QAMIŞLO - Belgefîlmê Hemo yê ku keça xwe di şerê li dijî DAIŞ'ê de winda kiriye û di fîlmê Kobanê de rola emîrê DAIŞ'ê lîstiye, hat kişandin. Derhênera belgefîlmê Dîcle Arjîn e ku di fîlmê Kobanê de rola Zehra Penaberê lîstibû û di fîlmê de Hemo dikuje.
5’emîn Mihrîcana Fîlman a Rojava ya Navneteweyî ku di navbera 13-20’ê Mijdarê de ji aliyê Komuna Fîlman a Rojava ve hat lidarxistin, bi belgefîlmeke ku ji her alî ve balê dikişîne bi dawî bû. Belgefîlm, li gorî temaya “çîrokên hevpar” a mihrîcanê bû. Bavekî ku keça xwe di şerê li dijî DAIŞ'ê de winda kiriye, di heman demê de di fîlmê Kobanê de ku behsa berxwedana dîrokî ya li hemberî DAIŞ'ê dike, rola emîrê DAIŞ'ê lîstiye. Derhênera belgefîlmê jî fermandara YPJ'ê ye ku di fîlmê berxwedana Kobanê de emîrê DAIŞ'ê dikuje. Anku di jiyana rast de du hevrê, di fîlm de du dijmin in.
ZAROKÊN WÎ DI TÊKOŞÎNA ŞOREŞÊ DE NE
Navê belgefîlmê Hemo ye. Navê xwe ji karakterê sereke yê belgefîlmê Hemo Elî Şukrî digire. Hemo şêniyê gundê Ziravik ê girêdayî Kobanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Bavê 8 zarokan e. Keça wî Hulya Elî Şukrî (Awaz Ferman) di sala 2017'an de di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest daye. 4 zarokên wî hîn jî bi awayekî çalak di nava Şoreşa Rojava de cih digirin, zarokên wî yên din jî an dixwînin an jî bi karên malê re eleqedar dibin.
HER TIŞT JI BO ŞOREŞÊ!
Hemo bi aşê xwe yê genim ê li gund debara xwe dike. Di heman demê de çend ajalên wî hene û li wan dinêre. Çîroka naskirina Hemo û kedkarên Komuna Fîlman a Rojava jî balkêş e. Kedkarên komunê di rêwîtiyekê de rastî ajokarekî motorê tên û ew kes wan dibe aşê Hemo. Naskirin wiha dest pê dike; kedkarên komunê ji Hemo û 3 birayên wî dixwazin ku di fîlmê Kobanê de bilîzin. Hemo, guh nade bertekên "Tu bavê şehîd î, çawa rola emîrê DAIŞ'ê dilîzî?" û daxwazê qebûl dike.
Ne xwendin û ne jî nivîsandina Hemo heye. Herwiha Erebî jî nizane. Di ber lîstikvaniyê re jî derbas nebûye. Lêbelê gotiye "şoreş vê yekê hewce dike" û zanyiye hemû zehmetiyan derbas bike. Bertekên erênî yên ji bo lîstikvaniya wî ya di fîlmê berxwedana dîrokî ya Kobanê de jî nîşana vê yekê ne.
DEMA SERLÎSTIKVANA FÎLM BÛ, HEMO KIŞAND
Belgefîlma Hemo cara ewil di Mihrîcana Fîlman a Rojava de hat nîşandan. Derhêneriya belgefîlmê ku rastî eleqeyeke mezin hat, Dîcle Arjîn a ku di fîlmê Kobanê de bi Hemo re di rola sereke de bû, kir. Dîcle Arjîn di fîlmê Kobanê de rola fermandara efsanewî ya YPJ'ê Zehra Penaber dilîze. Di heman demê de ew kes e ku di fîlmê de emîrê DAIŞ'ê, anku Hemo dikuje.
Dîcle Arjîn, li aliyekî hewl daye heqê rola Zehra Penaber bide, li aliyê din jî kameraya xwe zivirandiye ser Hemo. Çîroka Hemo yê ku di fîlmê de "dijminê" wê ye qeyd kiriye.
Hemo niha hem li aş dixebite hem jî li ajalên xwe dinêre. Herwiha hewl dide ku hem di projeyên nû de cih bigire hem jî dest bi derhêneriyê bike.
HEMO ÇÎROKA LÎSTIKÊ DI FÎLM DE VEGOT
Hemo qala serpêhatiya fîlmê Kobanê kir û got: "Heval hatin cem min û gotin, 'em ê li ser berxwedana Kobanê fîlmekî bikişînin, tu dikarî bi me re bixebitî?' Min jî got 'temam'. Bi vî awayî min sînema nas kir. Min di 2 fîlman (Hemo û Kobanê) de cih girt."
Hemo wiha berdewam kir: "Şoreşek çêbûye û divê tu jî xwe wekî şoreşger bibînî. Ji ber vê yekê min ev rol lîst. Rast e min rola emîrê DAIŞ'ê lîst lê di encamê de vî fîlmî behsa berxwedanê dikir. Ev şoreşa hemû Kurdan bû. Ji ber vê yekê min got ez ê bilîzim. Mirov dipirsin 'tu bavê şehîd î, çawa rola emîrê DAIŞ'ê dilîzî?' Lê min jî bersiv dida û digot, 'fîlm der heqê şoreşê de ye, çawa nelîzim'."
