Di kenê Nazim de şoreş veşartî bû

  • rojane
  • 09:05 16 Kanûn 2025
  • |
img
RIHA - Nazim aliyê kêm ê sal û erdnîgariya ku em lê dijîn bi kena xwe vegot. Ew ken, Nazim bir Rojava, axa ku şoreş lê ji dayik bûye. Dema li Rojava bû jî Nazim veguhastina her geşedanê domand. Nazim, li dû xwe di demên herî zor û zehmet de pratîka rojnamegerî çawa tê kirin, wek mîras hişt.
 
Dema mirov behsa mirovekî, diyardeyekê an serdemekê dike, carinan kêlî têrê dikin. Hewcedarî bi vegotina kronolojiyeke dirêj, dîrok an tevahiya çalakiyan nîne. Wêneyekî tenê yê aîdî dîrokê, peyveke tenê ya der barê bûyerê de, kêliyek aîdî kesekî bes e. Ji ber vê yekê ez difikirim ku ji bo vegotina Nazim hewce nake mirov hevokên zêde saz bike. Dema dixwazim Nazim vebêjim, parve bikim, dostanî, dilgermî, xebatkarî û dilsoziya wî ragihînim, hevrêyê ku bi kena xwe coş dida cihê ku lê dijî û tevgerê çêdikir, di hişê min de zindî dibe.
 
Min Nazim bi pênaseya Adnan Yucel, "Di bedewiya şerekî de" nas kir. Dema em ji bo xebateke rojevê ya ajansa nûçeyan a em lê dixebitîn (Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê / DÎHA) ku diviyabû bêkêmasî bihata şopandin hatin gel hev, min bi wê kena wî ya bîhna şoreşê jê dihat, nas kir. Hîn di kêliya ewil de Nazim bi xebat û afirandina xwe îspat kir ku ew ken mizgîniya şoreşê ye. Nazim ê ku ji gundê Dîbeglî yê navçeya Giyadîn a bajarê piçûk ê Serhedê Agiriyê bû, ji bo xwendina zanîngehê hatibû Dîlokê, li hemberî înkara nasnameya xwe, tunehesibandina zimanê xwe û têkoşîna jiyanê ya malbata xwe ya bi zehmetî, bi kena xwe bersiv dida. Dema sînema dixwend, digot ku divê sînemaya şoreşê ne bi zimanê yê bindest, divê bi kenê berxwedêr bê çêkirin. Di rojnamegeriya wî de jî ev fikra wî dibû meşaleya ku riya wî vedikir.
 
Dema xwendina xwe û rojnamegeriyê didomand, em bi hev re bi tariya DAIŞ’ê re rûbirû bûn. Dema DAIŞ li Kobanê di hewldana îspatkirina îdeolojiya xwe ya tarî de bû, li ser sînor em dîsa bûn şahidê wê kenê Nazim. Bi kenê xwe digot "Kobanê nakeve" û mizgîniya serkeftina şoreşgerên ku 126 rojan berxwedan, dida. Mirovahiya cîhanê bi dîmenên ku Nazim li ser sînor kişandin, bû şahid bê kî bi kê re ji heman tasê av vexwariye û nan xwariye. Yek ji faktorên sereke yên ku şoreşgeran ji her alî ve kişand ser sînor û berxwedanê, dîmenên ku ji aliyê Nazim ve hatine kişandin bûn. Li aliyê din ve kenê Nazim piştgirî dida şoreşgerên ku li ber xwe didan û bi taritiya DAIŞ’ê re têdikoşiyan.
 
Xwestin ku berdêla wî kenê bi girtîgeh û zextê bi Nazim bidin dayîn, lê Nazim dev ji ken berneda. Dema li taxa Beybahçe ya Dîlokê komkujî li dijî Kurdan dihate kirin, ew bêyî teredûd nîvê şevê vegeriya qada xebatê. Belkî jî cara ewil min halê Nazim ê nedikeniya di şopên wê komkujiyê de dît. Zarokê biken, cara ewil li goristanê, li cihê komkujiyê bû şirîkê êşa wan mirovan û ragihand ku komkujî çawa pêk hatiye.
 
Veguhestina mirovan a ji bo DAÎŞ’a ku li Cerablûsê serdest bû, dîsa Nazim tomar kir. Nazim mohra xwe li gelek ‘yekemîn’ên ku ez nikarim bijmêrim xist. Nazim aliyê kêm ê sal û erdnîgariya ku em lê dijîn, bi kene xwe vegot. Ew ken, Nazim bir Rojava, axa ku şoreş lê ji dayik bûye. Dema li Rojava bû jî Nazim veguhastina her geşedanê domand. Ew êdî nûçegihanekî şer û avakirinê bû, lê ken ji bîr nekir. Li Herêma Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, berfirehbûna YPG/YPJ’ê ya ber bi QSD’ê ve û avakirina pêvajoya avakirina pergala gelan a bi hev re, şopand.
 
