Ji TJA’yê deklarasyona 25’ê Mijdarê: Jiyana bêtundî em bi civaka demokratîk ava dikin

  • jin
  • 12:37 3 Mijdar 2025
  • |
img
AMED - TJA’yê deklarasyona 25’ê Mijdarê ava kir. Di deklarasyonê de hate gotin ku dê bi hêrsa jinên hatune qetilkirin li qadan bin û wiha hate gotin: “Bi mîrateya ji Mîrabalan heta rojea me, em ê jiyaneke bêtundî û azad bi civaka demokratîk ava bikin.”
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî de dê bi dirûşma “Bi civaka demokratîk ber bi jiyana azad a bêtundî ve” çalakî û xwepêşandanan li dar bixe. TJA, deklarasyona çalakî û xwepêşandanan aşkera kir. Deklarasyon, li pêşiya DÎKASUM’ê hat aşkerakirin. Metna Kurdî ya daxuyaniyê Hatîce Oncu û ya bi Tirkî jî ji rêveberên Komeleya Jinan a Rosayê Hazal Kaydu xwend. 
 
JI XWIŞKÊN MIRABELAN HETA ROJA ME
 
Deklarasyona TJA’yê wiha ye:
 
“Em 25'ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê, ya ku bi bîranîn û têkoşîna Xwişkên Mirabel ên di sala 1960’an de li Domînîkê dema li dijî dîktatoriyê li ber xwe didan hatin qetilkirin bûye sembol, bi hêrs û berxwedana jinên ku îro tên qetilkirin pêşwazî dikin. Em têkoşîna xwe ya li dijî qirkirina jinê mezin dikin; bi mîrateya ji Mirabelan heta îro, em jiyaneke bê tundî û azad bi civaka demokratîk re dirêsin!
 
Nasnameya jinê bi hezaran salan e bi tundiyê di malan de hat girtin, hat mêtinger kirin û qetilkirin. Ji bo ku nirxên civakî yên wê afirandine tune bibin û bên jibîrkirin, rastî her cure tundiyê hat hiştin. Dîroka jinan hat tune hat hesibandin. Hebûna wan hat tune hat hesibandin. Çand û baweriyên wan  tune hat hesibandin. Li şûna vê, têkiliyên hegemonîk ên ku serweriya mêr organîze dike û pêkhateyên nû yên ku ev têkilî tê de hatune saziyekirin, hatin avakirin. Û ji bo ku ev pêkhate li ser piyan bimînin, tundî her roj ji nû ve hat hilberandin û jin hatin girtin. Qirkirina jinê û civakê ya ku îro li seranserê cîhanê li ber çavên me pêk tê, berdewamiya tekela tundiyê ya hezaran salan e. Sîstema modernîteya kapîtalîst, ji bo ku palpişta xwe ya sereke, serweriya mêr li cografyayên cuda yên cîhanê bi polîtîkayên cuda li ser piyan bigire, ji her demê zêdetir êriş dike. Her sal li seranserê cîhanê herî kêm 80 hezar jin bi tundiya mêran tên qetilkirin, li dijî jinan şerekî vekirî tê meşandin. Ev şerê bê statu, lê belê yê ku hemû pêkhate bi hevkarî dimeşînin, her roj bi sedan jinan dikuje, ji jiyanê qut dike, dibe sedema birînên psîkolojîk-fîzyolojîk ên bêveger.
 
TÊKOŞÎNA RÊXISTINKIRÎ
 
Têkoşîna rêxistinkirî ya berxwedana jinê ya 100 salên dawî ev rewş îfşa kiriye, li seranserê cîhanê têkoşîneke mezin rêxistin kiriye û li dijî serweriya mêr berxwedana xwe ya domdar nîşan daye. Di asta ku em gihîştinê de, li seranserê cîhanê erdnîgariyek nemaye ku têkoşîna jinê tê negihîştibe. Lê belê sîstema cîhanî ya global ya ku vê yekê wekî xetere dibîne, di deh salên dawî de li her deverê êrişî destkeftiyên jinan kiriye, ev destkeftî hem bi awayekî yasayî hem jî pratîkî hatune desteserkirin.
 
