‘Heya aştî were em ê têbikoşin’

  • jin
  • 11:43 31 Tebax 2023
  • |
img
AMED - Dayikên Aştiyê Naîfe Yîgît û Meryem Soylû yên ku bi salan e li kolanan aştiyê tînin ziman gotin ku divê her kesek aştiyê biqîre. 
 
Dayikên Aştiyê ku ji bo pirsgirêka kurd bi awayeke demokratîk were çareserkirin ji sala ava bûye ya 1999’an heya niha bûne remza têkoşînê. Dayikên bi daxwaza aştiyeke birûmet li qadan in, gelek çalaki pêk anîn. Weke înisiyatîf ji sala ava bûye ya sala 1999’an heya niha bi dirûşmeya “Em dayik in, aştiyê dixwazin” dengê wan qet qut nebû. 
 
Dayikên aştiyê Nafiye Yîgît û Meryem Soylû destnîşan kirin ku ew ê di arafeya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de careke din li qadan daxwazên xwe yên aştiyê bînin ziman.
 
Dayika Aştiyê Nafiye Yîgît destnîşan kir ku weke fiîlî ev 20 sal e têkoşînê dide meşandin û derberê tevgera xwe ya ewil de wiha got: "Wek dayikek dilê min jî dişewitî, min xwest ez jî hin tiştan bikim û min biryar da ku bi dayikên aştiyê re tevbigerim. Bi qasî ku me xwe nas kir heya niha rastî zilm, îşkence û neheqiyê hatin. Yên ku bi salane tên qetilkirin, rastî îşkenceyê tên û tên girtin, zarokên van dayikan in. Min jî weke hevalên xwe yên din vê derê weke qada têkoşînê dît. Em ji bo herdû aliyan jî weke pirekê ne. Dayik tu caran şer nexwestin. Yên ku herî zêde ji şer diêşin û hêsiran dibarînin dayik in. Dewlet bangên me yên ku me heya niha kirine nabîhise, destê me yê ji bo aştiyê dirêj kiiiye nagire.
 
'HEYA AŞTÎ WERE EM Ê TÊBIKOŞIN’
 
Dewlet tu caran dengê me nebîhist. Dewlet dibêje li vî welatî şer û pirsgirêk nîn in. Ger şer tune be tiştên me dîtine çi bûn? Çima mirov dimirin çima kesek tiştekî nakin. Zarokên van dayikan çima dimirin. Em banga aştiyê dikin lê belê ew cenazeyên zarokên me di kutiyên kargoyê de teslîmî me dikin. Me şahidî kir ku di nava kîsekî de cezazeyê kur teslîmî bav kirin. Banga me ya aştiyê ji bo ku ev tişt neyên jiyîn in. Ji bona ku dilê tu dayikan neşewite, heya aştî tê em ê têkbikoşin.”
 
‘JI SEKINANDINA XWÎNÊ XWEŞTIR ÇI HEYE?’
 
Dayika Aştiyê Meryem Soylû jî hinceta têkoşîna aştiyê 9 sal û nîv cezayê hepsê daye piştî ji girtîgehê derket di nava têkoşînê de cihê xwe girt. Dayika di bin banê Komeleya Yekîtî û Çand û Piştevaniyê ya bi Malbatên di Derguşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re, têkoşîna xwe didomîne wiha axivî: “Em aştiyeke birûmet û edaletê dixwazin lêbelê yên li hemberî me ne ji edaletê ne ji aştiyê fêm nakin. Em dibêjin bila ev xwîn bisekine ciwan nemirin. Her ku em sax bin em ê ji bo aştî edalet û wekheviyê têbikoşin. Pêşîlêgirtina herîkîna vê xwînê xweştir çi heye? 
 
‘EM JIBÎR NAKIN LÊ DÎSA DIBÊJIN AŞTÎ’
 
Bi şer çareserî nabe. Tu êriş nikarin vê vînê bişkîne. Hûn jî wekî me neçarê aştiyê ne. Demekê xwestin bi kontrayan, bi hizbûllahê çok li vî gelî bidin şikandin. Gelê kurt serê xwe netewand, bi vî awayî jiyankirinê qebûl nakin. Ciwanên kurdan bi kîmyasalan dikujin, daristanan, xwezayê ketil dikin. Ji Sala 1985’an heya niha di nava têkoşînê de me û ji be vê yekê tim bi zext, zilm û binçavkirinê mam, hatim dîlgirtin. Me nekarî em xwe bigehînin hestuyên zarokên xwe. Ma tişta ji vê pêdetir heye. Li dijî vê hovitiyê jî em dibêjin aştî. Tiştên me jiyan kirine nayên jibîrkirin. Jibîrnakin û tevî vê êşê em ê bibêjin aştî.”
 
'JI BO AŞTIYÊ DIVÊ TECRÎD RABE’
 
Soylû destnîşan kir ku ji bo aştiyeke birûmet divê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin û got: “Divê demildest tecrîd were rakirin û hevdîtin jinûve werin destpêkirin. Ger hevdîtin bi wî re neyên kirin dê aştiyek birûmet çênabe. Gelê Kurd tu carî tu wextan dest ji vîna xwe berdane. Aştiyeke birûmet ji bo hemû cîhanê derbasdar e. Divê di tevahiya cîhanê de aştî were pêkanîn.”