MÛŞ - Endama Kogreya Star Jiyan Hisên, diyar kir ku êrişên Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) ên li dijî gelên Elewî û Durziyan, careke din girîngiya rêxistinkirina li ser bingeha parastina cewherî nişan daye û got: “Jinên Elewî jî rizgariya xwe di pergala Rêveberiya Xweser de dîtin.”
Êrişên Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) ku piştî hilweşandina rejîma Baasê di 8’ê Kanûna 2024’an de li Sûriyeyê anîn ser rêveberiya demkî, li dijî Elewiyên li herêmên peravê û piştre jî li dijî gelê Durziyan, careke din girîngiya parastina cewherî ya jinan anî nîşan da. Li herêmên di bin kontrola HTŞ’ê de revandin, desteserkirin, qetliamên li gorî nasnameyê zêde bûn. Li gorî daneyên Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di qetliamên li dijî Elewiyan de tevî jin û zarokan herî kêm hezar kes, jiyana xwe ji dest dan.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) di daxuyaniya xwe ya 28’ê Tîrmehê de ragihand ku ji Sibata 2025’an ve li bajarên Lazqiyê, Tartûs, Hûmûs û Hamayê ji aliyê kesên nenas ve herî kêm 36 jin û keçên Elewî ku temenê wan di navbera 3 û 40 salî de ne, hatine revandin û desteserkirin. Li gorî daxuyaniyê, belgekirî ye ku 5 jinên Elewî û 3 keçên Elewî yên temenê wan di bin 18 saliyê de di nava rojê de hatine desteserkirin. Rêxistina Efûyê, di heman demê de ji Lobiya Feminîst a Sûriyeyê jî agahî li ser 28 bûyerên din ên revandin û desteserkirinê wergirtiye. Ji van 14 jin û zarokên keç hatine berdan. Lê hat ragihandin ku çarenûsa yên mayî û cihê ku lê têne girtin nayê zanîn.
JÎYANEKE NÛ DI RÊVEBERIYA XWESER DE
Elewiyên ku ji zext û êrişên HTŞ’ê reviyan, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku wek çareserî didîtin, dîsa gihîştin gelek mafên xwe yên ewlehî û perwerdehiyê. Malbatên ku li kantonên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de hatin bicihkirin, cîh û pêwîstiyên wan ên bingehîn hatin dabînkirin û zarokan jî li dibistanên Rêveberiya Xweser dest bi perwerdehiyê kirin. Endama Koordînasyona Kongra Star Jiyan Hisên, der heqê girîngiya xweparastinê nirxandin kir.
‘GEL HTŞ’Ê NAS DIKIN’
Jiyan Hisên diyar kir ku Sûriye 14 sal in di nava qeyranê de ye û piştî hilweşîna rejîma Baasê gel bi hêviya çareseriyê nêzî pêvajoyê bûne û ev tiş got: “Hemû hêzên derve xwestin Sûriye parçe bibe. Gelên Sûriyeyê dizanibûn ku hikumeta demkî ya bi guhertina rejîmê hatiye ser desthilatê kî ye. Berê Cebhet el-Nusra bû, piştre El-Qaîde bû û rewşa wê ya dawî jî HTŞ bû. Her kesê ku wan nas dikir, dîroka wan jî dizanibû. Gotin 'em ê Şamê bi rê ve bibin'. Gel dizanibû ku bi hatina wan re dê çi biqewime û HTŞ piştî hat ser desthilatê, li peravên Sûriyeyê Elewî kirin hedef.”
