MÛŞ - Endama Desteya Serokatiya PYD'ê Foza Yûsifê diyar kir ku wan li Rojhilata Navîn şoreş di nava şoreşê de pêk anîne û got: “Divê em wek jinên cîhanê, rêxistinbûneke berfireh ava bikin. Divê li cîhanê xebateke ku bi perspektîfa jinan birêve diçe, hebe. Divê jin bi hevre di nava piştgiriyê de bin û hevdu biparêzin.”
Şoreşa Rojava ya ku cara yekemîn e di dîroka Rojhilata Navîn de bingehê wê bi têkoşîneke bi pêşengiya jinan hatiye avêtin, 13 sal li pey xwe hişt. Şoreşa Rojava ya ku bi pêşengiya jinan bi ser ket, pêşî bandor li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û piştre jî tevahiya Sûriye û herêmê kir. Ji bo gelên bindest û yên ku li ber xwe didin û jêderka îlhamê. Li hemberî ambargo û hemû êrişên ku hatin serê wan, tevahiya beşên civakê, nexasim jin, xwedî li jiyana nû ya ku ava kirine derdikevin.
Jinên ku bi salan ji aliyê rejîma Baasê ve hatin înkarkirin, hem li dijî cudakariya zayendî hem jî ji bo parastina nasnameya neteweyî û mafên xwe yên çandî, bi têkoşîna xwe ya nasnameyê bersiv dan tevahiya cîhanê. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, piştî hilweşandina rejîma Baasê di 8’ê Kanûna 2024’an de, li dijî mafên xwe yên ku careke din bi HTŞ’ê ve bûne hedef, têkoşînê didomînin. Li Rojava, jin îsal jî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî bi dirûşma parastina destkeftiyên xwe yên li hemberî êrişan û mezin kirina rêxistinbûna jinan pêşwazî dikin.
Em bi munasebeta 25'ê Mijdarê bi Endama Desteya Serokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsifê re li ser avakirin û berxwedana ku bi pêşengiya jinan li herêmê didomin, axivîn.
ŞOREŞA DI NAVA ŞOREŞÊ DE
Foza Yûsifê anî ziman ku di 13 salên li ser şoreşê bihurî de di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de gelek destkeftî hatine bidestxistin û ev tişt got: “Em dikarin bibêjin ku me şoreş di nava şoreşê de pêk anî.” Foza Yûsif bal kişand ku îro jin di warên siyasî, aborî, civakî, perwerdehî û parastinê de xwedî gelek rol in û wiha pê de çû: “Jin li vir wekî pêşeng cih digirin. Di çarçoveya Peymana Civakî ya Rêveberiya Xweser de, xweseriya jinan hatiye parastin. Îro di Rêveberiya Xweser de sîstemeke jinan heye ku li tu dera cîhanê nîne. Li gorî vê, jin di her qada civakê de di xwedî raye û biryarê ne. Pergala hevserokatiyê, di hemû saziyan de pêk tê. Rêjeya beşdarbûna jinan di her sazî û dezgehê de ji sedî 50'î ye. Carinan ev hejmar hê zêdetir e. Di gelek warên ku mêran dagir kiribûn de, êdî jin xwedî mafê axaftinê ne, di mekanîzmayên biryardayîn û rêvebirinê de ne. Di vê çarçoveyê de, jinan hem xwe hem jî nasnameya xwe derxistine holê. Ev jî tê wateya 'ez jî li vir im'. Pêşketineke mezin heye. Ji ber vê yekê, guhertin û veguherînên bingehîn pêk hatine.”
