Serkeftina Kobanê ji bo gelan bû hêvî

  • rojane
  • 13:04 14 Îlon 2025
  • |
img

RIHA - DAIŞ a ku li seranserî cîhanê tirseke mezin belav kiribû, 11 sal berê êrişî Kobanê kir. Piştî berxwedana dîrokî ya 134 rojan, DAIŞ hate têkbirin û bingeha neteweya demokratîk hate avêtin. 

 
DAIŞ a ku di lîsteya “Rêxistinên herî tirsnak a cîhanê” de cih digire, 11 sal berê ji sê baskan ve bi çekên giran êrişî Kobanê kir û bingeha destpêka têkçûna xwe amade kir. Koma çekdar a ku di destpêka salên 2000’î de li Iraqê hate damezirandin û navê DAIŞ’ê li xwe kir, ji El Qaîdeyê peşiya bû. DAIŞ’ê, piştî sala 2011’an ku li Sûriyeyê şer dest pê kiribû, çalakiyên xwe zêde kir. Di 3’yê Tebaxa 2014’an de êrişî Şengalê kir, Êzidî di komkujiyeke mezin re derbas kir û bi hezaran jinên Êzidî di bazarên koleyan de firot. Piştî van êrişan, di sala 2014’an de berê xwe da bajarê rojavayê Kurdistanê Kobanê. Li vir hem asta êrişên xwe dijwar kir hem jî komkujiyên nû kir. 
 
Kobanê, di Çileya 2014’an weke kantona ewil a Rojava hate ragihandin, ji hêzên rejîmê hate paqijkirin û bingeha jiyaneke nû ya li ser esasê “Xweseriya Demokratîk” hate avakirin. DAIŞ’ê, di 15’ê Îlona 2014’an de ji sê baskan ve êrişî Kobanê kir. Ev êriş, bû gava ewil a nivîsandina berxwedaneke dîrokî ya ku dê li pêş çavên hemû cîhanê bihata nivîsandin. DAIŞ’ê wisa plan dikir ku di demekî kin de Kobanê dagir bike lê balkêş e ku bû cihê ewil ê têkçûna wê. 
 
Dema hewl dida şoreşa gelan bifetisîne, berevajî wê piştî berxwedaneke dîrokî ya bi mehan domiya, destpêka dawiya xwe da destpêkirin. 
 
JI ABDULLAH OCALAN BANGA DÎROKÎ
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 22’yê Îlona 2014’ê de li Îmraliyê di nirxandineke xwe de got: “Ketina Kobanê, tê wateya ketina tevahiya Kurdistanê. Bila her kes li gorî vê rastiyê tevbigere.” Bi vê yekê re bang yekitiya Kurdan, birêxistinkirina jiyanê ya li gorî rastiya şer û mezinkirina berxwedanê kir. Abdullah Ocalan, destnîşan kir ku Kobanê mifteya çareseriya pirsgirêka Kurd e. Piştî peyama Abdullah Ocalan, ji her çar parçeyên Kurdistanê Kurdan bi ruhê seferberiyê berê xwe dan Kobanê. Bi berxwedana Kobanê re her çar parçeyên Kurdistanê gihiştin hev û ji bo xwedîderketina li Kurd û Kurdistanê bû gaveke girîng. 
 
BERXWEDANA KU PIRSÛS BI KOBANÊ RE BÛBÛ YEK 
 
Piştî banga seferberiyê, ji welatên cuda bi hezaran şoreşgerên enternasyonalîst jî berê xwe dan navçeya Pirsûsê ya Rihayê ku li ser sînorê Kobanê ye. Li dijî êrişên DAIŞ’ê ku bi çekên teknolojiya wan bilind dihatin kirin, tevî astengkirinan jî gelek kes çûn tev li berxwedana Kobanê bûn. Berxwedan, roj bi roj mezin bû. Di 26’ê Îlonê de jî bi hezaran kesên li ser Deriyê Sînor ê Murşîdpinarê kom bûn, têlên direhî rakirin û kom bi kom derbasî Kobanê bûn. 
 