TUNDIYA SÎSTEMATÎK Û KOMKUJÎ
 
Mixabin rewş ji bo erdnîgariya Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn jî heman rewş e. Li van axên ku warê xwedawendan e, her roj jin bi awayekî sîstematîk tên qetilkirin, rastî tundiyê tên, ber bi xwekuştinê ve tên ajotin û bi ewqas zext û tundiyan tên dorpêçkirin ku em nikarin navê wan li vir bihejmêrin; tê xwestin ku hebûna wan were parçekirin. Hest û ramanên wan tên biçûkxistin, jinbûn ji bo dîtina tundiyê wekî hincetek têr tê dîtin. Eşkere ye ku daneyên ji aliyê saziyên fermî ve tên eşkerekirin rastiyan nîşan nadin. Em dizanin ku li pişt "mirinên jinan ên bi guman" ên di salên dawî de wekî întîhar zêde bûne, kiryarên mêr hene.
 
‘MALBATA PÎROZ’
 
Di pêvajoya 20 salên dawî de polîtîkayên hikûmetê yên dijminê jinê ev sîstem xurt kiriye, zêdetir jin ji jiyanê qut kiriye. Her çend hemû daneyên zanistî û sosyolojîk nîşan bidin ku jin herî zêde li malan, di nav malbatê de rastî tundiyê tên jî, me qebûl nekir û em ê qebûl nekin ku tundiya li ser jinê wekî lawazbûna malbatê bê nirxandin. Bi îlanakririna Sala Malbatê û polîtîkayên di vê çarçoveyê de tên meşandin, jin zêdetir di malan de tên girtin û tundiya mêran nedîtbar tê kirin. Tundiya li ser jinê ne meseleyeke malbatê ye, pirsgirêka sîstema serweriya mêr e. Desthilatdariya heyî pirsgirêkên di nav malbatê de bi gotara "Malbata Pîroz" nedîtbar dike, nahêle ku îradeya jinê ya di qada taybet de asêmayî azad bibe. Her roj jin, li malên xwe ji aliyê kesên herî nêzîk ve rastî tundiya zayendî, aborî, psîkolojîk û fîzîkî tên. Perdeyek nedîtbar li ser vê tundiyê tê kişandin; tundiya nav malê hîn jî pir caran ji tundiyê jî nayê hesibandin.
 
ZAGON TENÊ LI SER KAXIZÊ DIMÎNIN
 
Her çend zagonên heyî îdîa bikin ku jinê diparêzin jî, di pratîkê de ev parastin tenê li ser kaxezê dimîne. Saziyên ku bi parastina jinan berpirsiyar in, pir caran di bin navê "parastina yekîtiya malbatê" de jinê dîsa dişînin nav rewşa tundiyê. Qadên ewle kêm in, biryarên parastinê bê bandor in; piraniya jinan, tevî ku di bin tehdîtê de ne, neçar dimînin ku li heman taxê, heta li heman malê bi kiryar re bijîn. Tundiya mêran bi awayekî sîstematîk bi hincetên wekî "hêrsa takekesî", "hesûdî", "tehrîk" tê sivikkirin; kiryarên mêr bi kêmkirinên ji ber "rewşa baş" tên berdan.
 
Dîsa, pêşnûmaya pakêta 11'emîn a Darazê ya ji bo pêşkêşkirina meclîsê tê amadekirin, pêşniyarên rêziknameyên giran ên cudaker dihewîne. Ev pêşniyar mafê jiyana azad a takekesî tehdît dikin û berpirsiyariyên Tirkiyeyê yên navneteweyî yên mafên mirovan paşguh dikin. Digel ku divê hiqûq mafê jiyanê û wekheviyê yê civakê misoger bike, bi zagonên bi vî rengî pêkanînên cudaker û antîdemokratîk tên rewakirin. Bi vî awayî, prensîbên "wekhevî" û "parastin" ên di metnê zagonan de cih digirin, li dîwarên zîhniyeta serweriya mêr dixin û bêkar dimînin. Lêgerîna edaletê ji bo jinan vediguhere pêvajoyekê; di vê pêvajoyê de ew di nav saziyên dewletê de ji nû ve tên trawmatîzekirin. Mînaka herî berbiçav a vê yekê ev e: Hejmara jinên ku tevî biryara parastinê tên qetilkirin her ku diçe zêde dibe. Dema ku jin ji bo parastina mafên xwe yên jiyanê mafê xwe yê xweparastina rewa bikar tînin, ew bi cezayên herî giran re rû bi rû dimînin. Ev tablo, bi eşkereyî nîşan dide ku polîtîkayên heyî li aliyê kê ne.
 
