Ji bo Komkujiya 10'ê Cotmehê bîranîn

  • rojane
  • 17:20 4 Cotmeh 2025
  • |
img
 
 
ENQERE -Pêkhateyên Demokrasiyê yên Ayranciyê bi boneya 10'emîn salvegera komkujiya 10'ê Cotmehê bernameya bîranînê li dar xistin. Şahidên komkujiyê û kesên di komkujiyê de birîndar bûn jî tevlî bernameyê bûn.
 
Pêkhateyên Demokrasiyê yên Ayranciyê ya Enqereyê, ji bo 10'emîn salvegera komkujiya 10'ê Cotmehê ya Gara Enqereyê li parqa Îkîzler a navçeya Çankayayê bernameya bîranînê li dar xist. Şahidên komkujiyê, xaziyên komkujiyê, Komeleya Aştî ya 10'ê Cotmehê, rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Enqereyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), endam û nûnerên saziyên civakî û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Li parqa ku bernameya bîranînê hat lidarxistin bi wêneyê kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane hat xemilandin. Her wiha ji bo qûrbaniyên komkujiyê li parqê dar hat çandin. Bernameya bîranînê ji bo cangoriyên aştî, azadî û demokrasiyê bi deqîqeyeke rêzgirtinê destpê kir.
 
Piştî rêzgirtinê parêzerê dozê Îlke Işik anî ziman ku di sala 2015'an de ji bo aştî pêk were û şer careke din destpê neke, jin, ciwan, kêdkar û bi sedan kes ji bo aştiyê ew çalakî kirin û li dijî wan komkujiyek pêkhat. Îlke Işik bi lêv kir ku ji wê rojê heta niha têkoşîna edaletê didome û got: “Kujerên komkujiyê aşkera ne. Ew komkujî DAIŞê kir û ew komkujî weke komkujiya li dijî mirovahiye hat dîtin. Lê dadgeha Enqereyê komkujiya 10ê Cotmehê ku weke komkujiya li dijî mirovahiye hat pênase kirin de biryara beraatê da. Têkoşîna edaletê hê jî neqediya. Endamên DAIŞê yên bi girtî tên darizandin jî bi saya têkoşîna malbatan nehatin berdan. Em ê ji bo li pişt vê komkujiyê kî heye hemû ben darizandin têkoşîna xwe bidomînin.”
 
Piştre jî Berdevka Komeleya Aştiyê ya 10'ê Cotmehê Mehtap Sakinci destnîşan kir ku ew ji bo komkujî neyê jibîrkirin ew xebatên xwe dikin û ev tişt gotin: “Ji komkujiyê vir ve li Enqereyê gel xwedî li bîranîna qûrbaniyan derdikeve. Ji ber ku dewlet doza komkujiyê dirêj dike mixabin hê jî rojeva me pêkhatina edaletê û darizandina kujerên komkujiye ne. Wê roje me gotibû edî gotin qedya lê em niha jî dibêjin gotina me hê neqediya. Kesên ku aştî xwestin hatin qetilkirin. Lê ew daxwaz mezin bû. Me bi piştgiriyê birînên xwe pêçan. Em têkoşîna edaletê didomînin. Me wê demê jî gotibû em kujeran nasdikin. Di van 10 salan de jî derket holê ku em mafdar bûn. Heta edalet pêkwere têkoşîna me wê bidome. Têkoşîna bi rêxistinî di vir de pir girîng e. Em bi hêvî ne ku rojeke were em ê bêjin edalet pêk hat û têkoşîna me jî bi dawî bû.”
 
Ji Komeleya Aştiyê ya 10ê Cotmehe û xaziyê komkujiyê Can Ateş jî qala komkujiyê û tiştên ku dîtinê kir: “Piştî komkujiyê ez jî rakirim nexweşxaneyê. Wê rojê masaya krize hat avakirin. Piştre jî ew masa bû platform û komele. Di van 10 salan de karekî gelek baş hat kirin. Malbatên qûrbaniyan dema dihatin danişînan ji me hêz digirtin. Me jî ji wan hêz digirt. Ez sazî û partiyan re jî dibêjim; ne tenê di meha Cotmehê de bila hemû mehan li cem me bin û di nava piştgiriyê de bin.”
 