Nazim, li dû xwe di demên herî zor û zehmet de pratîka rojnamegerî çawa tê kirin, wek mîras hişt. Di berxwedana li Bendava Tişrînê de jî di refên herî pêş de bi gel re cih girt. Hewldana afirandina tirs, fikarê ya di navbera gelan de ku argumana bingehîn a şerê taybet e, bi kena xwe têk bir. Di kêliya digotin "Bendav ket" de, derket ser bendê û serdestiya tam a hêzên azadiyê ji raya giştî ya cîhanê re ragihand. Ji ber vê yekê bû hedefa rasterast a şerê “taybet”. Wesayîta ku bi hevrêyê xwe yê rojnameger Cîhan Bîlgîn re lê siwar bûbû da ku berxwedana li nuqteyeke din bikişîne, bû hedef.
 
Xwestin kena Nazim bitemirînin. Lê hevrêyê min soz be ji te re, ew kena te dê bi awayê ku di bîra min de maye veşartî bimîne. Ez bawer im ku di hişê şopdarên te de jî dema bêjin Nazim, rojnamegerê şoreşger û kena te dê bê bîra wan.
 
MA / Mûrat Çîftçî

Sernavên din

13:49 Tevdîra kontrola edlî ya 5 rojnamegeran hate rakirin
13:07 Dîroka hevdîtina Şandeya Îmraliyê û AKP’ê diyar bû
12:52 Dê mitînga 'Hêvî û azadiyê' bê lidarxistin'
11:57 Eyşe Şan dê bi çalakiyên curbicur bê bibîranîn
11:53 Di serdegirtinên li Stenbolê de 11 jin hatin binçavkirin
11:03 Hesreta ji bo gorekê: Quncika Nazim û Cîhanê
10:51 Wekîlên DEM Partî û AKP’ê ji bo pirsgirêkên Wanê civiyan
10:42 Ji xelkê Aydinê bang: Budçeyê ji bo gel veqetînin
10:32 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Partiya Gelecekê dest pê kir
10:10 Li dijî GAÎN Medyayê operasyon: Rayedarên şîrketê hatin binçavkirin, qeyûm hat tayînkirin
10:04 Tirkiye bi guman nêzî kîjan xalên 'xweseriyê' dibe?
10:02 Li dijî talankirina xwezayê darên berûyê didanin
10:01 Ji meteorolojiyê hişyariya berf û baranê
09:41 Ji Aykol re name: Min ji cezayê hucreyê beraet kir lê nayêm berdan
09:15 Qesabxaneya 12 milyonî ya qeyûm hê jî neqediyaye
09:13 Zabitayên êrişê Karataş kiribûn bûn mexdûr Karataş jî bû gumanbar!
09:09 Welatiyên Agiriyê ji bo rêya bixeter daxwaza çêkirina rêyek alternatîf kirin
09:07 3'yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê bû navnîşana hevdîtinê
09:05 Di kenê Nazim de şoreş veşartî bû
09:00 Tehliyeya girtiyê nexweş Yildirim bi îdiaya axaftina 'rêxistinî' hat astengkirin
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2025'AN
15/12/2025
20:10 Platforma Jinan a Rojava ji bo mexdûrên lehiyê banga alîkariya kir
18:24 Li Îranê 4 Kurd hatin binçavkirin
18:18 Li Erebistana Siûdî 340 kes hatin bidarvekirin
16:30 Tulay Hatîmogûllari: Pêwîst e verastkirinên qanûnî demildest bên kirin
16:16 Carek din xwîn dan rojnameger Aykol
15:53 Li Wanê civîna gel: Têkoşîna me dê bi azadiya Rêber Apo bi encam bibe
15:31 Berfîn Nûrhaq û Sema Roza li Mêrdîn û Amedê hatin bibîranîn
15:22 Polîsê Kazanhan qetilkirî ev 11 sal in nayê girtin!
14:48 Li ber Girtîgeha Amedê banga hevrûbûnê hat kirin
13:36 Ji Aykol re name: Di dinyaya me de herî zêde tu heyî
13:26 'Bêdengbûna çekan encam nîne, destpêk e: Armanc, aştiya pozîtîf e’
12:49 Li Hatayê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
12:47 Şandeya Îmraliyê dê bi Davutoglû re hevdîtinê bike
12:43 Rapora BÎSAM’ê: Sînorê xizaniyê bû 94 hezar û 393 lîre
12:37 Hevdîtina Şandeya DEM Partiyê û Ozel hat taloqkirin
11:17 Îtîraza li dijî taloqkirina berdana rojnameger Kurt nehat qebûlkirin
10:46 Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dê bên bibîranîn
10:36 Hejmara kesên li Awûstralyayê di êrişa çekdarî de mirin derket 15’an
10:28 Kesên ji bo Nan û meşiyan: Ne ji bo şer ji bo aştiyê bixebitin
10:20 Dayikên Aştiyê: Divê Abdullah Ocalan di nav miletê xwe de be
10:08 Prof. Jorge Riechmann: Gavên Abdullah Ocalan rêyên nû yên aştiyê vekir
