WAN - Dayikên Aştiyê, îşaret bi israra xwe ya ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re kirin û diyar kirin ku divê azadiya wî ya fizîkî demildest were misogerkirin.
Pêvajoya ku bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de dest pê kir, berdewam dike. Tevî vê yekê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê li Amed, Riha, Wan, Şirnex, Stenbol, Edene, Mersîn, Êlih, Îzmîr û Bedlîsê ji bo protestokirina polîtîkayên tecrîdê yên li ser Abdullah Ocalan çalakiyên hevwext li dar xistin.
Di daxuyaniyan de daxwaza bidawîanîna tecrîdê hat kirin û îşaret bi pêwîstiya azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan hat kirin.
Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Wanê, daxwaza xwe ya hevdîtina bi Abdullah Ocalan re destnîşan kirin û gotin ku divê her kes li ser aştiyê israr bike.
Hanîfe Koçakê diyar kir ku ew dixwaze bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike û got ku gelê Kurd her tim li kêleka kesên ku aştîxwaz e. Hanîfe Koçakê got: "Ev welat hewceyê aştiyê ye. Divê hemû Kurd ji bo azadiya birêz Abdullah Ocalan bibin yek. Heta ku birêz Ocalan azad nebe em azad nabin. Ji bo azadiya birêz Ocalan em ê her tiştî bikin. Em dixwazin bi rêberê xwe re hevdîtinê bikin. Divê her kes li ser aştiyê israr bike. Divê kes pêvajoya heyî sabote neke û divê rê nede wan. Em êdî xwînrijandinê naxwazin."
Gulistan Kaya ku daxwaza berdana hemû girtiyên siyasî, bi taybetî ya Abdullah Ocalan kir, got: "Helwesta CHP'ê pir xelet e. Diviyabû wan bi awayekî fedakar destê xwe dirêjî yê aştiyê bikira. Lê tevî vê yekê jî, israr li ser aştiyê pêwîst e. Em edalet û aştiyê dixwazin."
Hamîde Yalçinê, got: "Her kes hewceyê aştiyê ye. Em piştgiriyê didin pêvajoya ku ji hêla birêz Ocalan ve hatiye destpêkirin û em dibêjin ku divê her kes piştgiriyê bide vê pêvajoyê. Em bi biryar in, dengê me heye û em gelekî bi rûmet in. Ger em aştiyê dixwazin, divê ew jî bixwazin. Pêwîst e cerdevan jî çekên xwe deynin."
Hatîce Akdoganê got: "Em aştiyê dixwazin. Em naxwazin êdî cenaze ji girtîgehan derkevin. Bi salan e li ser van axan xwîn dirijê. Divê her kes erkê xwe bicîh bîne." Perîşan Aslanê got: "Em ê rojên azad bibînin. Malbat hene ku zarokên xwe winda kirine, mirina wan dîtine û bi salan e li sirgûnê ne. Em dixwazin cihên ku em hemû dikarin tê de bi aştî bijîn biafirînin. Em dixwazin bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin; ji ber ku mifteya aştiyê li cem wî ye. Ger em bi wî re hevdîtinê bikin, ew ê ji me re bêje ka aştî çawa dikare were bidestxistin. Ew ê rêberiya me bike."
