AMED - Xwişka Rojîn Kabaîşê Elîf Kabaîşê xwest ku nasnameya 2 mêrên ku DNA'yên wan li ser laşê xwişka wê derketiye bê aşkerakirin û got: “Ev her du kes kî ne? Çima DNA'yên wan nayên aşkerakirin?"
Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîş, di 27'ê Îlona 2024'an de winda bû û cenazeyê wê 18 roj piştre hate dîtin. Saziya Tiba Edlî (ATK), cihê DNA’yên li ser laşê Rojîn Kabaîşê hatibûn tesbîtkirin, aşkera kir. ATK a ku rexmê daxwaza dadgehê ev agahî parve nekir, di 10’ê Cotmehê de di rapora ku ji dadgehê re şand de diyar kir ku DNA ya yekemîn li ser sîng û ya duyemîn jî di vajinayê de hatiye tespîtkirin.Veşartina vê agahiyê ku dê rewşa dozê biguherîne, li Kurdistan û Tirkiyeyê bû sedema bertekan. Di meş û daxuyaniyên ku li gelek bajaran hatin lidarxistin de li dijî ATK’ê bertek hatin nîşandan û daxwaza ronîkirina dosyayê hate kirin.
Xwişka Rojîn Kabaîşê, Elîf Kabaîşê bertek nîşanî veşartina agahiyên têkildarî doza mirina xwişka xwe û hewldana rayedaran ku hewl dan îdiaya "întîharê" bi malbatê bidin qebûlkirin da û got: "Êdî aşkera bû ku Rojînê întihar nekiriye. Em ji vir dipisin; 2 mêr ên xwediyên DNA’yê kî ne? Ji bo çi ew 2 mêr ên xwediyê DNA’yê nayên dîtin? Rektor ji bo çi hesabê nade? Em ji destpêkê ve dibêjin ‘Rojînê întihar nekiriye’. Dema otopsiyê de rektor dikeve odeya otopsiyê. Tu ne bijîşkî ji bo çi tev li otopsiyê dibî? Waliyê Wanê hêj otopsî xilas nebûbû ku ji bavê min re got: ‘Keça te întihar kiriye. Vê wiha qebûl bike Nîzamettîn Efendî.’ Beriya ku otopsî xilas bibe, li gorî çi vê gotinê dibêje?”
‘DNA'YÊN 2 MÊRAN ÊN KÊ NE?’
Bi domdarî Elîf Kakaîşê bibîr xist ku ATK’ê bi mehan DNA’yên 2 mêran ên ku li ser laşê xwişka wê hatine tespîtkirin aşkera nekiriye û wiha pê de çû: “ATK’ê çi ji me veşart? Ji bo çi veşart? Em ê bi kê bawer bin? Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Hêviya min xurt e. Ez bawer im ku ev bûyerê bi pişgirtiya gel ve derkeve holê. Ji bo çi xwediyê DNA'yê ya 2 mêran dernakeve holê? Ji bo çi vê agahiyê ji me vedişêrin? Çi bi serê Rojînê hat? Ev saleke em dipirsin. Ger sedsal jî derbas be, heta edalet pêk were ez ê dîsa bibêjim çi bi Rojînê hat?”
Hevala Rojîn Kabaîşê Cemîle Eray, diyar kir ku Rojînê ji jiyanê û ji malbata xwe hez dikir û got: “Em berî 2 salan ji bo ezmûnê çûn Êlihê. Ez, dayika Rojînê û Rojîn em 3 rojan li Êlihê man. Ji jiyanê hez dikir, wê intihar nekiriye. Ji xwendinê hez dikir û her tim diçû pirtûkxaneyê. Gotin întihar kiriye ji bo malbat dev ji şopandinê berde. Axaftina me ya herî dawî ya bi Rojînê re li ser serketina wê ya ezmûnê bû. Tu kes nikare bi me bide bawerkirin ku Rojînê întihar kiriye.”
‘GER EM DEV JI TÊKOŞÎNÊ BERDIN DÊ QETLÊN DIN RÛ BIDIN’
Cemîle Erayê, anî ziman ku nîşaneya herî mezin ew e ku kamerayek xera bûye û wiha pê de çû: “Kameraya MOBESE’yê heye. Tu dîmen nîn e. Xuyaye hatiye jêbirin. Ji bo çi tune? Ger ev bûyer li malê rû bida dê malbat berpirsiyar bihata dîtin. Ji bo kiryar derkevin holê em ê heta dawiya têbikoşin. Hezar sal jî derbas bibin em ê dev ji doza xwe bernedin. Ger em dev ji têkoşînê berdin dê qetlên din rû bidin.”
‘HIŞEMENDIYA SERDEST A MÊR QETLÎAMÊN JINAN VEDIŞÊRIN’
Parêzera Baroya Amedê Raperîn Akengîn jî diyar kir ku piştî salekê DNA ya 2 mêran li dosyayê hat zêdekirin û got: “Hate tespîtkirin ku DNA ya 2 mêran yek jê li ser sînga wê ye û ya din jî di vajinaya wê de hatiye tespîtkirin. Rexmê vê tespîtê roja şemiyê ATK’ê bi awayeke nefermî daxuyand ku îhtimala tecawizê nîn e. Em careke din dipirsin. ATK li gorî çiv ê yekê dibêje? Mixabin, em dizanin ku piraniya qetlên jinan ji ber tecawizê ye.”
Raperîn Akengîn, destnîşan kir ku wek Baroya Wan û Baroya Amedê daxwaza wan ew e ku dosyaya Rojîn Kabaîşê ji aliyê “êrişa zayendî” ve bê lêkolînkirin û wiha dawî li axafina xwe anî: “Hişmendiya serdest a mêr her tim qetlîamên jinan vedişêrin. Em dipirsin; ji bo ji hûn pergala serdest a mêr diparêzin. Kuştina jinan her tim tê veşartin.”
MA / Heval Onkol - Fethî Balaman