‘RÊYA AŞTIYÊ DI 10'Ê COTMEHÊ RE DERBAS DIBE'
 
Îhsan Seyran ku di komkujiyê de xwarziyê xwe winda kir jî diyar kir ku ji ser komkujiyê re 10 sal derbas bûn û piştî 10 salan careke din pêvajoyeke aştiyê heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Beriya 10ê Cotmehê jî kesên ji şer sûd digirtin û li dijî aştiyê bûn gelek komkujî pêkanîn. Di 10ê Cotmehê de jî ew komkujî pêkhat. Beriya wê di 7ê Hazîranê de desthilat û kesên ji şer sûd digirtin têkçûn. Lê bi komkujiya 10ê Cotmehê xwestin desthilatdariya xwe mayînde bikin. Di nav 10 salan de jî daxwaza aştiyê ji aliyê malbatên qûrbaniyên 10'ê Cotmehê ve bilindtir bû. Wê rojê malbatên qurbaniyan digotin em ê cenazeyên xwe bi alên aştiyê pir bikin. Ji bo Roboskî jî tê gotin û ji bo 10ê Cotmehê jî dibêjim niha em pêvajoyeke aştiyê re derbas dibin, rêya aştiyê bi rû bi rû mayîna 10ê Cotmehê ve pêkan e. Em li vir jî dibêjin di salvegera 10'an de bi awayekî xurt nekarî 10ê Cotmehê pêşwazî bike. Divê em beêhtir xwedî li 10ê Cotmehê derbikevin.”
 
Parlamentera DEM Partî ya Amedê Sevilay Çelenk jî destnîşan kir ku tevî 10 sal derbas bûn jî faîlên komkujiyan nehatin darizandin û wiha pêde çû: “10ê Cotmehê ji me re vê rastiyê nişan dide; Em nayên parastin. Niha polîsên li vir jî ne ji bo me biparêzin li vir in. Min wê rojê faşîzm dît. Bi polîtîkayên bêcezahiştinê, bi awayekî sistematik edalet pêk nehat. Li bajarên cûda hatin li gel hev. Belkî li vê parqê rûniştibûn. Kî dizanî wê rojeke wêneyên wan wê di navbera 2 darên vê parqê de bê daliqandin. Xweşiya vê bîranîna 10'ê Cotmehê yek jî ew ê ku em di pêvajoya aştiyê de pêşwazî dikin. Em ji bo aştiyê ne li benda kesî ne. Me ji bo aştiyê têkoşiya. Deynê me ji qûrbaniyên me jî ew ê ku em aştiyê pêkbînin.”
 
Piştî axaftinan ji bo qûrbaniyên bîranînê dara aştiyê hat çandin û piştî çandina daran stran hatin gotin. Bernameya bîranînê bi belavkirina loqme bi dawî bû.