TÊKOŞÎNA JI BO CÎHANEKE BÊTUNDÎ
 
Di koka tundiya li ser jinê de îdeolojiyên serweriya mêr ên ku bi hezaran salan e dewam dikin hene. Ev sîstem bi awayekî binyadî her cure êrişên li dijî xwezayê, civakê, jinê û zarokan mayînde dike. Bi polîtîkayên eko-qirkirinê, takekesên ku ji xwe, axa xwe, bîra xwe biyanî bûne tên afirandin û ji wateya jiyanê tên dûrxistin. Jin ji qadên xwe yên jiyanê tên qutkirin û mehkûmî xizaniyê tên kirin. Bi vî awayî, bi muhtackirin, girêdayîkirin û bêçarehiştinê, gelek jiyan ji polîtîkayên karê yên azamî re tên qurbankirin. Lê belê em dizanin ku berxwedana jinê li dijî van îdeolojiyan kêlîkekê jî paşde gav neavêtiye û dê neavêje. Heta ku cîhaneke bê tundî, bê mêtingerî û wekhev were avakirin, têkoşîna jinê dê mezin bibe.
 
BANGA 27’Ê SIBATÊ
 
Em Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, a ku di 27'ê Sibatê de bi banga Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan dest pê kir, ji têkoşîna azadiya jinê ya ku em li dijî sîstema serweriya mêr didin, cuda nabînin. Ji ber ku em dizanin şer, li vê erdnîgariyê herî zêde jiyana jinan û zarokan hilweşand. Bi hezaran jinên Kurd hatin qetilkirin, îşkence dîtin, bi zorê ji cih û warên xwe hatin kirin; mîlîtarîzma ku hat gurkirin, bedena jinê, ked û nasnameya wê kir hedef.
 
GULISTIN, ROJÎN, NARÎN...
 
Bi polîtîkayên şerê taybet hat xwestin ku jin ji nasname, bawerî û jiyana xwe bên qutkirin. Sûcên ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin kirin bêceza hatin hiştin; kuştinên kiryar nediyar ên serdemên tarî jî îro li ser nasnameya jinê tên nûjenkirin. Em hîn jî aqûbeta Gulistan Dokuyê dipirsin, em diqîrin ka çi bi Rojin Kabaişê bû, em qebûl nakin kuştina Narin Guran di tariyê de bê hiştin. Narin bûye sembola vê sîstemê. Di vê sîstemê de mafê jiyanê yê zarokan bi awayekî sîstematîk tê binpêkirin, xizanî, tundî û bêcezahiştin bûne yek. Her pirsa "çima" ya li dû wê tê pirsîn, bedela zarokbûn, jinbûn û xizanbûnê li vê erdnîgariyê de tîne bîra mirov. Zarokên di nav tora têkiliyên paşverû û tarî de tên qetilkirin, ji cîhanên xwe yên azad tên qutkirin û mehkûmî xebatê tên kirin, bi bêperwerdehiştinê ber bi pêşerojeke ne diyar ve tên ajotin, bûne mexdûrên herî mezin ên vî şerî.
 