09:48 Daxwaza gel: Bila Bahçelî gotina xwe bicih bîne û Abdullah Ocalan azad bibe
09:27 Ji bo Serhedê hişyariya barîn û sermayê
09:07 Xwebûn bi manşeta ‘Licê de şero taybet’ derket
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2025'AN
14/12/2025
22:35 3'yemîn Festîvala Fîlman a Amedê bi xelatan bi dawî bû
16:48 Li Mûşê civîna gel: Em ê pêvajoyê bi ser bixin
16:38 Li qada şewitî 5 hezar darên berûyê hatin çandin
16:36 3’yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê bi pêşandana fîlman didome
15:50 Meşvanên ‘Nan û Aştiyê’ li Enqereyê ne: Budçeya ne ji bo şer, ji bo gel û kedkaran
15:49 Kesên di qedexeya derketina kolanan de hatibûn qetilkirin hatin bîranîn
15:16 'Komun û meclis biqasî nan û av pêwîst in’
14:57 Li Cizîr û Êlihê şîn bi girseyî hatin ziyaretkirin
14:43 Omer Ocalan: Rêber Apo dibêje ‘divê li her malê bi Kurdî bê axaftin’
14:26 Li Awûstralyayê êrişa çekdarî: Herî kêm 10 kes mirin
14:24 Girtî Rûkiye Fîdan ku ji malbata xwe 4 kes winda kir birin şînê
13:42 YE û HRW’ê ji bo Nêrgiz Mihemedî bang li Îranê kir
13:26 'Li dijî tiryak û fihûşê em ê bi hev re têbikoşin û bi hev re bi ser kevin’
12:15 Pervîn Buldan: Abdullah Ocalan di pêvajoya aştiyê de herî zêde ji jinan bawer e
11:51 'Em hewl didin bi Şamê re lihev bikin lê Tirkiye mudaxile dike’
11:41 Bayindir: Rapora AKP’ê ji ruhê pêvajoyê dûr e
11:05 Li Roboskê ciwanekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:14 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:01 Akademîsyena îtalî: Bi hêviyeke mezin piştgiriyê didim daxwaza aştiyê ya Kurdan
09:51 Ji xwendekaran komuna perwerdeyê ya Kurdî
09:08 Centellas: Demokrasî ji taxan dest pê dike
09:05 'Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ne'
09:02 7 jin gihiştin hev û kooperatîfa ku li ber girtinê bû geş kirin
09:01 Tenê salê saetekê diçin gundên xwe yên 35 sal in qedexe ne
09:00 Gefa kuştinê li girtî Îshak Dayan hate xwarin
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2025'AN
13/12/2025
21:02 Festîvala Fîlman a Amedê di roja heftemîn de didome
19:40 Coşa beriya maça Amesporê
18:21 Li Çewlîgê civîna gel : Divê mafê hêviyê bê bicîanîn
17:48 'Em ê xwedî li bîranên wan derkevin'
16:19 Mazlûm Ebdî: Peymana 10’ê Adarê wê bibe bingehê Sûriyeya nû
16:08 Încî Sumbul a YJA Starî hat bibîranîn
15:37 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
15:23 Daxwaza berdana girtiyên nexweş Erîşmîş û Goren kirin
15:01 Xizmên Windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:06 Dayikên Şemiyê ji bo Demîr û Akîpa edalet xwestin
13:13 Nêrgiz Mihemedî hat binçavkirin
13:10 Dayika Aştiyê Bahar Çaltû jiyana xwe ji dest da
12:52 Li Şirnexê civîna gel: Gelê Kurd tu carî wekî îro nêzî azadiya xwe ne bûye
12:08 Milê meşe yê Çûkûrovayê li ser rêya Tarsûsê ye
11:20 Daxwaza sereke ya Êlihiyan azadiya Abdullah Ocalan e
10:27 Fîlozofê Amerîkî Todd May: Divê hemû alî vê firsendê baş bi kar bînin
10:20 Bang ji bo meşa li Licê
10:11 Ji bo 5 bajaran hişyariya bi koda zer
10:02 Alimên Olî: Divê gava ji niha û pê ve azadiya Ocalan be
09:14 'Dewletê bi hevdîtina bi Îmraliyê re muxatabê xwe fermî kir'
09:13 ‘Heya Abdullah Ocalan azad nebe pêşiya aştiyê venabe'
09:11 Ji bo dosyeya Rojîn Kabaîşê raporeke alternatîf û taybet tê amadekirin
09:07 Sînemahez: Bila li Amedê bêtir festîval bên çêkirin
09:03 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2025'AN
12/12/2025
20:02 Di Festîvala Fîlman a Amedê de 18 fîlm hatın nîşandan
19:36 Neslîhan Şedal: Me bi modela hevserokatiyê pêşengiya cîhanê kir
16:57 Çetîn Arkaş: Ji bo aştiyeke mayînde hewcehî bi veguherîna zîhniyetê heye
16:28 Li Amedê biryara ‘Hewcehî bi ÇED'ê nîne' ya ji bo lêgerîna petrolê hat betalkirin