Sernavên din

10/10/2025
12:32 Roja Têkoşîna li Dijî Cezayê Mirinê: Li Îranê darvekirin zêde dibin
12:10 Şahidê Komkujiya Garê: DAIŞ’ê komkujî kir lê berpirsyartî ya dewletê bû
11:45 Polîsan êrişî bîranîna Komkujiya Garê kir
11:40 Nivîskar û hunermend ji bo pêvajoyê çi dibêjin?
11:30 Bi talankirina xwezayê re welatiyên Pasûrê neçarî koçberiyê tên kirin
11:01 'Girtî 3 sal in ji ber lêgerînên hundirê dev nikarin biçin nexweşxaneyê'
10:50 Jin ji bo ‘jiyan û jiyînê’ bi rêxistin dibin
10:44 Hevserokê OHD'ê: Guhdarkirina Ocalan berpirsyariya dîrokî ye
09:36 Komplo li bajarên Marmarayê hat şermezarkirin
09:00 ROJEVA 10’Ê COTMEHA 2025’AN
09/10/2025
18:41 'Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan ji bo aştiya gelan û paşeroja demokratîk gava herî berbiçav e'
17:29 Li Amedê meşa 9'ê Cotmehê: Heya azadiya Abdullah Ocalan pêk bê, em ê bitêkoşin
17:22 Hesen ê piştî 30 sal û 9 mehan hate berdan dê were dersînorkirin
16:55 Komîsyona Meclisê dê were Amedê
16:46 Komploya 9’ê Cotmehê hat protestokirin: Azadiya Abdullah Ocalan dê bibe gava şênber a ji bo aştiyê
16:03 Ji bo rojnameger Rahîme Karvarê ceza hat xwestin
15:56 Danîşîna rojnamevan Reyhan Hacioglû hate taloqkirin
15:23 Ozel têkildarî serdana Îmraliyê: Bila ji ewil AKP helwesta xwe diyar bike
15:18 HSD’ê têkildarî êrişên Hikûmeta Demkî daxuyanî da
14:39 Nêçîrvan Barzanî bi Fîdan re hevdîtin kir
14:36 Komkujiya Garê: Rapora ‘Di legerîna edaletê de 10 sal’ hate weşandin
14:06 Girtiya nexweş a 78 salî Besê Ecer terkî mirinê kirin
14:01 Erden ê piştî 30 salan hate berdan bi girseyî hate ziyaretkirin
12:56 Danişîna doza Boltan û Zengeralp hat lidarxistin
11:56 'Manîfestoya Civaka Demokratîk komplo vala derxist’
11:46 Li ser îdiayên şahidê nepen der heqê Gok de îdianameyeke nû hat amadekirin
11:36 Piştî 31 salan li benda vegera Efrînê ye
11:35 Ayşegul Dogan: Pêvajo di qonaxeke krîtîk de ye
11:02 Îsraîl û Hamasê di plana agirbestê de lihev kirin
11:01 Li girtîgehan li gorî cureyê 'sûc' cihêkarî tê kirin
10:56 Prof. Dr. Erdem: Heke îrade hebe dikarin gelek gavên şênber biavêjin
09:33 Talankirina daran a li Dorşînê didome
09:10 Erdem piştî 30 salan hat tehliyekirin
09:04 'Jin dê ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan dakevin qadan'
09:02 Dayikên Aştiyê yên şahidê komployê: Rojeke reş bû
09:01 Salih Muslim: Komplo neqediyaye, Rêber Apo hîn jî dîl e
09:00 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2025'AN
08/10/2025
22:41 Yekemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan ên Gûrbetellî Ersozê hatin dayîn
20:09 Peyama ku Abdullah Ocalan ji merasîma xelatdayînê re şand: Gûrbettellî şopeke bêhempa hişt
19:50 MEBYA-DER ku li komisyonê lê hat guhdarîkirin: Hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikin
17:51 Jinên ji meşê vegeriyan bi kulîlkan hatin pêşwazîkirin
17:00 Ji ÎHD'ê li dijî texrîbkirina ekolojiya Dêrsimê banga têkoşîna hevpar
16:25 Lamîa Asu ya Efrînî ku piştî 32 salan hate berdan birin GGM’ê
15:46 Talankirina xwezayê li Amedê hate protestokirin
15:28 DEM Partiyê li Meclisê ji bo Demîrtaş çalakî li dar xist
15:27 Hunermendan banga ‘em aştiyê dixwazin’ kir
14:52 Civîna 14’an a komîsyonê dest pê kir
14:35 Bernameya bîranîna Komkujiya Gara Enqereyê diyar bû
13:56 Komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê dê li gelek bajaran bê protestokirin