AŞTÎ TÊ WATEYA NEKUŞTINA JINAN
 
Me bi jiyînê dît ku şer jiyanê tune dike, di rewşa şer de mêranî çawa tê pîrozkirin, mîlîtarîzm tundiyê çawa rewa dike. Ji ber vê yekê em wekî Tevgera Jinên Azad (TJA), aştiyê ne tenê wekî bêdengbûna çekan, lê belê wekî dawîhatina hemû şêweyên tundiyê dibînin. Aştî tê wateya jiyaneke wisa ku tê de jin nayên kuştin, nasnameyên wan nayên înkarkirin, bedenên wan nabin qada şer.
 
QIRKIRINA EKOLOJÎK ŞÊWEYEKÎ DIN Ê TUNDIYA MÊRAN E 
 
Aştî di heman demê de tê wateya jiyaneke wisa ku tê de zarok ji birçîbûnê namirin, bi zikê birçî naçin dibistanê, hewaya ku hildidin û ava ku vedixwin nayê qirêjkirin. Ji ber ku şer ne tenê mirovan, lê belê xwezayê jî dikuje; daristanan, çeman, çûkan, bereketa axê tune dike. Qirkirina ekolojîk jî şêweyekî din ê tundiya mêran e.
 
PÊVAJO DÊ BI PÊŞENGTIYA JINAN BI SER KEVE
 
Em bawer dikin ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, a ku bi têkoşîna gelê Kurd a bi dayîna bedelên mezin heta îro şîn bûye, dê bi pêşengiya jinan bigihîje serkeftinê. Ji ber ku aştî, bi dengê, keda û lêgerîna edaletê ya jinan mimkun e.
 
Em dizanin ku pêvajoya aştiyê dê bi xweber an yekalî nemeşe, lewma em li her deverê xwe rêxistin dikin, aştiyê civakî dikin. Em dizanin ku dema jin bibin kirde yên pêvajoyên aştiyê, ne tenê şer, lê belê hemû şêweyên tundiyê jî bi dawî dibin. Ji ber vê yekê em careke din diqîrin; Ji Şer re Na, Aştî hema niha!
 
KOMUN XWEPARASTINA HERÎ BINGEHÎN E 
 
Hevîrê van axan bi rêxistinbûna komunê û felsefeya jiyana azadîxwaz girtiye. Civakê bi vê hişmendiyê xwe ava kir, pîvanên jiyaneke wekhev û azad afirand. Em dizanin ku îro li hemberî hemû êrişên li ser van nirxan, riya xweparastinê û azadkirinê dîsa rêxistinbûna komunê ye. Bi wê hişmendiyê ku bi nirxên azadiyê yên komunal mimkun e hemû xerakirinên ji aliyê zayendperestî, olperestî, neteweperestî û zanistperestiyê ve hatune afirandin bên derbaskirin, em ê zêdetir xwe rêxistin bikin, parastina xwe û mafê xwe yê jiyanê li dora komunê ava bikin. Riya aştiyê jî û tovê jiyana azad jî dê di nav vê yekîtiya nirxan de hebin.
 
Em vê 25'ê Mijdarê ne tenê wekî helwestek li dijî tundiyê, lê belê bi ruh û bandora şoreşa me ya Jin Jiyan Azadî pêşwazî dikin. Ev şoreş dînamîka avakirina hemû qadên jiyanê bi rengê jinê pêk tîne. Bi wê hişmendiyê ku çalakiya herî bi bandor rêxistinbûn e, em dibêjin riya parastina jiyanê têkoşîna hevpar a jinê ye.
 
EM BI HÊVÎ NE
 
Têkoşîna me ya azadiya jinê ya ku ji nîv sedsalê zêdetir e dewam dike, bi dayîna bedelên mezin gihîştiye van rojan. Lê belê me dev jê berneda, me paşde gav neavêt. Ji ber ku em jin herî baş dizanin ku bi têkoşînê çi tişt dikarin bên bidestxistin. Em li hemberî polîtîkayên sîstema serweriya mêr ên ku dixwestin me tune bikin, bi hezaran salan bi klaman, lorîkan, hêrsê, hêviyê, baweriyê li ber xwe didin û gihîştin îro.
 