TÊKILIYÊN DAIŞ-TIRKIYEYÊ  
 
DAIŞ’iyan, sînorên Tirkiyeyê bi rehetî bi kar di anîn û têkiliya wan a bi leşkerên Tirk re li ser medyayê hatin parvekirin. Li ser vê yekê, di 7’ê Cotmehê de bi deh hezaran kesan ber bi sînor ve meşiyan û li seranserî sînor li gundan nobet girtin. Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di mitînga partiya xwe ya li Dîlokê de got “Vaye Kobanê hat ket ha dikeve.” Piştî vê gotinê, li gelek bajaran bi sed hezaran kesan çalakiyên protestoyî dan destpêkirin. Di encama êrişên çekdarî yên polîs, leşker û endamên HUDA-PAR’ê de di çalakiyên 6-8’ê Cotmeha 2014’an de 46 kesan jiyana xwe ji dest dan. 
 
SERKEFTINA PIŞTÎ BERXWEDANA 134 ROJA HAT BIDESTXISTIN  
 
Di çarçoveya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de di 28’ê Cotmehê de ji Herêma Federe ya Kurdistanê hêzên pêşmergeyan hatin ser xeta sînor û sê rojan li ser sînor hatin sekinandin. Hêzên pêşmergeyan, di 31’ê Cotmehê de ji Deriyê Sînor ê Murşîdpinarê derbasî Kobanê bûn. Piştî biryara ku 1’ê Mijdarê weke Roja Kobanê ya Cîhanê were pîrozkirin, bi deh hezaran kesan berê xwe dan gundê Mehsertê ku nobeta berxwedanê lê dihat girtin. Di 6’ê Mijdarê de dema hunermandan çalakiya xeleka mirovan li dar dixist, êrişa bombeyên gazê û guleyên rast ên ji her du aliyên sînor hate kirin. Di êrişê de aktîvîsta Platforma Azadiya Civakî û xwendekara Lîsansa Bilind a Zanîngeha Marmarayê Kader Ortakkaya (28) jiyana xwe ji dest da. Di 3’yê Kanûnê de hêza duyemîn a pêşmergeyan ku ji 150 kesan pêk dihat û di şerê li dijî DAIŞ’ê de ji bo piştevaniya bi YPG/YPJ’ê re hatibûn şandin, gihişt Kobanê. Di 19’ê Çileyê de DAIŞ li Kobanê hate şikandin û li noqteya stratejîk a Kobanê Girê Miştenûrê ala YPG’ê û wêneyê Abdullah Ocalan hate hilayîstin. Di 26’ê Çileya 2015’an de jî gel û berxwedêrên Kobanê ku teslîmî tarîtiyê nebûn, di roja 134’emîn a berxwedana xwe de DAIŞ li Kobanê têk birin û bajar rizgar kirin. 
 
Yek kesên di tevahiya berxwedanê de li Kobanê têkoşiyayî jî Hevserokê Desteya Ekolojiyê ya Kantona Firatê Arîf Ballî bû. Ballî, têkildarî berxwedana dîrokî axivî. 
 
TÊKOŞÎNA BÊNAVBER A HETA 2019’AN
 
Balî, da zanîn ku wê demê di “Meclisa Malbatên Şehîdan” de xebat dimeşand û got ku êrişên dagirkeriyê yên DAIŞ’ê li berxwedana Kobanê qelibî ye. Balî, diyar kir ku êrişên di sala 2013’ê de li Girê Spî dest pê kirin, piştî bajarê Sirrînê di meha Îlona 2014’an de li Kobanê zivirîn û got: “Kobanê ji çar aliyan ve hate dorpêçkirin û bi êrişan xwestin bajar bifetisînin. Berxwedana ewil, berxwedana Serzoriyê bû ku 11 şervanên YPG’ê li wir li ber xwe dan û şehîd bûn. Li rexekî bi alîkariya bajarên ketibûnê li rexa din jî bi alîkariya Tirkiyeyê êrişên xwe berfireh kirin. Li ser vê yekê, berxwedana gel dest pê kir.” Balî, da zanîn ku piştî berxwedana 134 rojan ku YPJ û YPG’ê pêşengtiya wê dikir serkeftin hate bidestxistin û got: “Yek ji hêmayên herî girîng a vê serkeftinê, yektiya her çar parçeyên Kurdistanê ya piştî banga birêz Abdullah Ocalan bû. Piştî rizgarkirina Kobanê, bajarên weke Minbic, Tebqa û Reqa jî ji dagirkeriya DAIŞ’ê hatin rizgarkirin. Heta sala 2019’an jî têkoşîna li dijî DAIŞ’ê domiya. DAIŞ, li gelek cihan xwe tev li komên eşîran, komên paramîlîter û hêzên çekdar kir û niha di nav wan de xebatên xwe didomîne.”  
 