NETEWE DEWLET BERHEMA HIŞMENDIYA MÊR E
Foza Yûsifê diyar kir ku ntee dewlet berhema hişmendiya mêr in û zimanê vê pergalê jî baviksalarî ye. Foza Yûsifê rave kir ku qanûn û hiqûqa di vê pargalê de ji bo domandina pergala baviksalarî û xurtkirina desthilatdariya mêr hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev dewlet çawa ku dijberî azadiya gelan in, li dijî azadiya jinan ne jî. Wan dît ku desthilatdariya mêr qelsbûn dibe û jin xurt dibin ev yek wekî xetereyek ji bo desthilatdariya xwe dîtin. Lewra em behsa pergaleke ku koletiya jinê û koletiya civakê esas digire, dikin. Ew naxwazin di rejîmên wan ên zordest de qelsiyên wisa çêbin. Lewma pergala jinê an jî azadiya jinê ji wan re xetereyê çêdike. Ew dizanin ku eger jin li cihekî bi ser bikevin, jin di pergalên din de jî wê serî hildin û mafên xwe bixwazin. Ji ber vê yekê, ew jinan û pergala wan a ku azadiya jinê dixwazin, li ber xwe didin û pêşengiyê dikin, hedef digirin. Dixwazin rê li ber xwesteka azadiyê bigirin û şoreşa jinê bifetisînin. Ji ber vê yekê em dibin hedefa êrişan. Em dikarin bibêjin ku êrîş hîn jî didomin.”
HIŞMENDIYA HTŞ'Ê YA LI DIJÎ JINÊ
Foza Yûsifê destnîşan kir ku sepanên HTŞ’ê ya ku piştî hilweşandina rejîma Beşar Esad anîne ser rêveberiya demkî, wiha ne: “Îro pergala ku li Sûriyeyê tê meşandin, bi temamî şiklî ye. Hewl didin ji raya giştî ya cîhanê re bibêjin 'em ji bo jinan tiştekî dikin'. Lêbelê jin di nava vê pergalê de ne esas in. Pêwîst e ev yek pir zelal bê gotin. Beşdariya jinan di hemû civînên wan ên heta niha de bû. Heta jin carinan di hevdîtinan de jî cih negirtin. Wekî mînak; di diyalogên bi Erebistana Siûdî re tenê jinek beşdar bû. Wan hukumetek ava kirin. Ji 20 wezaretan tenê di yekê de jin hebû. Li vir peyama wê dan ku ji 100 kesan wê 20 kes jin bin. Lêbelê di gavên piştre hatin avêtin de me dît ku carinan di nav 100 kesan de yek jin jî nebû. Ev yek jî polîtîkayên ku têne rêvebirin radixe ber çavan. Dema em li polîtîkayên ku ev hukumet dimeşîne û qanûnên ku derxistiye dinêrin, em bi zelalî dibînin ku rola nedana jinan, tehemmula wan a li hemberî rêvebirina jinan nîne. Jinan ji bo demeke diyarkirî di nava hukumetê de cih girtin, lê me dît ku wan jî îstifa kirine. Jin li vir bi zextan re rû bi rû dibin. Em hîn dibin ku li gelek cihan bi zorê serê jinan tên nixumandin. Em dizanin ku jinên sekûler an jî yên bê baweriya olî bi gefan re rûbirû dimînin. Bi giştî, me dît ku jinên rojnamevan, siyasetmedar û akademîsyen jî li ser hesabên medyaya dîjîtal ên şexsî û saziyên nêzî hukumeta nû hatin hedefgirtin û gef li wan hatiye xwarin. Nexasim jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di hedefa wan a yekemîn de ne. Jinan teşhîr dikin. Bi gelek rêyên ne exlaqî hewl didin jinan bikin hedef. Bi rêya eşîran dixwazin jinan ji xebat û siyasetê bikişînin û wan di malan de hefs bikin. Ev tiştên ku me jimartin, şerên li dijî azadiya jinê ne.”
JI BO DESTKEFTIYAN DIVÊ TÊKOŞÎN BÊ XURTKIRIN
Foza Yûsifê rave kir ku ji bo parastina destkeftiyan divê rêxistinbûnê û xebatan mezin bikin û got: “Dixwazin ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi gelek sepanên antî demokratîk re rûbirû bihêlin. Ji ber vê yekê, pêwîst e ku hemû jindestkeftiyên jinan li tevahiya Sûriyeyê bi rêxistin bikin û mezin bikin. Em dizanin ku bêyî têkoşîn û tevgera xwe ya rêxistinbûyî em nikarin pêş ve biçin. Divê em têkoşîn û çalakiyên xwe yên jinan (ku xebatên siyasî, hiqûqî, civakî, akademîk di nav de cih digirin) xurt bikin.”