Îro xizaniya jinê yek ji wan qadan e ku mêtingeriya kapîtalîst bi awayê xwe yê herî tazî tê dîtin. Jin barê xizaniyê hildigirin, lê belê ji ber ku nikarin zarokên xwe têr bikin tên sûcdarkirin; dema ji hilberînê tên dûrxistin, bi torên piştevaniyê jiyanê ji nû ve ava dikin. Ji ber vê yekê têkoşîna jinê, ne tenê li dijî tundiyê, di heman demê de li dijî xizaniyê, birçîbûnê, bêewlehiyê û xerakirina xwezayê jî berxwedanek e.
 
QIRKIRINA EKOLOJÎK, XIZANIYA JINÊ 
 
Qirkirina ekolojîk, parçeyek bingehîn ê xizaniya jinê û şer e: Dema ku av diçikin, ax bi madenan tê kolandin, daristan tên bombekirin, herî zêde ked, debara û qada jiyanê ya jinan tê tunekirin. Ji ber vê yekê têkoşîna azadiyê di heman demê de parastina axê, avê û jiyanê ye.
 
Dengê me, gotina me li dijî xizaniyê, tacîzê, destdirejî, tundiyê, komkujiyan mezin bû û gihîşt îro. Em bi hilgirtina nirxên xwe yên civakî di dilê xwe de meşiyan. Îro em ji her demê zêdetir bi Prensîba Hêviyê ve girêdayî ne û biryara xwe ya jiyana azad mezin dikin. Ev nirx îro li bendê ne ku ji nû ve bibin komun, bibin yekîtiya civakî, bi hev re hilberînin û zêde bibin. Ji bo pêkanîna ronesansa jinê, hincetên me zêdetir in, derfetên me yên têkoşînê û serpêhatiyên me hene ku me ji dîrokeke kevnar wergirtune.
 
JI BO JIYANEKE BÊ TUNDÎ
 
Ji bo jiyaneke bê tundî, ji her demê zêdetir pêwîst e ku em li dora nirxên demokratîk ji nû ve bibin yek, nirxên komunal ên civakî derxin holê, bibin xwedî gotin û îradeya xwe.
 
Em vê 25'ê Mijdarê jî ji aliyekî ve bi hêrsa jinên hatune qetilkirin, ji aliyê din ve bi hêviya avakirina aştiyê ya ku li erdnîgariya me serwer e, pêşwazî dikin.
 
Rêya me ya meşê, têkoşîna me ya dayînê heye! Em bang li hemû jinan dikin ku ber bi azadiyê ve bimeşin, gotinê mezin bikin û ronesansa jinê di jiyanê de pêk bînin. Bijî têkoşîna jinê. Jin, jiyan, azadî.” 
 

