STENBOL - KCDP’ê ji bo qanûna hejmar 6284’ê baş were bicihanîn kampanyaya seferberiyê da destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de dê tax bi tax, kolan bi kolan çalakiyan li dar bixe.
“Peymana Konseya Ewropayê ya Pêşîlêgirtina Tundiya li Dijî Jinê û Tundiya li Navmalê û Têkoşîna li Dijî Tundiyê” ya bi kurtasî weke “Peymana Stenbolê” tê binavkirin ku ji bo pêşîlêgirtina tundiya li ser jinan û afirandina çareseriyên bingehîn di 11’ê gulana 2011’an de ji îmzeyê re hate vekirin, di 1’ê tebaxa 2014’an de kete meriyetê. Tirkiyeyê di 11’ê gulana 2011’an de peyman mohrk kir û bû welatê ewil a peyman mohr kirî.
Tevî vê jî bi hinceta “Zirarê dide avadaniya malbatê ya tirk”, di 20’ê adara 2021’ê de bi biryara serokkomar a hejmar 3718 a di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin, hate betalkirin. Îktîdara ku çav berda destkeftiyên jinan, piştre jî 6284 “Qanûna Têkildarî Parastina Malbatê û Pêşîlêgirtina Tundiya li Dijî Jinan” hedef girt. Jin jî li dijî vê hewldanê ketin nava liv û tevgerê. Jin bertekan nîşan didin û Platforma Em ê Pêşî li Cînayetên Jinan Bigirin (KCDP) çendek roj berê ji bo qanûna behsa xeberê kampanyaya “seferberiyê” da destpêkirin.
Kampanya bi dirûşma “Me nivîsand em ê bicih bînin. Ji bo 6284’ê tev li seferberiyê bibe” hate destpêkirin. Sekretera Giştî ya KCDP’ê Fîdan Ataselîm û Nûnera Meclisên Jinan Nûran Karahan têkildarî mijarê bi ajansa me re axivîn.
Ataselîm, anî ziman ku qanûna hejmar 6284’ê di encama têkoşîna tevgerên jin û femînîstan hatiye bidestxistin û wiha got: “Mîna Peymana Stenbolê, di qezenckirina qanûna hejmar 6284’ê de jî xwîna Ayşe Palali heye. Ayşe Palali tê bîra her kesî. Ji ber ku beriya qanûna hejmar 6284’ê qanûneke din hebû û qanûna hejmar 4320’ê Ayşe Palali neparast. Em, ji bo qanûna 6284’ê bikeve meriyetê têdikoşin. Bi betalkirina Peymana Stenbolê, bi pêşxistina polîtîkayên malbatê derdixin pêş, qanûna qirkirina sewalan û hwd. tundiyê asayî dikin û cînayetên jinan zêde dibin. Jin herî zêde di nava malê de tên kuştin û ji hêla kesên dixwazin hevberdin ve tên kuştin. Êdî di nava malbatê de zarok jî tên kuştin.”
‘HERKESÎ VEDIXWÎNIM SEFERBERIYÊ’
Ataselîm, girîngiya qanûna behsa xeberê vegot û got ku ev qanûn ji bo parastina jinan girîng e. Ataselîm, diyar kir ku ji bo qanûn bi awayekî çalak bikeve meriyetê seferberî dane destpêkirin û wiha got: “Têkildarî vê qanûnê em ê perwerdeyan bidin û dozan bişopînin. Bi rastî jî pêkan e ku hêj jin dijîn mirov wan biparêze. Gelek hevalên me bi saya qanûna hejmar 6284’ê dijîn. Ez bangî her kesî dikim ku tev li vê seferberiyê bibin.”
‘HEKE BI ÇALAK BIXIN MERIYETÊ DÊ CÎNAYETÊN JINAN KÊM BIBIN’
Nûnera Meclisên Jinan Nûran Karahan jî got ku cînayetên jinan û mirinên biguman ên jinan zêde bûne û ev tişt anî ziman: “Sedema vê ya herî girîng jî ew e ku polîtîkayên jinan diparêzin û rê li ber tundiyê digirin tune ne. Qanûna herî girîng 6284 e. Û heke em vê qanûnê bi awayekî çalak bixin meriyetê, dê hejmara cînayetên jinan û mirinên biguman jî kêm bibe. Sala Peymana Stenbolê ketî meriyetê, jinan îrade raber kirin û sala herî kêm jin hatin qetilkirin sala 2011’an bû. Anku heke îrade were nîşandan cînayet jî kêm dibin.”
‘EM DIKARIN PÊŞEROJEKE JIN NAYÊN QETILKIRIN AVA BIKIN’
Karahan, destnîşan kir ku bicihneanîna qanûna dibin sedema cînayetan û wiha bi dawî kir: “Ji bo kampanyaya seferberiya 6284’ê em ê li hemû tax, zanîngeh û bajaran panel, hevdîtin û civînan li dar bixin. Em ê bang li her kesî bikin ku bibin parçeyeke vê seferberiyê. Heke em eniyeke xurt ava bikin, wê demê em ê bikarin pêşerojeke ku jin nayên qetilkirin ava bikin.”
MA / Yeşîm Tukel