Mehmet Ocalan: Divê tiştên hatine gotin pêk bên

  • rojane
  • 09:03 8 Cotmeh 2025
  • |
RIHA - Mehmet Ocalan destnîşan kir ku ev zêdetirî mehekê ye li Girtîgeha Îmraliyê hevdîtinên malbatê nayên kirin û gotinên Devlet Bahçelî bi bîr xist û got: "Divê ew divêtiyên tiştên ku gotine bi cîh bînin."
 
Bi zexta dewlet û hêzên hevalbend ên di bin koordînatoriya DYA'yê de, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neçar ma ku di 9'ê Cotmeha 1998'an de ji Sûriyeyê derkeve. Abdullah Ocalan, li dewletên Ewropayê ku ji bo çareseriyeke demokratîk a pirsgirêka Kurd berê xwe dabû wan, wekî "kesê nayê xwestin" hat îlankirin. Piştî "nêçîra" 130 rojan, di 15'ê Sibata 1999'an de ew anîn Tirkiyeyê. Pêvajoya ku Abdullah Ocalan wekî "komploya herî mezin a sedsala 21'ê1 bi nav kir, sala xwe ya 27'an temam dike û encam û bandorên wê îro jî tên nîqaşkirin.
 
MAFÊ HÊVIYÊ
 
Mehmet Ocalan, pêvajoya komploya navneteweyî nirxand û bal kişand ser pêwîstiya misogerkirina azadiya fizîkî ya birayê xwe Abdullah Ocalan. Ocalan bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a berdewam û meşa ku ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) ve ji Amedê heta Enqereyê ji bo salvegera komployê hat destpêkirin û got: "Meşvan li her deverê ku çûnê bi hezkirin û hêviyê hatin pêşwazîkirin. Em dixwazin ev meş bibe wesîleya misogerkirina 'mafê hêviyê'. Divê dewlet û desthilat gav biavêjin. Divê em vê hewildanê paşguh nekin; ev bendewariya me ye. Divê ev bibe. 'Mafê hêviyê' ne tenê ji bo birêz Ocalan, ji bo gelek kesên di girtîgehê de divê were bicîhanîn. Ev mafek e, ne litfek an diyariyek e. Qanûna navneteweyî ev maf nas kiriye. Divê dewlet vî mafî li ber çavan bigire û birêz Ocalan û her kesê ku 'mafê hêviyê' heq dike demildest berde."
 
'EWROPAYÊ KURDAN PARÇE KIR' 
 
Ocalan bi bîr xist ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di 18'ê Îlonê de ji bo "mafê hêviyê" muhleteke nû daye Tirkiyeyê û got: "Em Ewropayê pir baş nas dikin. Çawa ku wan di dema damezrandina komarê de Kurdistan kir çar parçe û li gorî berjewendiyên xwe bi kar anîn, ew dixwazin ev berdewam bike. Divê Ewropa ji bo mafên mirovan û demokrasiyê tiştê ku pêwîst e bike. Ger Kurd 100 sal in di vê rewşê de ne, di vê de bandora Ewropayê pir mezin e. Wê demê ne Amerîka û ne jî Îsraîl hebû, tenê Ewropa hebû. Ewropa ku Kurdan kir çar parçe, di komkujiyên ku dem bi dem li çar parçeyan çêbûn de jî hevkar e."
 
Ocalan diyar kir ku komploya li dijî Abdullah Ocalan û biryarên Komîteya Wezîran bi hev ve girêdayî ne û got: "Tenê li gundê me (Amara), bi hezaran kes li Ewropayê hatin qebûlkirin. Piştî ku Rêbertî (Ocalan) ji Sûriyeyê derket, yek dewletek ewropî balafirgeha xwe venekir. Ewropayê deriyên xwe ji her kesî re vekir, lê ji Rêbertî re na. Ê ev kir Ewropa bû. Ev li gorî qanûnên Ewropayê an qanûnên cîhanê nayê qebûlkirin. Ev komplo ji hêla NATO û Ewropayê ve hat organîzekirin."
 
'BI TUNEHESIBANDINÊ BIRATÎ NABE'
 
Ocalan anî ziman ku Devlet Bahçelî salek berê li meclisê bi destê endamên DEM Partiyê girtiye û banga "mafê hêviyê" kiriye, lê tu guhertin çênebûne. Ocalan wiha domand: "Rêbertî 43 mehan di bin tecrîdeke giran de ma. Ne malbat, ne parêzer, ne şande... kes nikarîbû pê re hevdîtinê bike. Me nizanibû sax e yan na. 43 meh şûnde serdana malbatê pêk hat. Piştre me fêm kir ku Rêbertî sax e. Çapemeniya tirk qet nenivîsand ku 43 meh in ji Abdullah Ocalan, ji girtiyên li Girava Îmraliyê, agahî nayê girtin. Ev cure paşguhkirin nikare wekî biratiyê bê hesibandin."
  
