ŞIRNEX - Li gel hemû nerazîbûn û îdiayên walîtiyê ku gotibû "êdî dê dar nayên birîn" jî birîna daran a li Çiyayê Gabarê berdewam dike.
Li navenda Şirnex û navçeyên wê qirkirina ekolojiyê her ku diçe zêdetir dibe. Li çiyayên Cûdî û Gabarê û Herêma Bestayê 5 sal in bênavber dar tên birîn. Dar di bin çavdêriya leşkeran bi destê cerdevanan tên birîn.
Waliyê Şirnexê Bîrol Ekîcî di 19'ê Cotmehê Roja Keyayan de di civînekê de gotibû: "Êdî dê li Şirnexê dar neyên birîn. Kî bibire em ê li ber wan rabin."
Lê belê hat hînkirin ku li Çiyayê Gabarê birîna daran didome. Hat zanîn ku duh li herêma di navbera gundê Nîtê yê navçeya Dihê yê Sêrtê û gundê Basretê yê Şirnexê de dar tên birîn. Dîmenên ku ji aliyê welatiyekî ve hatin kişandin û bi ajansa me re hat parvekirin nîşan didin ku seranserê rê gelek darberû hatine birîn. Ji dîmena û wêneyan xuya dike ku darên hatine birîn hîn terr in. Tê dîtin ku dar bi mişarên ceyranê tên hûrkirin û li qamyonan tên barkirin. Di dîmenan de xuya dibe ku dema kamyonên daran vediguhêzin ji jîngehan re derbas dibin, ji bo neyên dîtin bi brandayan tên veşartin.
Kamyonên darbarkirî dema ji navenda bajar û navçeyan derbas dibin, dîmenên wan ji hêla welatiyan ve tên kişandin û rê li ber bertekê vedikin. Hat zanîn ku ji bo pêşîlêgirtina vê, ser kamyonan bi brandayan veşartine. Hat zanîn ku qirkirina daran a li Şirnexê rastî bertekên mezin hat, derbasî aliyê Sêrtê yê Çiyayê Gabarê hatiye kirin û di bin çavdêriya leşkeran û bi destê cerdevanan tê domandin.
MA / Emrullah Acar