CIHÊ BERXWEDANA KOBANÊ 
 
Balî, bal kişand ser bandora banga Abdullah Ocalan a wê demê û ev tişt anî ziman: “Di pêvajoya rizgarkirina Kobanê de me ji xwe re digot ‘Kesên li dijî zilmê ji bo mirovahiyê têdikoşin.’ Di pêvajoya Şoreşa Rojava ya di 19’ê Tîrmehê de jî em li gorî vê mîsyonê û paradîgmaya Rêber Apo tevgeriyan. Lewma jî dagirkeriyên li derdora me em eleqedar dikirin. Gelên Suryan, Ereb, Çerkes û Tirkmen ên di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de, bi zext û zilmê re rû bi rû bûn. Me jî nedikariya li dijî vê bêdeng bin. Ji ber ku me digot ku em ji bo demokrasî, edalet û pêkvejiyanê têdikoşin. Di encama vê baweriya me de, hemû gel û baweriyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn hatin gel hev. Berxwedana Kobanê û şerên piştre hatin kirin, nîşanî me dan ku dema gel dibin yek dikarin komkujerên DAIŞ’ê û komên êrişkar têk bibin. Yekitiya Kurdan a li 4 parçeyan pir bandor kir. Dirûşma me ya herî girîng ‘Berxwedan jiyan e’ bû. Her ku me ev dirûşm berz kir, em bi wê re jiyan. Her ku me li ber xwe da me rêyên nû vekir. Me dizanî ku teslîmiyeteke herî biçûk dê me bi dagirkeriyê re û bi rû bihêle. Di navenda wê berxwedanê de jî banga Rêber Apo pir girîng bû.” 
 
SERKEFTINA GELAN 
 
Ballî, da zanîn ku ji çar parçeyên Kurdistanê, Tirkiye, Sûriyeyê ji 7 salî heta 70 salî bi hezaran berxwedêrên Kurd, Tirk, Ereb û hwd. tev li berxwedanê bûne û serkeftina Kobanê serkeftina gelan e. Ballî, axaftina xwe wiha qedand: “Tirkiyeyê bi piştgiriya xwe ya bi DAIŞ’ê re dixwest pergala piştî Şoreşa Rojava hatibû avakirin tune bike. Tirkiyeyê heta demek piştre li vir şerê wekaletê kir. Dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ya ji hêla Tirkiyeyê ve, êrişên wê yên bi SÎHA’yan û di her firsendê de hedefgirtina wê ya fîzîkî û devkî, nîşan dide ku dixwaze vê herêmê dagir bike. Lêbelê gelê Kobanê, dê li dijî êrişên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê ruhê berxwedanê biparêze. Ji ber ku ev gel baş dizane ku ev şer şerekî man û nemanê ye.” 
 
MA / Ceylan Şahînlî 
 
 
 

