ENQERE - Li gorî daneyên rapora BÎSAM’ê ya meha Mijdarê, sînorê birçîtiyê yê malbateke 4 endamên wê hene bû 27 hezar û 289 lîre û sînorê xizaniyê jî bû 94 hezar û 393 lîre.
Navenda Lêkolînên Bîrleşîk Metal-Îşê ya DÎSK’ê (BÎSAM), Rapora Sînorê Birçîtî û Xizaniyê ya Mijdara 2025’an aşkera kir. Li gorî hesabên BÎSAM’ê, ji bo malbateke 4 ferdên wê hene bikare mehane bitendurist debara xwe bike, hewcehî bi 27 hezar û 289 lîreyan heye. Dema lêçûnên perwerde, tenduristî, cihê hewînê, veguhestin û germkirin jî lê tên zêdekirin, sînorê xizaniyê jî bû 94 hezar û 393 TL.
Di raporê de hate destnîşankirin ku ji bo kesekî bi tenê dijî bikare pêwîstiyên xwe yên rojane pêşwazî bike, mehane herî kêm pêwîstî bi 43 hezar û 882 TL’an heye. Li gorî daneyên BÎSAM’ê, lêçûnên rojane 910 TL derbas kir.