Sernavên din

19:54 Li Amedê wesayîta polîsan li welatiyekî qelibî
19:38 Ji Erdogan daxuyaniya 'pêvajoyê': Dê 86 milyon bi ser bikeve
19:06 Semra Guzel hat berdan
17:24 Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
16:53 Kurtulmuş: Em ê pêvajoyê di demekî herî kin de biencam bikin
16:45 Walîtiyê nehişt gel biçe serdana şînê, polîsan êriş kir
16:34 Gardiyanên ku şêweyê girêdana dersokê neecibandin hevdîtin asteng kir
15:36 Ji bo rojnameger Ruvanas biryara neşopandinê hat dayin
15:33 Der heqê çawişê pispor ê milê zarokê 10 salî şikandî de doz hat vekirin
15:03 DFG’ê rapora binpêkirinan a meha Cotmehê aşkera kir
14:32 Danişîna rojnameger Kanbal hate taloqkirin
14:26 Huda Kaya hate girtin
14:16 Temellî ji îktîdarê pirsî: Hûn çima ji bo çekan hêj ewqas pere vediqetînin?
13:46 Ji ber ‘Lihevkirina Bajar’ ceza ji Ahmet Ozer re hat xwestin
13:35 Kavala ê 8 sal in di girtîgehê de daxuyanî da
13:27 Girtiyên ku zexta pêkirina şimikê red dikin naşînin nexweşxaneyê
12:38 ENAG: Enflasyona salane ji sedî 60 e
TUÎK: Enflasyon ji sedî 37.15 e
12:37 Ji TJA’yê deklarasyona 25’ê Mijdarê: Jiyana bêtundî em bi civaka demokratîk ava dikin
12:20 Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê
12:04 Girtiyê ku jê re gotin ‘baş bûye’ û şandin li girtîgehê rewşa wî giran bû
11:48 ‘Ji sedî 90’ê avahiyên li Rezanê xetere ne, vesazkirina bajar şert e’
11:02 ‘Hewceye gavên ku pêşiya siyaseta demokratîk vedikin bên avêtin’
10:24 Hevserokê PYD’ê: Piştî mijara bêçekbûnê ji holê rabûyî hevdîtin zêde bûn
09:24 ‘Heta komîsyon bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê neke dê pirsgirêk çawa çareser bibe?’
09:00 Xwebûn bi manşeta ‘Pêvînayîş avzel o’ derket
09:00 ROJEVA 3’YÊ MIJDARA 2025’AN
02/11/2025
16:37 Panela ‘Tundiya li dijî jinê’: Çareserî piştevaniya civakî ye
16:35 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Piştevanî têr nake, divê her kes berpirsyartiyê li xwe bigire
15:52 Temel: Êrişên ser CHP’ê pêşî li civakîbûna pêvajoyê digirin
15:35 Bîlançoya lehiya li Vîetnamê giran bû: 35 kes mirin, 5 kes winda ne
15:33 ‘Sedsaleke din a ku Kurd winda bikin tune ye'
14:51 Abdullah Ocalan ji DEM Partiyê re got: Civakê bi rêxistin bikin
14:14 Bakirhan: Hedefa vê pêvajoyê demokrasî pisûla wê jî edalet e
13:23 Li Bestayê qirkirina daran didome
12:04 Li Ingilistanê bi kêran êriş hate kirin: Gelek kes birîndar bûn
11:22 Danişîna êrişa li dijî Evrenselê sibê ye: Em li edliyeyê benda her kesî ne
11:07 Li Meksîkayê di şewatê de 23 kes mirin
11:04 Sarisozen: Entegrasyona demokratîk, rêya xelasiyê ya Tirkiyeyê ye
10:36 Welatiyên Îzmîrê ‘kêmtirîn mûçe' şîrove kirin
10:07 Hejmara 140’an a kovara Jinê derket
10:01 Di her kevirekî wê de keda komunal heye: ZIWAN-KURD
09:53 Ferîde Eralp: Aştî meseleya jina ye, em mecbûr in nîqaş bikin
09:12 ‘Tekane aktorê ku karibe pêvajoyê birêve bibe Abdullah Ocalan e’
09:01 ROJEVA 2’YÊ MIJDARA 2025’AN
01/11/2025
16:42 Abdullah Ocalan: Divê rêxistina herêmî bê xurtkirin
16:35 Tehliyeya girtiyên nexweş Oztel û Avcî hat xwestin
15:53 Di ‘Nobeda Edaletê’ ya Cizîrê de banga têkoşîna hevpar
15:52 Li dijî erêkirina cezayê 7 rojnamevanan bertek: Ev êriş e li dijî azadiya çapemeniyê
15:20 'Riya aştiyê di Qada Galatasaray û Koşûyoluyê re derbas dibe'
14:38 Dayikên Şemiyê li aqûbeta windayên li Kerboranê pirsîn