Sernavên din

15/09/2025
19:54 Kampanyaya ‘Em ji bo bijîn û bidin jiyandin bêrêxistin dibin’ hat destpêkirin
17:00 Foruma Sûriyeyî ya 5’emîn: Serkeftina Rêveberiya Xweser piştrast bû
16:24 Nêrgiz Mihemedî: Dixwazin tolê ji tevgera ‘jin, jiyan azadî’ hilînin
16:12 Malbata ji bo hevdîtina girtîgehê diçû Erzînganê di rê de qeza kir
15:30 Ji bo meşa 17’ê Îlonê li Wanê belavok hatin belavkirin
15:24 Di êrişa çekdarî ya Êlihê de 24 kes hatin binçavkirin
15:20 Êrişên li dijî goristanan bi navê ‘Hey Hewar’ bû belgefîlm
14:44 Ji Mûşê banga ‘mafê hêviyê’ cîbicî bikin
14:29 Ji OHD’ê rapora girtîgehên Osmaniye û Tokatê: Tehliye bi biryarên lijneyê tên astengkirin
14:09 Mûçeyê kêmtirîn ji sedî 68 di bin sînorê birçîtiyê de ma
14:03 BTK’ê ji bo nûçeya têkildarî qeyûmê Xelfetiyê biryara astengkirinê da
13:34 Komîsyon dê vê hefteyê li akademîsyen, komele û weqfan guhdarî bike
13:30 Xelkê Amedê: Divê komîsyon li Abdullah Ocalan guhdarî bike
13:19 Dê li 3 bajaran ji bo ‘Mafê hêviyê’ meş bên lidarxistin
12:36 Di cînayeta nefretê de tê payin mutalaa were pêşkeşkirin
12:28 KNK: ‘Jin, jiyan, azadî’ çirûska avakirina civakek demokratîk û azad e
12:24 Ji 39 jinan ji bo KE’yê nameya ‘mafê hêviyê’
12:16 Erol hevdîtina dawî ya li Îmraliyê vegot: Divê pêvajo derbasî qonaxa duyemîn bibe
11:33 Li girtîgehên Tîpa S û Ewlehiya Bilind tecrîd didome
10:44 Di çanda Kurdî de gefa ‘modayê’: Kiras û fîstan ji eslê xwe tên dûrxistin
10:14 Rewşa Îranê ya piştî 'Jin, jiyan, azadî': Jin li bendê namînin, ava dikin
09:57 Komîteya Wezîran ji bo ‘mafê hêviyê’ dicive: Tê payin ku biryara navberê bê dayin
09:28 Xwebûn bi manşeta ‘Mafê hêviyê gerdûnî ye’ derket
09:00 ROJEVA 15’Ê ÎLONA 2025’AN
09:00 Parêzer ber bi Îmraliyê ve bi rê ketin
08:03 Li Êlihê êrişa çekdarî: Dayik, bav û 2 zarokên wan hatin qetilkirin
14/09/2025
16:17 Mûrat Arslan piştî 30 salan hate berdan
15:43 Çalakiya Belucan di meha 3’yan de didome
14:46 Li Mêrdînê TUHAD-DER hate avakirin
14:27 10 rêxistinên zarokan ji bo Şerîfe Mihemedî bang kirin
14:10 Li gelek bajaran çalakiya ‘mafê hêviyê’: Biryara DMME’yê bicih bînin
13:18 Ocalan ji eşîrên Ereb re name şand: Ji bo Sûriyeya demokratîk hûn dikarin rolekî girîng bilîzin
13:04 Serkeftina Kobanê ji bo gelan bû hêvî
12:24 HSD: Hêzên hikûmeta Şamê li Dêrazorê êrişî hêzên me kirin
12:21 Rapora BÎSAM’ê: Sînorê birçîtiyê mûçeyê kêmtirîn derbas kir
12:04 Jody Williams: Tirkiye mecbûr e gavên li gorî pêvajoyê biavêje
12:03 Ji IPPNW Swîsreyê nameya ‘mafê hêviyê’: Divê tavilê bikeve meriyetê
12:03 Berxwedana li pişt dîwaran: Çalakiya ewil di qawîşa jinan de dest pê kir
11:22 Krîz û hişkesaliyê bandor li amadekariyên zivistanê kir
10:46 Li Dêrazorê li dijî şaneyên DAIŞ’ê operasyon: 8 kes hatin binçavkirin
10:41 Li Rojava sala nû ya perwerdeyê dest pê kir
10:39 ‘Bi veguherîna civakê re dikare pêşiya tundiya ser jinan were girtin’
10:15 Parêzer Guneş: Ocalan şensê dawî yê vê dewletê ye
09:57 Konsey dê bi rojeva ‘Mafê hêviyê’ bicive: Divê gav bên avêtin
09:40 Li Geliyê Xursê xetereya hişkesaliyê
09:17 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:16 Ji Çiyayên Kazê ber bi Bestayê ve: Em dikarin bi hev re xwezayê azad bikin
09:03 Li ser daxwaza zanîngehê parvekirinên têkildarî Rojîn Kabaîşê hatin astengkirin
08:56 ROJEVA 14’Ê ÎLONA 2025’AN
13/09/2025