AMADEKARIYA DERHÊNERIYÊ DIKE
Hemo wiha axivî: "Dema karê malê hebe bi karê malê re eleqedar dibim, lê dema karê sînemayê hebe hemû karên malê didim aliyekî û bi karên şoreşê re eleqedar dibim. Ji ber ku malê dinyayê ne girîng e. Karê malê naqede. Ji ber vê yekê em hatin sînemayê. Dema şoreş hebe em neçarin karên malê li pey xwe bihêlin."
Hemo diyar kir ku karê sînemayê ne asteng e ji bo karê malê û wiha pê de çû: "Ez 3 salan li vir bimînim û vegerim; dê dipirsin çawa derbas bû. Dibêjin 'we karê xwe qedand?'. Dibêjin 'Tu karê xwe baş bike em ê karê malê bikin'. Sînema tiştekî wisa ye ku pir moral dide. Min gelek moral wergirt. Berê em her tim hatin çewisandin. Lê niha em azad in, azadiya xwe bi dest dixin. Em ê hîn bêhtir azad bibin. Em dixwazin sînemayê bi pêş bixin. Di pêvajoya pêş de dixwazim derhêneriyê jî bikim. Yek du tişt di serê min de hene. Di pêşerojê de em ê karên baştir bikin."
PÊVAJOYA NASKIRINA HEMO
Dîcle Arjîn behsa pêvajoya tevlibûna Hemo ya li fîlmê Kobanê kir û got: "Komun xebatên xwe di nava gel de dimeşîne. Em karekî hevpar dikin. Di pêvajoya fîlmê Kobanê de jî em li lîstikvanan digeriyan. Ji bo rola DAIŞ'ê em li lîstikvanan digeriyan. Me hevalek li ser motorê dît. Dema em bi erebeyê diçûn me da dû. Me da sekinandin. Me behsa fîlm kir. Dema me rewş jê re vegot, got ew dikare bibe alîkar. Got 'wekî min gelek kes li aş hene' û em birin wir. Me Hemo li wir dît. Me birayên wî jî li wir dîtin. Me arşîvên wan wergirtin. Me amadekariyên fîlm ji wan re parve kir. Bi kêfxweşiyeke mezin pêşwazî kirin, gotin ew ê hemû karên xwe bidin sekinandin û di xebatan de cih bigirin."
Dîcle Arjînê destnîşan kir ku fîlma Kobanê fîlma yekem bû ku Hemo tê de lîstiye û ev tişt got: "Min pir meraq dikir; gelo Hemo dê vê pêvajoyê çawa derbas bike, dê çawa pêş bikeve. Hemo li gund li ajalan dinêrî, li aş dixebitî. Min xwest ez hûrbûna wî, nakokiyên wî bişopînim. Min wiha biryar da ku fîlmê wî çêkim."
HEM LÎST HEM KIŞAND
Dîcle Arjînê diyar kir ku hem lîstina rola Zehra Penaber hem jî çêkirina belgefîlmê Hemo ji bo wê pêvajoyeke zehmet bû û wiha pê de çû: "Em ne tenê lîstikvan in, em li pişt kamerayê jî dixebitin. Ji bilî lîstikvaniyê em bi gelek karan re eleqedar dibin. Lê fîlmê Kobanê fîlmekî giran bû, dê bibûya fîlmê serdemeke dîrokî. Ev yek, ez ditirsandim. Jinan pêşengî ji şerê Kobanê re kiribû. Diviyabû min heqê wê bida. Diviyabû ez bi lîstikvanên din re eleqedar bibûma. Dîmenên ku ji bo hevala Zehra hatibûn diyarkirin pir bûn. Di nava wê de min dixwest Hemo bişopînim, belgefîlmê wî bikişînim. Min hewl da her duyan bi hev re bimeşînim. Gelek zehmetiyên vê jî çêbûn."
Dîcle Arjîn rave kir kir ku di pêvajoya fîlmê Kobanê de ew û Hemo hem bûn heval hem jî "dijmin" û got: "Gelek kesên ku di fîlmê Kobanê de lîstin êşên şer jiyabûn. Dema me fîlmên şer dida temaşekirin pir bandor dibûn. Hemo jî yek ji wan bû. Hem di fîlm de serkeftineke mezin nîşan da hem jî hevaltiya me xurt bû."
'EM LÎSTIKVANAN DI NAVA GEL DE HILDIBIJÊRIN'
Dîcle Arjîn da zanîn ku ew ji bo demên pêş amadekariya karên profesyoneltir dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li derve (pêvajoyên çêkirina fîlman ên li bajarên cuda) wekî şîrketan dixebitin, ji derve lîstikvanan tînin. Lê li cem me ne wisa ye. Em kolektîf dixebitin. Manewiyatek heye. Ev bi saya têkoşîna azadiyê çêbû. Fikrek çêbû û li ser vê fikrê xebat tên kirin. Kesekî wekî Hemo ku xwendin û nivîsandina wî tune ye, dizanibû çima ev fîlm tê kişandin û hay jê hebû. Hemo nîşan da ku ger perwerde hebe dê serkeftineke mezin bê bidestxistin. Ji niha û pê ve jî em ê xebatên xwe di nava gel de bimeşînin."
MA / Azad Altay