HIŞMENDIYA TALAN, TACÎZ Û TECAWIZÊ
Jiyan Hisên bi bîr xist ku Elewiyên li herêmên peravê bi hinceta ku "bi rejîmê re têkildar in" bi komkujiyan re rû bi rû man û piraniya welatiyên li gund û navçeyan tenê ji ber nasnameya xwe ya Elewîtiyê hatine hedef girtin. Jiyan Hisên bi bîr xist ku bi talan, tacîz û tecawizan jin û xweza hatine hedef girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jin hatin revandin, tecawiz li wan hat kirin û hatin qetilkirin. Heta niha jî çarenûsa gelek jinan nayê zanîn. Li ser vê yekê bêdengiyeke mezin heye. Nexasim jin û zarok di van êrişan de her tim hatin hedefgirtin û ev êriş hîn jî didomin. Bêdengiya çapemeniyê ev koman cesaret kir û wan heman êriş li dijî Durziyan jî pêk anîn. Gelê Durzî li Siwêdayê rastî êrişên mezin hatin. Em vê rejîmê nas dikin. Ew ne jîyana hevpar, ne demokrasî, ne jin û ne jî azadiyê qebûl nakin.”
GIRÎNGIYA PARASTINA CEWHERÎ
Jiyan Hisên bal kişand ser girîngiya rêxistinkirina li ser bingeha parastina cewherî li hemberî êrişan û got: “Di pêvajoya Şoreşa Rojava de, di Sûriyeya ku bû du parçe, me nexwest di nava van avahiyan de cih bigirin. Weke gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê me pergala xwe ava kir. Ev pergala Rêveberiya Xweser e. Me xwe perwerde kir û li ser bingeha parastina cewherî rêxistin kir. Me hewl da ku rê li ber rêveberiya xweser a gel vekin. Me pergaleke ku di nava qalibekî de asê maye û tiştan ji ber dike û vê ferz dike, ava nekiriyr. Di Rêveberiya Xweser de pergaleke ku li gorî pêwîstî û mercên serdemê guhertin û veguherînê esas digire, hat avakirin. Di vê pergala 14 salî de, me bi têkoşîn û hevgirtina gelan tecrûbe bi dest xist. Me di warê parastina gel û yekitiyên parastina jinan de encamên girîng bi dest xist. Di nava vê pergalê de jinan gelek destkeftî bi dest xistin. Di serî de pêşengiya jinan tê. Jinan di her qada şoreşê de cih girtin û di her qadê de bûn xwedî gotin. Ji bo me artêşbûna jinan pir girîng bû. Hebûna YPJ’ê ne bi hişmendiyeke ku ‘me çek girt destê xwe û em ê şer bikin’, bêtir li ser esasê parastina cewherî ye. Nexwe, ev artêşbûn dê ji gelek rêxistinên ku çek hildane û ketine nava pevçûnan cuda nebûya.”
Jiyan Hisên destnîşan kir ku bi parastina ceweherî re, wan armanc kiriye ku jin li mala xwe xwe, zarokên xwe, taxên xwe û civaka xwe biparêzin û têkoşîna xwe li ser vê bingehê mezin bikin. Herwiha Jiyan Hisênê diyar kir ku wan armanc kirine ku têkoşîna jinên pêşeng ên di Rêveberiya Xweser de hîn xurttir bikin û ew ê 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya li Ser Jinan, bi vê biryardariyê pêşwazî dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Binerin, dema Durzî jî rastî heman êrişan hatin, dest bi lêgerîna çareseriyê kirin. Bi vê yekê dibe ku wan tiştên gelê Elewî pê re rû bi rû man, nejiyabin. Mînak, jinên Elewî yên ku hatine vir, dema pergala li vir dîtin, gotin em dixwazin wek parçayekê vê pergalê em perwerdehiyê bibînin. Jixwe ji destpêkê ve ji bo xilasbûnê hatin vir. Lê piştî hatin vir, wan rizgariya xwe di pergala Rêveberiya Xweser de dîtin. Hatina vir ji bo wan jî pêvajoya têgihiştinê bû. Wan anî ziman ku dixwazin vê pergalê li ser axa xwe ya ku li benda vegerê ne, ava bikin. Bi taybetî jin dixwazin parastina xwe ya ceweherî ava bikin, da ku bi vê hişmendiyê ve parastina çand, dîrok û axa xwe bikin.”
BI DAWÎ BÛ
MA / Ceylan Şahînlî