16:46 Nêrgiz Mihemedî: ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hê zindî ye
16:03 SOHR: Li Siwêdayê 2 hezar û 38 kes hatine kuştin
15:47 Xwestin kesên li Siwêdayê hatine revandin bên berdan
15:32 Karayilan: Bêyî azadiya Rêber Apo aştî ne pêkan e
15:26 Rêxistina Efûyê: Divê Şerîfe Mihemedî demildest bê berdan
15:16 Ji bo girtiyên nexweş Poyraz û Îvrengî doza berdanê kirin
14:48 Parlamenterê îtalî: Divê Konseya Ewropayê mudaxilî doza Ocalan bibe
14:36 Ji Ocalan peyam ji bo festîvalê: Divê têkoşîna li ser axa xwe armanca me ya sereke be
14:10 Xizmên windayan: Komisyonê ava bikin û kiryaran eşkere bikin
13:30 Ji şahidê windakirina Kenan Bîlgîn name ji bo Dayikên Şemiyê
12:51 33’yemîn Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê dest pê kir
12:04 Abdullah Ocalan nameyek ji eşîrên ereban re şand
11:30 Profesor Eva Illouz: Ocalan ne şer, aştiyê hilbijart
11:07 Li Agiriyê teyrokê li gulberojan xist, lêçûn zêde bûn
10:22 Sushîla Karkî bû serokwezîra jin a ewil a Nepalê
10:04 Serşêwirmendê Erdogan, Hamdî Kiliç mir
10:01 Erdogan grevê qedexe kir
09:55 Cinayeta Dûrdû: Nexşeya cihê lê hat qetilkirin hat guherandin
09:14 Li herêma Kamçatkayê bi pileya 7.4 erdhej
09:11 'Bêyî şert û şirût divê mafê hêviyê bê pêkanîn'
09:06 Piştî 36 salan li gundê xwe nobed girtin: Em gundên xwe ava bikin
09:05 Dîrektorê IHRNGO'yê: Mirovan tiştên hatine serê wan di Jîna Emîniyê de dîtin
09:03 Bi ser şaredariya CHP'î de hat girtin
09:00 ROJEVA 13'ê ÎLONA 2025'AN
12/09/2025
18:11 Li Agiriyê hevdîtina jina
18:07 Civîna 9'an a Komîsyona Meclisê bi dawî bû
15:47 Meşa ‘Azadiyê’ ya ciwanan di roja 3’yan de didome
14:44 Civîna 9’an a komîsyona Meclisê dest pê kir
13:55 Bi ser derbeyê re 45 sal derbas bûn: Em bi hev re pêşerojeke demokratîk ava bikin
13:48 Trump û Serokwezîrê Qeterê dê bicivin
12:53 Li Pakistanê lehî rabûn: 2 milyon kes hatin tehliyekirin
12:44 Li Nepalê dê ji bo hikûmeta demkî muzakere bên kirin
12:18 Muzîkjenê navdar Wecker: Ji bo aştiyê şert e ku Abdullah Ocalan azad bibe
12:00 MAF-DAD'ê têkildarî ‘mafê hêviyê’ ji Komîteya Wezîran re name şand
11:49 Remzî Kartal: Nûnerên dewletê divê dev ji vî uslûbê xwe yê xerab berdin
10:58 Bahçelî: Ji bo aştî bifire divê du baskên wê hebin
10:23 KJK: Heta Rêber Apo azad nebe çareserî pêk nayê
10:10 Bhaskar Sunkara: Banga Ocalan ji bo pirsgirêka neteweyî rêyeke alternatîf pêşkeş dike
09:52 Xelkê Wanê: Rojîn Kabaîş hate kuştin, kuj di nav gel de ne
09:15 Hevseroka PJAK'ê: ‘Jin, jiyan, azadî’ serdema şoreşeke nû da destpêkirin
09:12 'Divê têkoşîna aştî û demokrasiyê bi hev re bimeşe'
09:10 Şahidê Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê: Bi bedenên xwe dîrok nivîsandin
09:06 Nivîskar Mûkkades Erdogdû Çelîk: Hêzên demokrasiyê li dijî pêkanînên 12'ê Îlonê li ber xwe didin
09:05 Ambargoya li Mexmûrê giran dibe: Dixwazin kampê ji jiyanê xalî bikin
09:05 Çemê Mûradê bi gefa siyanurê re rû bi rû ye: Dê bi sedhezaran mirov jehrî bibin
09:04 Ji bo rabûna li dijî talankirina xwezayê ji Stenbolê hat Bestayê
09:00 ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2025'AN
11/09/2025
19:37 Gulistan Koçyigit: Divê her kes bi berpirsiyarî tevbigere
16:13 Kurtulmuş: Peywira komîsyonê ew e ku xebatan bigihîne encamê
16:06 Saziyên serî li Konseyê dabûn xwestin têkildarî ‘mafê hêviyê’ sererastkirin bên kirin
15:33 DEM Partî çû serdana CHP’ê