WAN - Zêdebûna enflasyona ku encama krîza aborî ya li Tirkiyeyê ye, li Wanê kirêdaran û welatiyên ku dixwazin xanî bikirin mexdûr dike. Welatiyan diyar kirin ku di sala nû de wê zemên nû werin û gotin ku êdî kirîna xanî bûye xeyal.
Enflasyona ku di sala 2018’an de dest pê kir û bi zêdebûnên berdewam heta îro hatiye, li her derê welêt gel mexdûr dike. Li bajarê Wanê yê ku rêjeya bêkariyê lê zêde ye, welatî ne dikarin xanî bikirin, ne jî dikarin kirê bidin. Welatî û emlakfiroş di mijara zêdebûna salane ya kirêyan de xwediyê haman fikrî ne gotin ku ev zêdebûn rewşa kesên ku dixwazin xanî bikirin girantir dike.
'EM DIKARIN BÊJIN KU ABORÎ NEMA YE'
Yilmaz Bînbaşioglu diyar kir ku çîna navîn di aboriya Tirkiyeyê de tune bûye û bal kişand ku dewlemend pir dewlemend bûne û feqîr jî pir feqîr bûne. Bînbaşioglu ev tiş got, “Em li Wanê di zivistana sar de jî mirovên ku li derve dimînin dibînin. Ji ber ku kirê di navbera 25-30 hezar lîreyî de ne, mirov tevî ku dixebitin jî bê xanî dimînin. Li welêt gelek xwendekar hene. Eger ev malbat van xwendekaran nedin xwandinê, wê ev civak çawa pêş bikeve? Berê, min bi tenê dikarî bi xebatê ve debara maleke 15 kesan bikira, lê niha 5 kes dixebitin, em nikarin debara xwe bikin. Em dikarin bibêjin aborî nema ye. Kesê ku dixwaze xaniyek bikire, divê 3-4 milyon TL berhev bike. Di vê demê de, bi van mûçeyan ev pere kom nabe. Carînan ji ber ku kirêdar kirêyên xwe nadin, di navbera mirovan de dijminatî derdikeve.”
'JI BER KU EZ NIKARIM KIRÊ BIDIM, EZ LI CEM XWESÛYA XWE DIMÎNIM'
Meşûre Aydogdû destnîşan kir ku ew 9 kes in û li mala dayika hevjînê xwe dimînin û ew nikarin xaniyekî din kirê bikin û ev tişt got: “Hevjînê min bi kêmtirîn mûçe ve dixebite. Zarokekî min ê otîzm heye û dewlet pereyê astengdariyê yê wî jî nade, ji ber ku hevjînê min bi kêmtirîn mûçe ve dixebite. Ji ber ku xaniyê em lê dimînin TOKÎ ye, cihê 9 kesan lê tune. Sê zarokên min hene, em nikarin debara xwe bikin. Eger derfetên min ên maddî hebin, dê karê min ê pêşîn civihbûna xaniyekî cuda be.”
'KREDÎ JI ALIYÊ BANKAN VE HATINE SÎNORDARKIRIN'
Ferhat Karakoyun ê Emlakfiroş diyar kir ku firotina mal û milk di 3 salên dawî de kêm bûye û berê wî firotina xaniyan bi krediyan dikir, lê êdî banka jî ewqasî krediyê nade. Karakoyun got: “Kredî ji aliyê bankayan ve hatine sînordarkirin. Banka, kesekî ku 25 hezar TL mûçeyê wî hebe, bi qasî ku bikare xaniyek bikire kredî nadê. Berê, kesekî dikarî bi mûçeyê xwe ve xaniyek bikiriya. Lê niha 5 kes jî bixebitin, nikarin xaniyekî bikirin. Piraniya mişteriyên ku tên ji ber ku nikarin xanî bikirin bi girî ji vir derdikevin. Lewra xwediyên xaniyan wan di nava zivistanê de ji mal derdixin. Di 3 salên dawî de mirov pir mexdûr in, ji ber ku 3 sal berê ger te bixwesta daîreyekî biçûk bikirî, 80-90 hezar TL bû, niha jî tu nikarî bi kêmtirî 2 milyon TL’yî bikirî,”
'JI BO KÊMTIRÎN MÛÇEYÊ HERÎ KÊM JI SEDÎ HEŞTÊ ZEM'
Mehmet Zekî Işik ê kirêdar diyar kir ku bi hatina sala nû re dê ji sedî 30 zam li her tiştî were kirin û got ku heta dawiya sala nû dê ev zam bigihêjin ji sedî 100’î. Işik got: “Piraniya gelê Wanê bi kêmtirîn mûçeya an jî bi bihayekî kêmtir dixebitin. Ev kom jî ji ber van zemên berdewam dike, hejar dibin. Nexasim kirê, di dawiya salê de her tişt bi bihayekî giran tê firotin. Kirêdarên ku sala borî li Wanê 12 hezar TL didan, niha herî kêm 25 hezar TL kirê didin. Mirov di jiyanê de zehmetiyê dikişînin. Wekî her sal, bala wan li zama ku dê li kêmtirîn mûçeyê were kirin, maye. Ji bo ku mirov rehet bibin, divê li ser kêmtirîn mûçeyê ji sedî 80 zam were kirin. Nexwe di van şert û mercan de ne pêkan e ku em bibin xwedî xanî.”