Ocalan banga Bahçelî ya "bila were û li meclisê biaxive" bi bîr xist û wiha domand: "Em, wekî malbata wî, 50 roj in nikarin hevdîtineke malbatî çêbikin. Divê ew hem tiştên gotine hem jî divêtiyên wan bi cîh bînin. Ji van yek jî nehatine bicîhanîn. Em qet xwînrijandinê naxwazin. Em aştiyê dixwazin. Bila ji niha û pê ve mirin çênebin. Her kes aştiyê dixwaze û dixwaze tevkariyê li aştiyê bike. Kurd, ji destê wan çi tê dikin. Ji ber ku bingeha hemû pirsgirêkan pirsgirêka Kurd e. Pêdivî ye ku pirsgirêk bi awayekî rast were destnîşankirin. Bêyî çareserkirina pirsgirêka Kurd, tu pirsgirêk çareser nabe. Em hêvî dikin ku 'mafê hêviyê' hem ji bo Rêbertî û hem jî ji bo hemû girtiyan were bicîhanîn."
 
MA / Sema Bîngol
 

Sernavên din

20:09 Peyama ku Abdullah Ocalan ji merasîma xelatdayînê re şand: Gûrbettellî şopeke bêhempa hişt
19:50 MEBYA-DER ku li komisyonê lê hat guhdarîkirin: Hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikin
17:51 Jinên ji meşê vegeriyan bi kulîlkan hatin pêşwazîkirin
17:00 Ji ÎHD'ê li dijî texrîbkirina ekolojiya Dêrsimê banga têkoşîna hevpar
16:25 Lamîa Asu ya Efrînî ku piştî 32 salan hate berdan birin GGM’ê
15:46 Talankirina xwezayê li Amedê hate protestokirin
15:28 DEM Partiyê li Meclisê ji bo Demîrtaş çalakî li dar xist
15:27 Hunermendan banga ‘em aştiyê dixwazin’ kir
14:52 Civîna 14’an a komîsyonê dest pê kir
14:35 Bernameya bîranîna Komkujiya Gara Enqereyê diyar bû
13:56 Komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê dê li gelek bajaran bê protestokirin
13:34 Erdogan: Bi DEM Partiyê re em li ser mijara tiştên dikarin bikin axivîn
13:30 DEM Partî li pêşiya Wezareta Dadê ye: Bi lîstikan hewl didin demê qezenc bikin
12:44 Kitekitên hevdîtina Erdogan a bi Trump re
12:25 Kurtulmuş bi serokwekîlên koma partiyan re civiya
12:06 ÎSÎG: Di Îlonê de 206 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
11:53 Temellî: Divê zemîna muzakereyê ya Ocalan behsa wê dike bê avakirin
11:13 Fermandarê HSD’ê: Hikûmeta Demkî agirbestê binpê dike
10:52 ‘Serkeftina pêvajoyê dê komployê vala derxîne’
10:33 MKG û DFG’ê Gurbetellî Ersoz bibîr anî
10:25 Komploya navneteweyî dê li Amedê bê protestokirin
10:10 Li Wanê ku milyonek nifûsa wê heye otopark tune ne!
09:48 Yaşa: Heta ku Ocalan li Îmraliyê be ev tê wateya domandina tecrîdê
09:28 Ji Komîteya Amadekar banga beşdarbûnê li mitînga Êlihê
09:08 Banga ji bo mitîngê: Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd divê Ocalan azad be
09:04 Doz di 9'ê Cotmehê de ye: Bila dawî li bêhiqûqîtiya li Hesendînê bê
09:03 Mehmet Ocalan: Divê tiştên hatine gotin pêk bên
09:02 Meclisa Tenduristiyê ya HDK'ê li Îzmîrê amadekariya têkoşîna li dijî tiryakê dike
09:00 ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2025'AN
07/10/2025
17:02 Li Elkê û li Silopiyayê standên îmzeyê hatin danîn
16:16 Şîna Daniş û Acar bi girseyî hate ziyaretkirin
16:13 Yuksel Genç: Meşeke 26 sal in didome ye
15:01 Jinên ku ber bi Enqereyê ve meşiyan dê li Meclisê hevdîtinan bikin
14:58 Bahçelî: Divê komîsyon biçe Îmraliyê
14:20 Ji bo meşa li dijî komployê banga tevlibûnê
13:23 Li Meclisê dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hate berzkirin
13:20 Danişîne Nîmet Tanrikulu hate taloqkirin
12:38 Tulay Hatîmogûllari: Aştî dê rê li ber avakirina Komara Demokratîk veke
12:37 Şaredariya Nisêbînê dê ‘Mihrîcana Çand û Hunerê’ li dar bixe
11:41 Danişîna rojnameger Nûrcan Yalçin hat lidarxistin
11:32 Qeydên dibistana Egîdê Cimo didomin
11:17 Mehmet Uzun dê li Amedê bê bibîranîn
10:47 Muzakereyên Hamas û Îsraîlê didomin
10:35 Di şewata 15 kes miribûn de faîl nehate tespîtkirin!
