvajoyê de jinên bakur, başûr û rojavayê Kurdistanê hatin gel hev. Me gelek atolye û perwerde li dar xistin. Di van xebatan de di çarçoveya rastiya Kurdistan û Rojhilata Navîn de mîrateyeke mezin a jinan derket holê. Gelo dê me çawa bikariya van zanyariyan û mîrateyê veguherînin pergaleke zanistî? Nîqaş hatin kirin û dema em jiyaneke nû birêxistin dikin, her wiha nîqaşa ‘gelo em ê çawa wê jiyanê veguherînin zanistê’ dikin.”
RÊBAZÊN HEVPAR ÊN TÊKOŞÎNÊ TÊN NÎQAŞKIRIN
Bi domdarî Yildiz got ku yekemîn komxebata xwe li dar xistine û ev tişt anî ziman: “Di demên berê de semîner û panelên biçûk hatibûn lidarxistin. Cara ewil me organîzasyoneke wiha mezin li dar xist. Demekî dirêje tespîta ‘Sedsala 21’emîn dê bibe sedsala jinan’ tê kirin. Lê li dijî vê tespîtê faşîzma mêrê serdest heye ku roj bi roj mezin dibe. Ne tenê li Kurdistan û Tirkiyeyê, li seranserî cîhanê êrişên dijwar hene. Ev ne tenê êrişên fîzîkî ne. Her tişt kûrewî bûye, nîjadperestî û dijberiya penaberan zêde bûye. Ji van êrişên bîrdoziyê herî zêde jin jê bandor dibin. Lewma ji deverên cuda yên cîhanê jin tên gel hev û li rê û rêbazên têkoşîna hevpar digerin. Em jî hewl didin bi jinên ji derdorên cuda re bên gel hev.”
Di berdewamê de Yildiz destnîşan kir ku pêla êrişê ya îktîdara AKP-MHP’ê ya li dijî jinan didome û wiha pê de çû: “Armanca ji van êrişan jî bi tenêhiştina jinan e. Demekî dirêje jin li dijî van êrişên dewletê nîqaşa ‘gelo em ê çawa bikarin têkoşîna hevpar birêxistin bikin’ dikin. Di komxebatê de jî me li ser vê mijarê nîqaş kirin.”
'DIVÊ HERÎ ZÊDE ZILMA LI SER NÎQAŞÊ BIKIN’
Yildiz, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo tevgera jinên kurd guherîn û veguherîn girîng e. Ji bo vê mijarê atolyeyên cidî, xebatên perwerdeyê, mekanîzma û nexşerê hene. Bi taybet jî di vê mijarê de em û tevgerên jin hinek ji hev cuda ne. Lê belê lêgerîneke ji bo dîtina van rê û rêbazan heye. Gelo jin pêşengtiyê ji guherîn û veguherîna zilaman re dikin an na, ev meseleye jî heye. Divê bi taybet jî zilam Jineolojiyê bixwînin. Heke daxwazeke ji bo guherîn-veguherîna civakî hebe, divê mirov guherîna zilaman ji vir bide destpêkirin. Yanî divê Jineolojiyê bixwînin û tev li nîqaşan bibin. Divê zilam jî bi heqîqetê bizanin.
A rast zilam, di nava têkiliya efendî-xulam de dijîn. Divê xwebûniyek hebe. Îro zilam ne xwe ye. Xwebûn bi rastî jî îradeyeke cidî dixwaze. Divê zilam bikare îradeya ‘ez ji vê pergala heyî ya mêrê serdest aciz im û dê nebim parçeyeke vê pergala jinan dikuje’ raber bike. Xweziya mêran jî bikariyan bi qasî jinan gavên biwêrek biavêtina. Civakeke azad û wekhev girêdayî dilsoziya mêran a bi vê fikrê re ye. Bi rastî jî em ji civakeke azad û wekhev çi fêm dikin? Daxwazeke me ya wisa heye? Divê nîqaşa vê were kirin. Divê li cihekê ‘çanda kuştina jinan’ heye de divê bi rastî jî nîqaşa xwebûnê were kirin. Lê bi qasî ez dişopînim, zilam ji vê rewşê aciz nîne. Divê ji bo aciz bibe hinek gavan biavêje. Divê çanda nîqaşê li vir were destpêkirin. Di vê mijarê de jineolojî qadekî nîqaşê ya baş e.”