13:34 Erdogan: Bi DEM Partiyê re em li ser mijara tiştên dikarin bikin axivîn
13:30 DEM Partî li pêşiya Wezareta Dadê ye: Bi lîstikan hewl didin demê qezenc bikin
12:44 Kitekitên hevdîtina Erdogan a bi Trump re
12:25 Kurtulmuş bi serokwekîlên koma partiyan re civiya
12:06 ÎSÎG: Di Îlonê de 206 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
11:53 Temellî: Divê zemîna muzakereyê ya Ocalan behsa wê dike bê avakirin
11:13 Fermandarê HSD’ê: Hikûmeta Demkî agirbestê binpê dike
10:52 ‘Serkeftina pêvajoyê dê komployê vala derxîne’
10:33 MKG û DFG’ê Gurbetellî Ersoz bibîr anî
10:25 Komploya navneteweyî dê li Amedê bê protestokirin
10:10 Li Wanê ku milyonek nifûsa wê heye otopark tune ne!
09:48 Yaşa: Heta ku Ocalan li Îmraliyê be ev tê wateya domandina tecrîdê
09:28 Ji Komîteya Amadekar banga beşdarbûnê li mitînga Êlihê
09:08 Banga ji bo mitîngê: Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd divê Ocalan azad be
09:04 Doz di 9'ê Cotmehê de ye: Bila dawî li bêhiqûqîtiya li Hesendînê bê
09:03 Mehmet Ocalan: Divê tiştên hatine gotin pêk bên
09:02 Meclisa Tenduristiyê ya HDK'ê li Îzmîrê amadekariya têkoşîna li dijî tiryakê dike
09:00 ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2025'AN
07/10/2025
17:02 Li Elkê û li Silopiyayê standên îmzeyê hatin danîn
16:16 Şîna Daniş û Acar bi girseyî hate ziyaretkirin
16:13 Yuksel Genç: Meşeke 26 sal in didome ye
15:01 Jinên ku ber bi Enqereyê ve meşiyan dê li Meclisê hevdîtinan bikin
14:58 Bahçelî: Divê komîsyon biçe Îmraliyê
14:20 Ji bo meşa li dijî komployê banga tevlibûnê
13:23 Li Meclisê dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hate berzkirin
13:20 Danişîne Nîmet Tanrikulu hate taloqkirin
12:38 Tulay Hatîmogûllari: Aştî dê rê li ber avakirina Komara Demokratîk veke
12:37 Şaredariya Nisêbînê dê ‘Mihrîcana Çand û Hunerê’ li dar bixe
11:41 Danişîna rojnameger Nûrcan Yalçin hat lidarxistin
11:32 Qeydên dibistana Egîdê Cimo didomin
11:17 Mehmet Uzun dê li Amedê bê bibîranîn
10:47 Muzakereyên Hamas û Îsraîlê didomin
10:35 Di şewata 15 kes miribûn de faîl nehate tespîtkirin!
10:24 Jinan li Enqereyê bang kir: Gavên siyasî û hiqûqî biavêjin
09:54 Rêveberiya Xweser û PYD’ê ji bo Şêxmeqsûd û Eşrefiyê banga berxwedanê kirin
09:41 Qirkirina daran a li Eskarê ber bi Beyrokê ve fireh bû
09:37 Li Mêrsînê mînîbûsa karkeran qeza kir: 5 kes mirin
09:21 Hevberdevka Yekitiya Demokratîk: Divê em li ser statuya gelê Kurd bisekinin
09:16 Bi perspektîfa Abdullah Ocalan li ber xwe didin
09:11 Meşeke bêdawî: Bi hêviyê ber bi azadiyê ve
09:06 Dikandarên Bazara Gel a Mezin li benda çareserkirina pirsgirêkan in
09:04 Ji bo mitînga Êlihê bang: Em ji bo azadiya Abdullah Ocalan li qadê bin
09:02 Li Pasûrê dema gûzan
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2025'AN
06/10/2025
22:41 Jinên ku gihîştin Enqereyê: Bila Abdullah Ocalan serbest bê berdan
22:34 Mîhrîcana Hîlarê bi konsera Xecê û Xêro Abbas bi dawî bû
18:39 Jinên ji Amedê meşiyan li Enqereyê ne
16:58 Di Şahiya Gastronomiyê ya Hîlarê de ji bo zarokan pêşbirk hate lidarxistin
16:56 16 baroyên Kurdistanê: Çareseriya mayinde bi esasgirtina serweriya hiqûqê dibe
15:53 Li Pasûrê li dijî talanê mitîng: Em bi hev re jiyanê biparêzin
15:17 Kurt piştî 30 salan li bajarê xwe hate pêşwazîkirin: Em ê têbikoşin