11:54 1’ê Mijdarê: Berxwedana Kobanê hêvî da gelan
11:40 Hejmara Mijdarê ya Rojnameya Newaya Jinê derket
11:10 Bernameya 25’ê Mijdarê ya DEM Partiyê: ‘Em li dijî tundiyê ji bo wekhevî û azadiyê bi hev re radiwestin'
10:57 DFG’ê li dijî cezayê 7 rojnamevanan bertek nîşan da
10:49 QSD’ê li Reqayê operasyona ewlehiyê da destpêkirin
10:10 Cezayê li 7 rojnamevanan hatibû birîn hat erêkirin
09:19 Şandeya DEM Partiyê dê di 3'yê Mijdarê de biçe Îmraliyê
09:10 'Qers prototîpa jiyana bihevre ye'
09:06 Bang ji bo meş û mîtînga Kolnê: Em bi ruhê seferberiyê beşdar bibin
09:00 ROJEVA 1’Ê MIJDARA 2025’AN
31/10/2025
16:39 Abdullah Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin kir
15:55 Li Amedê dê civîna ‘ber bi bajarên jinan ve’ bê lidarxistin
15:32 Kurtulmuş: Şertên herêmî û kûrewî aştiyê ferz dikin
13:51 Koma Amed di 22’yê Mijdarê de li Wanê konserê dide
13:37 Li Zanîngeha Egeyê 5 xwendekar hatin binçavkirin
13:36 Ji girtîgehan ji bo Aykol name: Xeyala me tevan dîtina te ye
13:34 NY: Li Îranê piştî şer zext giran dibin
12:46 Li Îdirê bi beşdariya Bakirhan bi gel re civîn hat lidarxistin
12:44 KNK’ê ji bo tevlibûna meşa Kolnê bang kir
12:30 Li Sêrtê 2 kes hatin qetilkirin 3 kes jî hatin birîndarkirin
12:29 Dîroknasê Îtalî piştgirî da banga Abdullah Ocalan
12:10 Di dibistanan de Kurdî weke zimanekî 'bêqîmet' fêrî zarokên Kurd dikin
11:19 Welatiyên Îzmîrê: Em li benda gavavêtina dewletê ne
11:18 Ayhan ê HPG’î: Em dixwazin siyaseta demokratîk li ser zemîneke azad bikin
09:48 Li gundê ku qet neçûyê ji ber 'ceyrana qaçax' 805 hezar TL ceza lê hatiye birîn
09:43 Rêveberiya qeyûm 2 meh in rêya 100 metreyî temam nekiriye
09:38 Ji nivîskara îranî evîna ji bo Kurdî
09:36 'Komîsyona Pêvajoyê' ya Baroya Amedê dê di bin 11 sernavan de bixebite
09:07 Bi salan e li ser rêya girtîgehan e: Bila qanûn bên derxistin û girtî bên berdan
09:04 Şêniyên taxê ji ber bêhna nexweş nerihet in: DSÎ xwe lê bêdengiyê datîne
09:02 Bi zarokên xwe re ruh didin şanoya pirpitokî ya bi Kurdî
09:00 ROJEVA 31’Ê COTMEHA 2025’AN
30/10/2025
21:30 Şandeya Îmraliyê: Em gihîştin fikreke hevpar
21:05 Nîzamettîn Kabaîş: Dê telefona keça min bişînin Portekîzê
20:21 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Erdogan re bi dawî bû
18:43 Civîna komisyona meclisê bi dawî bû
17:59 Şandeya Îmraliyê ji bo hevdîtina bi Erdogan re bi rê ket: Em ê gavên ku divê bên avetin gotûbêj bikin
16:49 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:43 Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn
14:42 Kurtulmuş: Em ber bi amadekirina raporê ve diçin
14:27 Hevdîtinên budçeyê dest pê kirin
13:34 Aksoyoglû: Hewceye Meclis li Enqereyê li Ocalan guhdarî bike
11:41 ‘Li dijî gavên hatine avêtin divê dewlet gavên zagonî biavêje’
11:14 ‘Hewceye dewlet verastkirinên zagonî bike’
10:51 Serokên partiyên Saadet, Gelecek û DEVA’yê yên Amedê: Divê dewlet demildest gav biavêje
10:39 Bakirhan: Divê bi zagonên veguhêz azadî û maf bên misogerkirin
10:07 Cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemedî hat betalkirin
10:05 Aktîvîst Zîlan Kemanger li Kamyaranê hate binçavkirin
09:35 Înîsyatîfa Yekitiyê: Heya yekitiya me çênebe em ê negihên tu statuyê
09:25 Koçeroglû yê OHD'î: Pêvajoyê tu bandoreke erênî li girtîgehan nekiriye