10:24 Jinan li Enqereyê bang kir: Gavên siyasî û hiqûqî biavêjin
09:54 Rêveberiya Xweser û PYD’ê ji bo Şêxmeqsûd û Eşrefiyê banga berxwedanê kirin
09:41 Qirkirina daran a li Eskarê ber bi Beyrokê ve fireh bû
09:37 Li Mêrsînê mînîbûsa karkeran qeza kir: 5 kes mirin
09:21 Hevberdevka Yekitiya Demokratîk: Divê em li ser statuya gelê Kurd bisekinin
09:16 Bi perspektîfa Abdullah Ocalan li ber xwe didin
09:11 Meşeke bêdawî: Bi hêviyê ber bi azadiyê ve
09:06 Dikandarên Bazara Gel a Mezin li benda çareserkirina pirsgirêkan in
09:04 Ji bo mitînga Êlihê bang: Em ji bo azadiya Abdullah Ocalan li qadê bin
09:02 Li Pasûrê dema gûzan
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2025'AN
06/10/2025
22:41 Jinên ku gihîştin Enqereyê: Bila Abdullah Ocalan serbest bê berdan
22:34 Mîhrîcana Hîlarê bi konsera Xecê û Xêro Abbas bi dawî bû
18:39 Jinên ji Amedê meşiyan li Enqereyê ne
16:58 Di Şahiya Gastronomiyê ya Hîlarê de ji bo zarokan pêşbirk hate lidarxistin
16:56 16 baroyên Kurdistanê: Çareseriya mayinde bi esasgirtina serweriya hiqûqê dibe
15:53 Li Pasûrê li dijî talanê mitîng: Em bi hev re jiyanê biparêzin
15:17 Kurt piştî 30 salan li bajarê xwe hate pêşwazîkirin: Em ê têbikoşin
14:00 Ji ber ferzkirina kelemçeyê red kir nehat tedawîkirin
13:41 Gelek kes çûn serdana şîna Zeynep Kayayê: Dê di têkoşîna me de bijî
13:29 Talebanî: Ji bo Êzidî vegerin ser axa xwe em ê piştgiriyê bidin
13:22 Têkildarî firotina tîşortên bi ‘Torosa Spî’ serlêdana sûc hate kirin
13:17 Profesor Robinson: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
13:12 Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatine dorpêçkirin
12:57 Serokwezîrê Fransayê îstîfa kir
12:17 Ji têkoşîna çekdarî ber bi akademîsyeniyê ve: Divê Ocalan bê şert azad be
12:09 Çîgdem Dogû: Divê jin bi awayekî komunal xwe birêxistin bikin
11:55 Baroya Amedê banga berdana Demîrtaş û girtiyên din kir
11:26 Çeteleya JINNEWS’ê ya meha Îlonê: 19 jin hatin qetilkirin
11:16 Fuad Bêrîtan: Em li Îranê ji bo hemû senaryoyan amade ne
10:55 Jin dixwazin keda wan bê dîtin
10:31 Encama Xelatên Rojnamegeriyê ya Gurbetellî Ersozê diyar bûn
10:15 Di bîranînên Mîralayê Rûs Tomîlov de bajarê Amedê
09:58 Li Elkê wêneyê talanê: Daristanên Kespiyanişê di 3 mehan de hatin tunekirin
09:45 Li dijî Rafîneriya Zêr a Stenbolê operasyon: 21 kes hatin binçavkirin
09:37 Planên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê: Dixwazin bi destê eşîran zemîna şer ava bikin!
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2025'AN
05/10/2025
16:57 Hikûmeta Demkî ya Şamê cejnên gelan tune hesibandin
16:40 Meşa jinan gihîşt Mersînê: Rêya firsenda dîrokî di Îmraliyê re derbas dibe
15:04 Rêya Tebqa-Selemiyê hat girtin
14:52 Ji Koreya Bakur li hemberî leşkerên amerîkî 'tevdîrên taybet'
14:44 Li Laziqiyê êrişî rojnamevanekê hat kirin
14:34 Ji bo Stenbolê hişyarî: Ava bendavan kêm dibe
14:28 Ji bo Gedîk ê ku ji ber gotina ‘rêzdar Ocalan’ tehliyeya wi hatibû taloqkirin serlêdan hate kirin
14:01 Dêr Hafir hat bomberankirin: Kesek birîndar bû
13:52 Peyam ji bo meşê: Divê Ocalan azad be
13:49 Îranê kolberekî kurd kuşt
13:42 Xwebûn bi manşeta ‘Ji bo Azadiyê’ derket
13:41 Di 9 mehên dawî de li Îranê 38 jin hatine darvekirin
13:26 Nagihan Akarsel li Manîsayê hat bibîranîn
13:24 Peyama Komîteya Dîplomasiyê ji bo meşvanên jin: Em hêzeke mezin ji sekna we werdigirin
13:11 Li Nepalê ji ber barana zede herî kêm 42 kes mirin
13:05 Hikûmeta demkî dest bi tayinkirina endamên meclisê kir
12:45 MKG'ê rapora binpêkirinan a Îlonê eşkere kir
12:45 Îsraîl rexmê ‘plana aştiyê’ êrişê Xezeyê kir
12:30 'Bila perwerdehiya bi zimanê dayikê bi destûra bingehîn bê misogerkirin'