PEYMANA CIVAKÎ YA JINAN
Foza Yûsif anî ziman ku yek ji meseleyên herî girîng hiqûq e û destnîşan kir ku yek ji xebatên li pêşiya wan Peymana Civakî Ya Jinan e. Foza Yûsifê diyar kir ku xebatên wan berdewam dikin û bi domdarî wiha got: “Me hîn xilas nekiriye. Me ev xebatên ji bo hemû jinên Sûriyeyê bihewîne û ji bo parastina wan bê berfirehkirin, kir. Em heta astekê hatin. Em dikarin bibêjin ku heta niha em baş pêşve çûn. Lê xebatên me hîn jî didomin. Ji bo mayîndekirina mafên xwe jî em ê her tiştê ku ji destê me tê bikin. Pergala Rêveberiya Xweser, mafên jinan diparêze û berfireh dike. Pêwîst e jin jî di nava xebatên xwe de xwedî pergal bin. Me dît ku pêwîst e jin di nava xebatên xwe yên ku dimeşînin, di diyalogên ku ava dikin de, xwedî prensîb bin. Lewra êrîşeke mezin li ser jin û destkeftiyên jinan heye. Ji bo vê yekê, me ev peyman ji bo ku jin di nav hev de îtîfaqan ava bikin û bi heman stratejiyê bi hev re têbikoşin, mecbûrî dît. Eger em jinê wekî neteweyekê bihesibînin, ger ev netewe di nava xwe de li hev neke, nikare mafê xwe li hemberî dijminê xwe jî biparêze. Çawa ku pêwîstiya îmzekirina peymana civakî di nava gelan de heye, pêwîstiya îmzekirina peymaneke bi vî rengî di nava jinan de jî heye. Hiqûq û edalet jî divê ji hişmendiya mêr bê xilaskirin û azadkirin. Ev jî bi Peymana Civakî Ya Jinan û şoreşa jinan ava kiriye ve mimkun e. Dema peyman bi dawî bibe û bê ragihandin, dê li seranserê Sûriyeyê, nexasim li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bandoreke wê çêbe. Dê bandorê li ser mijarên wekî şêwaza xurtkitina rêxistinbûnê û biryardayîna jinan bike.”
PEYAMA 25'Ê MIJDARÊ
Peyama Foza Yûsif a ji bo 25’ê Mijdarê wiha ye: “Îro li tevahiya cîhanê jin tên kuştin, tên hedefgirtin, bi tundiyê re rûbirû dimînin. Wekî jin, em hîn jî di bin zextê de ne û bi tunekirinê re rûbirû ne. Pêwîst e jin di warê rêxistinbûnê de kolektif bibin. Divê em wek jinên cîhanê, rêxistinbûneke berfireh ava bikin. Divê li cîhanê xebateke ku bi perspektîfa jinan birêve diçe, hebe. Divê jin bi hevre piştgiriyê de bin û hevdu biparêzin. Pêwîst e em, mêrên ku azadiya jinê esas digirin jî tevlî vê pêvajoyê bikin û bi wan re jî bibin hevpar. Saziyên ekolojîk dikarin bi saziyên ku ji bo azadiyê têkoşînê dikin re jî hevgirtinê bikin. Divê tevahiya civakê fêr bibe ka perspektîfa jinan çiqas girîng e ji bo dîtina rewşa xirab a cîhanê di warê siyaset, parastin, aborî û ekolojiyê de. Em azadiya jinê û azadiya civakê yek dibînin. Ji ber vê yekê, em bang li hemû beşên civakê dikin ku ji bo bilindkirina têkoşîna jinan têkoşîneke hevpar bimeşînin. Bêyî têkoşînê em nikarin vê tundiyê ji holê rakin. Ne tenê 25’ê Mijdarê, divê em her roj vê têkoşînê mezin bikin.”
Sibe: Fermandara Êzidî Dilvîn Şengalî: Em fêr bûn ku mêr û qanûn me naparêzin.

